Rojnameya Ronahî

 Bingeha Sîstema saziyên Rêveberiya Xweser Netewa Demokratîk e’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rûken Ehmed da zanîn ku sîstema rêveberiyê di saziyên Rêveberiya Xweser de li ser bingeha Netewa Demokratîk tê birêvebirin û got, bi felsefeya Rêber Apo û xwerîxistinkirinê wê tevahiya pirsgirên sîstema Rêveberiyê bên çareserkirin.

 Sîstema ku tevahiya saziyên  Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê li ser kar û xebatan dimeşîn in, li ser bingeha projeya Netewa Demokratîk hatiye avakirin. Ev sîstema ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava û avabûna Rêveberiya Xweser e bûye bingeh, bi demê re di kar û xebatên aborî, dademendî, siyasî, çapemenî, xizmetguzarî û civakî de  pêşxistinên berbiçav   afrandiye. Herwiha hewil tê dayîn ku tevahî kêmasî û astengî bên derbaskirin.

Girêdayî sîstema saziyên Rêveberiya Xweser hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed ji rojnameya me re axivî

‘Li ser bingeha Netewa Demokratîk Sîstema rêveberiyê hatiye avakirin’

Rûken Ehmed da zanîn ku sîstema saziyên Rêveberiya Xweser ji ya tevahiya sîstemên cîhanê cûdaye ya û wiha got: “Sîstma rêveberiyê  ya ku îro di nav saziyên Rêvebeiya Xweser de tê meşandin ji ya hikumeta Şamê pir cûdaye. Saziyên hikumeta Şamê li ser sîstema girêdayî dewletê ku ew jî desthilatdar e tê meşandin. Bi vî awayî li cem wan tu têkilî di nav civak û saziyan de tune ne. Dewlet ne bi rewşa civakê dizane, lewma civak rastî glek êş û astengiyan tê. Cudabûna sîstema saziyên me ji yên hikumeta Şamê ew ku sîstema saziyên me li ser fikr û felsefeya Rêber Apo û netewa demokratîk e. Herwiha sîstema hevbeşiya di nav kar û xebatê de ye e, hem jî jin û mêr bi hev re karê rêveberiyê didin meşandin. Di heman demê de têkilî di navbera rêveberî û civakê de li pêş e. Ev tê wateya ku rêveberiya saziyan bi rewş, êş û pirsgêkên civakê dizane û çareser dike.”

 ‘Nenaskirina netewa demokratîk, dibe sedema hin şaştiyan’

Rûken Ehmed diyar kir ku nenaskirina fikr û felsefeya Rêber Apo, nexweşiyan ji bo sîstema rêveberiyê bi xwe re tîne û wiha domand: “Saziyên me li bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî rojane kar didin meşandin. Ev kar û xebat li ser bingeha felsefeya netewa demokratîk e. Lê di hin saziyan de û kêm caran pirsgirêkin derdikevin holê; Weke bîroqiratiyet û  karderenghiştin. Ev ji bo sîstema rêveberiyê weke nexweşî û pirsgirêkan tên hesêbkirin. Ev nexweşî û pirsgirêk jî,  ji encama nenaskirin û netêghiştina netewa demokratîk e û ev yek dihêle ku di sîstema rêveberiyê de lawazî derkeve. Zihniyeta van kesên ku netewa demokratîk nasnekirine di bi bandora  zihniyeteke girêdayî sîstema desthilatdariyê de ye. ”

‘Pirsgirêkên sîstema rêveberiyê bi riya felsefeya Rêber Apo çareser dibin’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed destnîşan kir ku hemû nexweşiyên heyî yên sîstema rêveberiyê wê bi felsefeya Rêber Apo û xweperwerdekirinê werin çareserkirin û wiha axivî: ” Pêwîste her rêveberek di karê xwe de xwedî hakimiyet be, da ku nebe rêveberekî an jî rêvebereke desthilatdar, divê dilnezm be. Ji ber ku sîstema rêverberiyê hunereke û divê ew rêveber civak û derdora  ku lê kar dike, baş nas bike. Pêwîste rêveberên saziyên me terzê Rêber Apo ji xwe re bikin nimûne. Rêber Apo kar û xebata ku dikir bi plansazkirî bû, wî kar li her derê dida meşandin, lê ew ne li her deveran bû. Ev tê wateya rêxistinkirina kar. Ev yek jî ji ber ku bi rewşa rêxistinê baş dizanîbû û baş kontrol dikir. Êdî em di wê ferqê de ne ku hin pirsgirêkên sîstema rêveberiyê ya weke bîroqiratîk û yên din bi riya terz û felsefeya Rêber Apo tên çareserkirin. Karê rêvebertiyê bi cih û demê ve nayê girêdan, ango dema pirsgirêkek çêbibe divê nebêje ev ne di dema karê min yê destnîşankirî de ye. Lewma divê kesên rêveber bi dem û cihan ve neyin sînordarkirin. Da ku karê civakê bi awayekî dirust were meşandin, pêwîstiya rêveberên saziyan bi xwerêxistinkirin û xweperwerdekirina li ser bingeha fikrên netewa demokratîk heye. “