Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê

05/11/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

KOBANÊ, bi ruhê xwe yê berxwedêr, ket rojeva cîhanê. Cara yekê; di 18 Hezîran 2012 de, ji rejîma BAAS a Sûriyeyê, xwe rizgar kir. Cara dûda; di 26 Çile 2015 de, ji êrîşên DAIŞê yên di 15 Îlon 2014 de despêkiri bû şikand û bi temamî xwe rizgar kir.

Ya giring û watedar ev e ku; hîn şerê giran ê li dijî DAIŞ’ê  dewam dikir li KOBANÊ, 1ê MIJDARÊ, weke Roja KOBANÊ ya Cîhanê hat ragihandin!

Ev ragihandina bi rûmet, dide nîşandan ku, li himber vê êrîşa xedar a DAIŞ’ê, berxwedanek ewqas qehremane tê meşandin û bandora xwe li ser raya giştî, demokrat û şoreşgerên cîhanê jî dike!

Ka em bala xwe bidin kurte pêvajoya Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê.

Şoreraşa Rojava, li ser xebata demdirêj a Rêber APO, pêngava yekemîn di 18’ê Hezîrana 2012an de bi rizgarkirina KOBAN ê ve destpê kir. Pêngava dûdan di 19’ê Hezîrana 2012an de, bi rizgarkirina Efrînê dewam kir. Şoreş, bi lez belê bi sebir, li pey hev li hemû Rojava pêkhat. Di heman demê de, “Pêvajoya Çareseriyê” jî destpê kiribû û birêve diçû.

Bêgûman di vê “pêvajoyê” de, armancên aliyê R.Erdogan û aliyê Rêber APO, jihev cuda bûn.

Rêbar APO, dixwest vê “pêvajoyê”, ji pêşveketina doza xwe re bike jêrzemîn.

R.Erdogan, berovajî, dixwest Rêber APO û Tevgera Azadiyê bixapîne û derbeyek mîna SriLankayê lêbide. Her aliyekî, li goreyî armancên xwe xebat meşandin.

Aliyê Tevgêra Azadiyê, li her çar parçeyan, lê bi taybetî li Rojava, hewldanên xwe gihand asta şoreşê. Li himber vê pêşkeftinê, R.Erdogan û bi taybetî fermandarên wî dewletên hegemonên cîhanê, gelek hêrs bûn û bi navê DAIŞ’ê, bi lez û bez dest bi êrîşên xedar û hovane kirin.

Hema li pey dagirkirina Reqayê, di 8.7.2014 de êrîşî Mûsilê, di 3.8.2014 de êrîşî Şingalê, di 15.9.2014 de êrîşî KOBANÊ kirin. Li her deverê, li himberî van êrîşên giran ên DAIŞ’ê, berxwedanek lehengî hat kirin. Li vira taybetmendiyek KOBANÊ derket holê ku; armanca wan, êrîşên xwe bi serkeftî li KOBANÊ bi encam bikin!

Berî herkesî Rêber APO ev armanca van êrîşkaran dît û gel û Tevgêr hişyar kir. Got: heke KOBANÊ bikeve hemû dever dikeve. Ji xwe R.Erdogan jî weke mizgîniyê bide hevalbendên xwe, got: Eha kerem bike KOBANÊ dikeve!

Bi hêrsbûna vê gotinê re û li ser hişyarkirina Rêbar APO, him gel û him Tevgêrê berxwedana xwe hîn bilintir û berfirehtir kir.

Li dijî êrîşên kevneperestiya cîhanê, hêzên pêşverû û dostên gelê Kurdistanê jî, helwesta xwe ya hêja nîşandan û 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ragihandin.

Her wiha heman hilwest her çû xurtir bû û di 2019 de 2ê Mijdarê Roja ROJAVA ya Cîhanê hat ragihandin.

R.Erdogan, bi destûr û fermana hêzên hegemonên cihanî, weke tolê bistîne Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî dagir kir.

Diyalektîka cîhaniya zanistî dîsa nîşan dide ku, şerê serdest û bindestan her dewam dike. Aliyê zana, hosta û rêxistinbûyî bi ser dikeve.

Lewma, ji bo Kurdistaniyan, her dem pêdivî bi wî ruhê serkeftinê yê KOBANÊ heye!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.