Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şandeya Rêveberiya Xweser li gel parlamenterekî Belçîkayê civiya

07/11/2023
in NÛÇE
A A
Şandeya Rêveberiya Xweser li gel parlamenterekî Belçîkayê civiya
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a Belçîkayê Hozan Ehmed li Parlamentoya Federal a li Brukselê li gel parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon hevdîtin kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Belçîkayê Hozan Ehmed pêk hat. Şandeyê li gel parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Dr. Ebdulkerîm Omer bal kişand ser nebûna asoyên çarseriya siyasî li Sûriyeyê û got: “Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, tu tevgerên çalak tune ne. Hin hewldan di pêvajoyên borî de hatin kirin lê belê ji ber berjewendiyên herêmî û navneteweyî bê encam man. Her wiha aliyên ku îdia kirin ku ew hewl didan çareseriyê pêk bînin, hêviyên gelê Sûriyê temsîl nekirin.”

Omer îşaret bi bandorên nebûna çareseriya siyasî li ser rewşa mirovî kir û ev tişt gotin:“Paşguhkirina civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li Sûriyeyê, pêşeroja Sûriyeyê rû bi rûyî gelek îhtîmalan dihêle. Metirsî hene ku aloziya mirovî bigihêje asteke wisa ku çareserkirina encamên wê pir zehmet bibe. Nemaze êrişên li dijî sivîlan li deverên cuda dubare dibin û ev yek bandoreke mezin li ser rewşa xizmetê dike.”

Omer bal kişand ser êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha domand:“Ev êriş yekser li dijî binesazî û navendên stratejîk bûn. Ji ber wê bi milyonan welatiyên herêmên hatine topbarankirin, ji xizmetên jiyanî bêpar man. Li rex wê jî bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Omer, behsa însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî jî kir û ev tişt anîn ziman: “Li ser bingehên nîştimanî û mirovî ev însiyatîf hat ragihandin. Rêveberiya Xweser bi rêya insiyatîfê ragihand ku ew amade ye penaberên sûriyeyî pêşwazî bike. Lê bi şerta ku vegera dilxwazî, ewle û bi sponseriya NY`yê be.”

Girêdayî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî Omer ev nirxandin kir:“Em mecbûr man ku vê gavê bavêjin. Ji ber ku civata navneteweyî tevahî bangewaziyên me der barê lidarxistina dadgehekê li herêmên me ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê de paşguh kirin. Rêveberiya Xweser bi israr e ku dadgehan bi çavdêriya navneteweyî û bi awayekî zelal û aşkera pêk bîne. Helbet wê qanûn û pîvanên navneteweyî di ber çavan re bêne derbaskirin.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon jî wiha axivî: “Li gorî nêrîna me rewşa li Rojhilata Navîn aloztir dibe. Bi rastî pirsgirêkên bi girêk hene û pêwîstiya wê bi niyetên durist ên navneteweyî hene ku çareseriyên guncaw jê re bên dîtin. Aloziya Sûriyeyê, yek ji wan aloziyan e ku heta niha çareser nebûye. Em di wê baweriyê de ne ku di her çareseriyekê de divê rêz ji vîna sûriyeyiyan re bê girtin.”

Têkildarî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ`ê, Delmon wiha anî ziman: “Em baş fêm dikin çima Rêveberiya Xweser dixwaze vê gavê biavêje. Lê belê em şaş mane çima civata navneteweyî bangewaziyên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareserkirina vê pirsgirêka xetere paşguh kiriye. Ev pirsgirêk ne tenê li ser Rêveberiya Xweser barekî giran e, lê belê ji hêz û derfetên dewletan mezintir e ku bikarin çarser bikin. Hebûna ewqas hejmar ji çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li ser herêmê xetere ye. Ger teror dîsa vegere, dê darbe li ewlehî û îstiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide. Dê careke din ji bo Ewropa û cîhanê tevde bibe pirsgirêkeke ewlehiyê ya mezin.”

Delmon dawiyê destnîşan kir ku rewşa mirovî ji ber êrişên domdar ên li dijî herêmê xirabtir bûye û got: “Em dizanin rewşên mirovî yên li wir ji ber şerê zêdetirî 10 salan berdewam dike, xirabtir bûye. Êşên şêniyan li hin deveran di vê dawiyê de girantir bûne. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, ji ber hedefgirtina navendên xizmetê ji aliyê Tirkiyeyê ve êşa welatiyan zêdetir bûye. Ji ber hedefgirtina jêderên jiyanê yên sivîlan em xemgîn û bi fikar in. Civata navneteweyî li hember binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî jî bêdeng e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.