Rojnameya Ronahî

Hamas û Tirkiye çiyê hev in?!

Volqan Elî

Di 7’ê meha 10’an de Hamasê li ser Îsraîlê êrîşeke xeter pêk anî. Li ser cewhera êrîşê dikare gelek tişt were gotin. Lê ev dibe mijareke cuda. Tenê tiştê were gotin ew e; li hemberê nijadperestî û çavnebariya Îsraîlê, Hamasê bi zêhniyeteke din a nijadperestî û paşverû êrîşa xwe li ser hedefên sivîl pêk aniye.

Hê di ser êrîşa Hamasê re roj derbas nebibûn, Îran derket û got, ‘têkiliya me bi vê êrîşê re tine, lê em Hamasê destek dikin’. Îsraîlê jî ev piştrast kir ku ‘di mijara ku Îran tevlî vê bûyerê bûye de ti delîlên wê yên saxlem tine’. Herweha bi êrîşê re, Hamasê dest bi propagandeya çalakiyên xwe kir. Hamasê jî tiştên dihatin heman wateyê anî ziman ku destên hêzên herêmî tê de tine. Werhasil her hêzê helwesta xwe yan jî bêhelwestiya xwe bi rengekî nîşan da. DYE’yê û Înilîzîstanê keştiyên xwe yên şer şandin herêmê. Ji aliyê dewletên Ereb ve helwesteke ji şerên berê jî kêmtir ji bo Îsraîlê nîşandan. Bi giştî dewletên Ewrûpayê jî li cem Îsraîlê sekinîn. Diyar e Îran û Îsraîl ji hev agahdar in, yanî dizanin dijminên hev in lê wekî ku yek ji yê din re bêje, ‘ez dizanim di binê vê bûyerê de kî heye û vê gavê hedefa min ne tu yî’.

Di vê derbarê de sekna herî balkêş ya Tirkiyeyê bû. Di rojên destpêkê de ji ber tam ne diyar bû kî wê çi bike, Tirkiyeyê ji bo her du milan banî kir ku aram bin. Lê her ku dem derbas bû aliyê xwe bi temamî diyar kir: Hamas. Hamas çi hêz e. Ji aliyê  hêzên hakim ên cîhanê ve wekî rêxistineke ‘terorîst’ tê naskirin. Ji wê zêdetir jî di çaraseriya pirsgirêka Filîstîn û Îsraîlê de hişmendiyek neteweperest, netew-dewletê esas digire.

Hamas, ji aliyê Tirkiyê ve bi fermî hatiye qebûlkirin. Li Tirkiyeyê buro û berdevkên wan heye. Dema ku êrîşa li dijî Îsraîlê hate bihîstin, Bulent Arinç ku avakerekî AKP’yê wisa gotibû; “nan û ava wan em didinê. Çalakiyeke wisa çawa li dar dixin.” Eger hêzek nan û avê bide yekî, ne dûr e ku jê re plan çêbike û aqil bidê. Jixwe gotineke pêşiyên Tirkan heye, dibêje “yê ku nanê gawiran bixwe, şûrê wan bi kar tîne”. Ya din jî piştî şer dest pê kir hemû çapemeniya Tirkiyeyê wekî ku şerê wan û Îsraîlê be, dest bi propagandaya li dijî Îsraîlê kirin. Jixwe dema Hamasê êrîşa li dijî Îsraîlê li dar xist, dewleta dagirker a Tirk li ser serê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bombe dibarand. Wekî ku mejiyekî ev kiryar ji yek navendê biplankiribû û dimeşand. Ji xwe îhtimal heye ku ev herdû bûyer tesadufek bin. Lê îhtimaleke zeyif e. Tirkiye dixwaze bibe xîlafeta hemû Misilmanan, herî kêm ji gelên herêmê û gelê Ereb re wekî parazvan nîşan bide. Eger ev nebe jî herêm li gorî wan were avakirin.

Çima îhtimaleke zeyif e. Ji ber ku hemû çapemeniya Tirkiye wekî ku artêşa dagirker a Tirk bi Îsraîlê re ketibe şer, li dijî îsraîlê propagandayeke reşkirinê dimeşînin. Ev, ne wekî berê tenê ji bo durûtiyekê ye. Rast e, dewleta dagirker a Tirk, hemû çapemenî û saziyên wê yên fermî û ne fermî durûtiyekê dikin. Di kêliya ku Tayip Erdoxan digo, “ka mafê mirovan, Îsraîl zarok û sivîlan dikuje” de wî bi xwe talîmat dida ku zarok û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûrî werin kuştin.

Lê ya ku Tirkiye bi hemû hebûna xwe dike, niha dijatiya Îsraîlê ye; xewn û xeyala Osmaniyên Nû dibîne. Dixwaze bi hestên neteweyî yên gelê Ereb bilîze, da ku karibe bibe parazvanê civaka Ereb û vê xewna xwe bike rastî. Ew nebe jî, pêşiya yekitiya gelên Ereb û Kurd bigire.

Bi îhtîmaleke bi quwet Tirkiye ji bo ku Hamas êrîşeke wisa bike, ew sor kiriye. Ji aliyê plan û teknolojiyê ve destek kiriye. Lewra, Îran an jî hêzeke din a dijberê Îsraîlê nikare bi hêsanî bikeve Xazeyê û alîkariya Hamasê bike. Dîsa, herî dawî li Xazeyê nexweşxaneyek hate bombekirin. Li navarastê ma. Her du mil diavêjin ser hev. Ev, axaftina Hakan Fidan tîne bîra mirov. Fidanê wezareta Erdoxan digot, “divê em bikevin Sûrî, hincet basît e. Em ê derbasî wî milî bibin û çend rokêtan bavêjin vî milî. Ji te re sedem”. Gelo dixwazin şer gur bikin, da ku Îran bikeve nav şer, şer girantir bibe? Eger ti ji van nebe jî, Tirkiye ji niha ve dest bi hemleyeke dîplomatîk bi dewletên Ereb re kiriye. Yanî sedemek lazim bû, ji bo hemleyekê bike.

Tirkiye ji Erebên Filîstînê re dewletê dixwaze, dizane berjewendiyên dewletan timî nakokiyan diafirîne. Li aliyê din tehamula zimanê Kurdan jî nake. Nakokiya di navbera Îsraîl û gelê Ereb de, ne bi projeya du dewletên cuda lê bi projeya neteweya demokratîk çareser dibe. Du dewlet jî hezar dewlet jî heman tişt e , timî ji bo nakokiyan dibin çavkanî. Timî şer  û kuştinê vedixwînin. Vaye rewşa gelê Ereb li holê ye! Zêdetirî bîst dewletên Ereb hene; ti kes naxwaze du milyon Filîstînî bihewîne!