Rojnameya Ronahî

Erdogan wê wêrankirina Sûriyê bidomîne

Zekî Bedran

Erdogan bê ku kes jê bipirse yan jî zextê lê bike got, Hemas ne rêxistinek terorê ye, hêzek a mucahît e. Nûnerên DYE û Îsraîlî bertek nîşanî vê dan. Tê zanîn ku van dewletan ji mêj ve Hemas xistine lîsteya terorê. Li gel vê jî Erdogan çima bi awayek vekirî Hemasê diparêze. Ne kesek wisa ye ku bertekên ji rojava nizane. Lê welatên rojavayî dizanibûn ku têkiliya Erdogan a bi Hemasê re di çi astê de ye. Erdogan hewl dida têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re sererast bike, ji ber wê jî nedixwest pir bi awayek vekirî bi Hemasê re bixweyê. Ewqas. Di aliyê hişmendiyê de Erdogan ji wan ne cuda ye.

Ma Erdogan niha jî El- Nûsraya ku DYE û welatên din terorîst îlan kiriye, li Idlibê naparêz e? Ma artêşa Tirk li Idlibê parastina El- Nûsrayê nake? Li wir bi milyonan kes di bin rêveberiya El- Nûsrayê de ne. El- Nûsra li gorî xwe wan perwerde dike, milîtanan berhev dike. Niha li Efrînê ev rêxistin bibandortir dibe. Ya ku rê ji vê re vedike jî Erdogan e. Yê ku hevkariyê bi DAIŞ, El- Nûsra û çeteyên din, çeteyên bermahiyên van rêxistinan in, di bin navê cuda de birêxistin dike ma ne Erdogan e? Belê. Erdogan bi awayek vekirî Kurdan ji Efrînê û herêmên din ên dagirkirî derdixe. Tunekirina nîjadî dike. Van hêzan li dijî Kurdan û rêveberiya Sûriyê bikar tîne.

Erdogan dibêje, “Li Gazzeyê Filistînî tên qetilkirin. Ji axa xwe tên derxistin. Emê ji bo van kiryaran Îsraîlê teşhîr bikin”. Di demek ku tevahî dewletên Ereban dengê xwe dernaxin de, Erdogan li Stenbolê ji bo Filistîniyan mitîngan çêdike. Nêznebûna Îsraîlê ya ji bo agirbestê û lêxistina Gazzeyê bi tundî şermezar kir. Lê di heman axaftinê de bi dengek bilind got ku dê şerê li hemberî Kurdan tundtir bimeşînin. Di 5’ê Cotmehê de wî bi xwe çavkaniyên jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binerd û sererdê wê bombebaran kir. Piştî wê jî ji bo xeta sînor a Kurd lê ne dagir bike û korîdorek terorê temam bike, diyar kir ku dê êrişên nû pêk bîne.

Erdogan êşên Filistîniyan ji bo armancên xwe yên siyasî bikar tîne. Di wateyek rast de tiştekî nake. Bi qîjewîjê Ereban û gelê Filistînê bedkariyê (suîîstîmal) dike. Dewleteke mezin rêve dibe. Wê bi mitîngan çi bi dest bixe? Ev ji bo Filistîniyan tiştek şênber nayîne. Lê di demek nêz de hilbijartinên herêmî hene. Ev qîjewîj û mitîng di cewherê xwe de ji bo hilbijartinê ne. Divê kesek vê demagojiyê û lîstokan cidî negire.

Erdogan her tiştê ji bo Filistînê li dijî derdikeve, ew bi xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dema Îsraîl dike dibe zalim, dema Tirkiye dike dibe “têkoşîna li dijî terorê! Dijminahiya Erdogan û Baxçelî ya li hemberî Kurdan sînoran nas nake. Li Qadên Parastina Medyayê bombeyên qedexekirî bi awayek rêkûpêk tên bikaranîn. Li gorî zagonên şer tev nagere. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi SÎHA yan gelek mirov qetil kirin. Heta erêkirin û piştgiriya NATO û DYE yê nebe nikare vê bike. Hêzên rojavayî di şerê Tirkan ê li hemberî Kurdan de piştgirî dan Tirkiyê û sûcên wan ji nedîtî ve hatin. Hem Erdogan deliqandin, hem jî êşên Kurdan kûr kirin.

Erdogan dibêje ku ewê cîhanê li dijî Israîlê rake. Dixwaze cîhan li hemberî qirkirina Kurdan bêdeng bimîne. Di rastiyê de bêdengbûnê jî têrker nabîne. Dibêje bila cîhan piştgiriyê bide da ez bi serê xwe Kurdan tune bikim. Ji DYE û NATO’yê re dibêje hûn hevkarên çawa ne, pêwîste hûn zêdetir piştgiriyê bidin. DYE û NATO ev bi salane her cûre çek û piştgirî da. Rêberê Kurdan, Rêber Apo dane Tirkiyê û pergala Îmraliyê ava kirin. Li gel vê jî Erdogan hîn ne rihet û razî ye.

Erdogan di cewhera xwe de weke Hemas, DAIŞ’ê û Talîbanê ye. Her çendî hewl dide xwe veşêre jî, di encamê de dijsemîtîzm, dijminiya li hember olên din û dijberiya demokrasiyê ya di hindirê wî de derdikeve holê. Erdogan dîroka dagirkeriya xwe weke fetihê bilind dike, armanca wî tevahî herêm girtin e. Erdogan kesayetek evqas faşîst e. Tevahî destkeftiyên Tirkiyê yên demokratîk  ji holê rakir. Weke Hîtler rêveberiyek faşîst û zilmkar ava kir. Çawa ku Hîtler Yahûdî û muxalîf tune kirin, jenosît pêk anî, Erdogan jî heman tiştan bi serê Kurdan û hêzên demokrat tîne.

Erdogan dibêje dê êrişên nû yên dagirkeriyê li Sûriyê pêk bîne. Li gel van gef, qetilkirin û sûcan deng  ji DYE û Ewropayê nayê. Bi awayek xwezayî ev karê faşîzma Tirk hêsan dike û cesaretê didê. Ji bo rawestandina dagirkerî û êrişan pêwîste hêz û xebatek baş bê kirin. Divê Kurd û Sûriyeyî di çepera xwe de tevahî amedekariyên xwe bikin. Heman demê de pêwîste raya giştî a hindir û ji derve bê agahdarkirin û bixin tevgerê. Bi gotina Erdogan, ji bo cîhanê rakin ser piyan bixebitin. Li hemberî faşîzmê tenê berxwedan û hevgirtina gelan dikare bibe asteng.