Rojnameya Ronahî

 Kobanê sembola berxwedanê ye

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Kobanê bûye sembola vîna azad a gelê Kurd û sembola serkeftina başbûnê li dijî xerabiyê. Ji ber ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêla vê serketinê xwîna bi deh hezaran keç û xortên xwe yên giranbuha dane. Hezkirin û rêzgirtina ji bo vê berxwedanê, yekîtiyek di nav gelên cîhanê de ava kir, ku gelên demukrat û azadîxwaz xwe deyndarê vê berxwedanê dibînin.

Di serî de serkeftina Kobanê mizgînîbû ji bona gelê Kurd û tevahî cîhanê û cîhan tev li dora vê berxwedanê bû yek deng û piştgiriya xwe ji bona vê roja pîroz raberkir.

Piştî Kobanê li gel kantonên Cizîr û Efrînê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, Tirkiye û dewletên herêmê hêrs bûn. Bi riya Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin. Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê îlona 2014`an de ji 3 aliyan ve êrîşî Kobanê kirin. Bi hezaran çete ji tevahî Cîhanê beşdarî şerê li dijî Kobanê bûn. Lê kurd û dostên kurdan li dijî êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Kurdan li vir şerekî dîrokî da meşandin û Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê rizgarkir. Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re bû serkeftina dîrokê. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bûbûn belaya serê gelên Cîhanê li vir têk çûn. Şervanên kurdan li Kobanê 136 rojan berxwedanek bêhempa û dîrokî dane meşandin. Li gelek welatan di serî de li Asya û Ewropa piştgirî dan berxwedanê û Roja 1`ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Li Kobanê di serî de berxwedana şervanên YPG’ê, YPJ’ê, Burkan Elfirat, gelê Bakurê Kurdistanê, Başur û Rojhilat û tevahî cîhanê bûn xwediyê vê serkeftinê.

Herçiqasî ku dijminê gelê Kurd û mirovahiyê piştgirî dane çeteyan û xwestin ku vîna gelê Kurd û hêviya hemû azadîxwazan bişkînin, lê li Kobanê mirovahî destê xwe da hev û dilê mirovahiyê bi hev re ji bona azadî û serkeftinê lêdida. Ev hemû hêz û bawerî bi xwe re serkeftina hêzên azadîxwaz û demukrat pêkanî û binkeftina hêzên tûndrew û hevkarên wan anî. Li Kobanê rojên dîrokî bi xwîna şehîd û pakrewanan hate xêzkirin û bi rizgarkirina Kobanê re hêviyê milyonê mirovên azadîxwaz pêkhat. Ji ber ku berxwedana Kobanê bû berxwedana mirovahiyê û serkeftina Kobanê jî bû serkeftina mirovahiyê. Lewra di 1’ê Mijdara 2014’an de bi milyonê mirovan li tevahî cîhanê ji bona azadiya Kobanê rabûn ser piyan û bi yek dengî gazî kirin Kobanê wê bi ser bikeve û serkeftin pêkhat. Li gelek dewletên cîhanê meşên girseyî li bajar û bajarokan bi boneya salvegera vê roja dîrokî careke din piştgirî û dilsoziya xwe ji bo Kobanê raberkirin.

Di 1’ê Mijdara 2014’an de hemû gelên cîhanê bi hev re bûn yek û piştgirî dan berxwedana Kobanê.  Bi milyonan gelê cîhanê meş lidarxistin û daketin qadan û alên YPG’ê û YPJ’ê rakirin, di bin dirûşmeya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, bang li civaka navneteweyî kirin ku destekê bidin berxwedaniya gelê Kurd ji bo ku amadekariyên lezgînî bikin. Di wê roja dîrokî de, xwepêşandanên ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan û daxuyanî belav kirin û tê de behsa vê yekê kirin; ku roja yekê Mijdarê bibe roja cîhanî ya piştgiriyê bi Kobanê re, û li gorî vê yekê bi milyonan kes li piraniya welatên cîhanê ji bo destekê bidin berxwedaniya Kobanê daketin qadan. Di bin dirûşmeya “Ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê seferberiya cîhanî” hat îlankirin.
Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina şoreşa Rojava ya cîhanê de û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke girîng lîst. Bi vî rengî şoreşa Rojava xurtir kir û di serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin cih girt û ji bo gihandina têkoşîna gelê Kurd ji hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê re mîsyonek dîrokî bi cih anîn.

Serkeftina ku li Kobanê hat bidestxistin ji aliyekê ve li pişt vîn û hêza şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û ji aliyekî din ve jî piştgirî û piştevaniya gelên hemû cîhanê bû. Derketina bi milyonan ji çar aliyên cîhanê yên ji bo piştgiriya Kobanê, roleke girîng lîstin. Gelê Kurd roja 1’ê Mijdarê ji bîr nake û di sedsala 21’an de di tekoşîna navneteweyî de dê roleke girîng bilîze. Vê berxwedanê planên Çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê pûç kirin, Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin. Îro jî Kobanê bûye xwedî mînaka berxwedanê li cîhanê.  Ji ber vê yekê nabe ku roja yekem ya meha Mijdarê weke roja piştevaniya Kobanê, tenê ji bo gelê Kurd were naskirin, ji ber ku piştevaniya hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e.  Her wiha piştgiriya berxwedana Kobanê tê wateya piştevanî û piştgiriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û bi piştevaniya gelên cîhanê, berxwedana Kobanê biserket û tacîdar bû.

Piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bûn û projeya xwe ya xweseriya demokratîk pejirandin, ev yek bû sedema tirsê ji bona dagirkeriya Tirk û dest bi êrîşeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dagirkeriya tirk hewl da ku tola têkçûna DAIŞ’ê hildin û rê li ber serkeftinên ku pêkhatine bigre û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê gel pêkhatine ji holê rake.  Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng list û ev berxwedanî û rihê wê hîn jî li hemberî dewleta Tirk didome.

Çawa ku Kobanê li berxweda û bi ser ket û bi berxwedaniya xwe bû sempol ji bona tevahî cîhanê û cîhan tev ji bona Kobanê rabû ser piyan û rizgarkirina Kobanê kete rûpelên dîrka mirovahiyê. Wê li hemberî dagirkeriyê û êrişên wê yên qirkirinê her berxwedan û tekoşîn bê navber bidome. Berxwedana rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rihê Kobanê û bi hevgirtina cîhanî wê heyanî serkeftinê bidome.