Rojnameya Ronahî

‘Êrîşên dagirkeriyê bandoreke neyînî li xebatên şaredariyê dike’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevseroka Desteya Şaredaryên herêma Cizîrê, Astêr Murad diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê astengiyan derdixe pêşiya kar û xebata me. Herwiha Astêr Murad da zanîn ku pirojeyên şaredariyan berdewam in û rêjeya bidawîkirinê ji sedî 75 pêkhatiye. 

Desteya Şaredariyên herêma Cizîrê ji bo hemû şaredariyên bajar û navçeyan weke deste û komkar e. Ew bi hemû nivîsgehên xwe ve karê xizmetguzarî û pirojeyên cuda ji bo gel dike. Îsal vê desteyê bi hevkariya hemû şaredariyên herêma Cizîrê pilannameya kar û xebatên xwe ya salane weke her car dan diyarkirin. Êdî li gor derfetên heyî kar û xebat li ser asta herêma Cizîrê meşandin.

Li gor Beşa Serjimarî û Cerdê ya Desteya Şaredariyên herêma Cizîrê diyar kir derket holê ku li ser asta kantona Qamişlo 217 piroje ne û ya Hesekê jî 148 pirojene. Herwiha mesrefa madî ya pirojeyên kantona Qamişlo 2 meliyon û 57 hezar û 658 dolarên Emerîkî ye. Di heman demê de mesrefa pirojeyên kantona Hesekê jî melyonek û 784 hezar û 597 dolar û76 sint e.

Piraniya van pirojeyan, pirojeyên av, çêkirina riyan, vekirina stad û baxçeyan, guhdan bi rewşa ekolojî, paqijî, kanalîzasyonê û hwd…

Armanc ji vî kar û xebata şaredariyên herêma Cizîrê çakkirina rewşa xizmetguzarî û çareserkirina pirsgirêkên gel e. Desteya Şaredariyan a herêma Cizîrê û şredariyên bin sîwana wê de weke her sal dest bi pirojeyan kir.

Lê  dema ku ev şaredarî di nav kar û xebatê de bûn êrîşên dagirkeriya Tirk ji wan re bûn astengî û heya astekê rê li pêşiya bidawîkirina pirojeyan hat girtin.

Girêdî kar û xebata şaredariyên herêma Cizîrê, hevseroka Desteya Şaredariyên herêma Cizîrê, Astêr Murad ji rojnameya me re axivî.

‘Êrîşên dagirkeriyê bandoreke neyînî li xebatên şaredariyê kirin’

Astêr Murad diyar ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker hin pirojeyên ku dikevin xizmeta gel de rawestandin û wiha got: “Dagirkeriya Tirk di 4’ê Cotmehê de êrîşên xwe yên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirtir kirin û bandoreke xwe yekser li ser binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê kir. Di encamê de jî ziyanên mezin gihandin jêderên bingehîn ên ku civak jê sûd digre. Rêveberiya Xweser jî ji ber vê yekê rewşa awarte ragihand. Weke Desteya Şaredariyan û şaredariyên herêma Cizîrê, em neçar man ku pirojeyên xwe di encama van êrîşan de, taloq bikin. Weke pirojeya ava bajarê Hesekê, ji bo ku pirsgirêka ava Hesekê çareser bibe me dest bi pirojeyeke mezin kir. Ji birojeyên giring ên ku di dema pêşde em ê, li ser wan biseknin jî, kolana hejmarek bîr li navçeya Amûdê bû ku wê av bi riya wan bîran ji bona bajarê Hesekê were gihandin. Lê ji ber van êrîşan ev piroje û pirojeyên riyan û hwd hatin rawestandin. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî herêmê dike û gel dike armanc. Em vê yekê bi tûndî şermezar dikin û wê berxwedana me li hember dagirkeriyê heya serkeftinê berdewambe”

‘Ji sedî 75 pirojeyên me pêk hatine’

Hevseroka Desteya Şaredariyên herêma Cizîrê, Astêra Murad eşkere kir ku rêjeya pirojeyên ku hatine pêkanîn ji sedî 75e û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li ser rewşa herêmê, kar û xebata şaredariyên herêma Cizîrê dike. Lê tevlî ku êrîş berdewam bûn, karên xizmetguzarî yên weke belvkirina avê bi riya sahrîncan û paqijiyê berdewam in. Herwiha pirojeyên din jî bi sedema êrîşên dagirkeriya Tirk hatin rawestiyan, weke pirojeyên beqaya, ziftikirina riyan û hwd… Em niha di rewşeke astengdar de ne, lê dîsa kar û xebata me ji bo pêkanîna pirojeyên heyî berdewam e. Di dema niha de rêjeya pêkanîn û bidawîkirina pirojeyan bi giştî ji sedî 75 pêkhatiye. Herwiha gelek astengî derdikevin pêşiya kar û xebata me. Di serî de êrîş û gefên dagirkiriya Tirk li ser Herêmê û ev yek ji bo kar û xebata ku tê meşandin astengiyeke mezin e. Di encama van êrîşan de binesaziya herêmê ji aliyê av, elektirîk û hwd ji xizmetê derketî ye. Em neçar bûn ku bi awayekî awarte çaksaz bikin û ev yek jî hêzeke diravî ya mezin jê re pêwîste, lewma em ji bo vê pirsgirêkê jî astengiyan jiyan dikin. Lê dîsa kar û xebata me ranewstiyaye û em niha li gor derfeta  xwe kar dikin û dixwazin pêdiviyên gelê yê jiyanê dabînbikin.”