Zozan Cizîrî
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bîranîna destaneke dîrokî ya bi xwîna sedan Arîn, Rêvan û Gelhatan hatî afirandin e. Destana Lehengiyeke bûyî malê giştî mirovahiyê!
Vê sibê cardin guh didim konçertoya kemanê ya kompozîtorê Îngilîz Andrew Webb-Mîtchell, ku berî pênc salan bi navê Arîn Mîrkan û Kobanê li ser qehremanî û cengaweriya keç û xortên Kurd a li hemberî DAIŞ’ê amade kiriye û weşandiye. Ev helwesta birûmet jî hêjayî teqdîreke civakî, şoreşgerî ye. Bestekar Webb-Mîtchell bi têgihiştineke mezin têkildarî vê berhema xwe ya konçertoya kemanê digot, “Arîn û hevrêyên xwe ji bo min jî şer kirin. Wek bestekarekî pêwîst bû ez jî bersivekê bidim wan…” Bi vê hestiyarî û bandorbûnê ev bestekarê cîhanî yê navdar awazeke watedar û hestiyare, ku her jenîna kemanê hîsek cuda dide mirov û careke din me li wan rojên zehmet ên şerê Kobanê vedigerîne amade dike.
Berxwedana Kobanê ya 134 rojan li hemberî hemû hovîtî û tarîtiya DAIŞ’ê dewam kirî, bi taybet şerkeriya jin a bi coş dunya-alem bandor kir. Di wan 134 rojan de rêxistina çete-hov DAIŞ’ê li aliyekî Êzîdiyên li Çiyayê Şingalê bi awayekî der-exlaqî qetil dikir, keç û jinên Êzîdî direvandin û li bazaran difirotin, li aliyekî wekî Alan Hennîng kesên ji welatên dûr ên Rojava bi hovîtî qetil dikirin. Rêxistina çete-hov a DAIŞ’ê bi van kiryaran tirsek mezin xistibû dilê hemû mirovahiyê. Hemû welat wekî li ser agir bûn ji tirsa DAIŞ’ê. Tenê yek hêza şerker karî wê xîret û cesareta li hemberî vê hêza hov û dirinde bisekine raber bike; ew jî hêza şerkerên hemdem gerîlayên azadiya Kurdistanê (HPG-YJA Star) û şervanên YPG-YPJ bûn. Di nava vê hêzê de bi taybetî di asteke pêşeng de tevlîbûna jin pir diyarker bû. Lewre Arîn Mîrkan wek sembola hemû jinên şerker û leheng ên beşdarî wî şerî bûyîn, bi sekna xwe ya fedayî li cîhanê deng veda. Di vir de eşkere bû ku, jina azadîxwaz û şerker a li ser felsefeya jiyana azad û wekhev a Rêber APO hîmê wê saz kirî li nasnameya xwe xweyî derdikeve, di nava Şoreşa Azadiya Kurdistanê de cihekî bingehîn girtiye. Elbet wan şervan û lehengên di şerê Kobanê de cih girtin dizanîn ew şerekî ji bo parastina hemû civaka mirovahiyê ye, xizmeteke cîhanî ye. Di wexta xwe de gelek kesayetên wekî kompozîtorê Îngilîz Andrew Webb-Mîtchell ji bo deyndariya xwe ya li hemberî Arînan, Rêvanan, Gelhatan destnîşan bikin, di beşa xwe ya pîşeyî de berhemên binirx afirandin. Bi vî awayî piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd diyar kirin. Ev hevgirtina însanî û civakî hem watedar bû, hem jî helwesteke dîrokî bû.
Di nava Berxwedana Kobanê de eşkere bû ku, cihê jin rast beşdar bibe serkeftin misoger e. Jin cewherê xwe yê xwezayî yê ji serdema Xwedawendan girtî, hîn jî di kesayeta xwe de dihewîne û diparêze. Lewre ew agirê azadiyê yê Arînan, Rêvanan, Hebûnan, Gulanan, Destînayan, Medyayan di nava wê berxwedana dîrokî de gur kirîn, îro li çiyayên Kurdistanê geştir dibe.