Rojnameya Ronahî

Wêjeya jinê bû rengê jiyan û civakê

Birûc Resûl/Qamişlo

Di wêjeyê de çirûskên têkoşîna jinê hatin dîtin û nasîn. Herî zêde cihê jinê di civakê de pir baş diyar bûye. Her wiha bi şoreşa Rojava re pir destkeftiyên mezin bi destxistin û karîbûn rola xwe di her qadê de baş bi cih bîne.

Wêje hunereke bi pêşveçûna xwezaya mirovahiyê re pêşketiye. Hunerek e ku mirovahiyê xwe pê îfade dike û bi rêka wêjeyê jiyana xwe bedew dike. Wêje şêwazeke vegotinê yê gihandina hemû pêvajoyên dîroka çandî û jiyana mirovan a civakî ye. Lewre bi rêka vegotina wêjeyê mirovahiyê serpêhatî û nirxên xwe parastine. Rola jinê di wêjeyê de bi qasî ya di jiyanê û pênesekirina wê de ye. Di pêngavên civakî yên destpêkê de û heta niha jî rola jinê çawa di pêşketin û komkirinên nirxên civakî de bêhampa be, di wêje û pêşdebirina wê de jî heman rengî ye. Ti pêşketinên jiyana civakî bê wêje mayende nebûne. Lê belê heke em di roja îro de tenê tiştên nivîskî bigirin dest, wê demê dîroka berxwedan û têkoşîna mirovahiyê çawa ji bo pêşdebirina jiyanê û parastina nirxên mirovahiyê timî têkoşiya ne. Jinê timî cihê xwe di nav de bi rola pêşengtiyê girtiye. Lewre rola jinê di wêjeyê de di asta berpirsiyartiya parastin û bedewkirina jiyanê de ye.

Rola herî zêde jî dikeve ser milê jin; divê ku bi wêjeyê şikil bide hîs û hişê civakê. Divê civakê bide fikirandin. Di nava wêjeyê de jin dê weke netewê, çand û hebûnê bi wêjeyê bide mayîndekirin. Dema ku jin rola xwe di wêjeyê de nelîze wê demê dê wenda bibe û bê jibîrkirin û dîroka hebûna civakîbûna jinê dê wenda bibe. Dema ku jin têkoşîna jiyana azad bike, divê ku di nava wêjeyê de rola sereke bigire ser milên xwe. Di wêjeya Kurdî ya devkî de rola jinê gelekî xurt e.

Derbarê rola jinê di wêje de û bi taybet di warê wêjeya kurdî de berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriya yê Narîman Evdikê ji rojnemeya me re axivî.

‘Hijmara wêjevanên kurdî di demên berê de kêm bûn’

Narîman Evdikê balkişand li ser jinên demên berê û jina kurd heta çi astê cihê xwe di qadên wêjeyê de digirt û çi rolî dileyist û wiha got: “Em di dema berê de tune bûn, lê hijmarên pirtûkên ku jinên wêjevan û nivîskarên demên berê di destê me de hene. Li ser riya van pirtûkan me nivîskarên jin yên di demên berê de naskir û me dît ku hijmara wan şiqas kêm bûn. Em nivîskarin û lêkolînê dikin ji bona aliyên jinên wêjevan û nivîskarên berê, bi van lêkolînan jî em dixwazin dîroka jinên wêjevan derxînin ronahiyê. Her weha mirovên vê demê kêm pirtûkan dixwînin û kêm lêkolîna dîrokê dikin û ez bawerin gelek kes hene hîn nivîskarên berê baş nasnakin. Mînaka herî nêz Mestûra Xanim ne her kesî wê nasdike, heya ku bighêje pirtûka Mestûra Xanim wê gelek pirtûk di ber çavên wî re derbas bibin, heye ku bigihêje kar û xebatên Mestûra Xanim di qada wêjeyê de wê bi gelek kesên wêjevan û nivîskar re bikeve nava danûstandinê. Heyanî sala 1980’ê jî hejmara nivîskarên bi zimanê kurdî dinvîsînin kêmbûn.

‘Astengiyên nivîskarên dema berê’

Narîma wiha berdawamî da axaftina xwe û got: “Ji beriya neha jinê nedikarî hest û derbirînên xwe bi rengekî rehet bîne ser ziman û xêzbike. Ji ber ku li pêşiya jinê gelek astengî û sînor hebûn û carcaran jî dibe ku ji bona ku van sînoran derbasbike jiyana xwe jî ji dest bide û her tim jî bi tirs û xof tevdigeriya. Gelek nivîskarên jin ên di dema berê de, nvîsên xwe di rojname, kovaran de ne bi navê xwe dinvîsandin û belavdikirin. Angu nivîsên ku belavdikirin bi navê zilaman dihate weşandin. Ji ber ku di wê demê de tirsekî pir mezin ji dewletên dagirker hebû.”

‘Bi şoreşa Rojava re jinê pênûsa xwe azad kir’         

Narîman diyar kir ku bi şoreşa Rojava re jin di qada wêjeyê de û di hemû qadan de û bi rengekî aktîftir cihê xwe girti û tevlî bû û got: “Bi şoreşa Rojava re jin ne tenê di qada wêjeyê de cih girt, herwiha di hemû qadan de cihê xwe girt û tevlî kar û xebatê bû. Wekî volkankî teqiye û beriya her tiştî jin li xwe vegeriya, bi bawerî û îradeyekî mezin tevdigere. Di heman demê de ji bo jinên wêjevan û nivîskar bi şoreşa Rojava re derfetekî pir mezin li pêşiya wan vebû û bi şoreşê re asta nivîsandin û xebatên wêjeyî li Rojava hîn bêtir pêşket û dengvedana tekoşîna jinê gihişte tevahî cîhanê û bû pêşenga hemû jinên cîhanê. Em jin êdî bi rengekî azad, serbest kar û xebatên xwe bê tiris dikin û me cihê xwe hîn baştir di nava civakê de git.”

‘Pêwîste jin sînoran ji bona xwe nasneke’

Narîman Evdikê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi şoreşa Rojava re gelek derfet û destkeftî ket destê me. Her wiha civaka me ne civaka berê ye ku êdî jinê qebûl neke, ji ber ku jinê bi ked û tevlîbûna xwe xwe daye qebûlkirin. Lê em weke jin pêwîste ku em xwe nexapînin û gavên ji wisa zêdetir bavêjn û bibin alîkar ji jinên ku pêwîstiya xwe bi alîkariyê re heye. Ji milekî din ve jî em wekî jin piştgiriya hemû jinên cîhanê dikin ku bi hest û pênûsa xwe deng û rengê xwe belavê cîhanê bikin. Her wiha daxwaza min jî ew e ku jinên ku ji nivîs û xwendinê hezdikin, bile ji bona xwe tu astengiyan qebûl nekin.”