Rojnameya Ronahî

Êrişên Dêrazorê ji ruxandina binesaziya herêmê ne qutin

Dilyar Cizîrî

Di demekê de di serî de çavên cîhana ereban û xelkên rojhilata navîn li şerê di navbera Israîl û Xeza de ye, komên çete yên girdayî hikûeta Şamê careke din ji rojavayê Çemê Firatê êrişî gundên Dêrazorê yên rojhilatê çemê Firatê ku ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve têne birêve birin, kirin. Şervanên QSDê vê carê jî bi erka xwe ya parastina herêmê rabûn û bersiva êrişkaran da. Di encamê de 19 çete hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Balkêşe di heman demê de şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li bajarê Şedadê ya başûrê Hesekê êriş li dijê hêzên ewlekariya hindirîn pêk anîn. Li ser malperên girêdayî DAIŞ’ê de hate ragihandin ku wan êriş pêk aniye.

Ev careke din hevkariya hikûmeta Şamê, DAIŞ’ê piştevaniya xwe ji dewleta Tirk digre aşkere diyar dibe. Her çendî di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk nakokî hebin jî, lê li ser dijberiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirinek xurt a di xeta civînên Astana de hatine rêsandin, heye.

Ji ber wê jî êrişa dawî yên li Dêrazorê, tevgera DAIŞ’ê û êrişên ezmanî yên dewleta Tirk û hedefgirtina wan a binesaziya xizmetguzariyê û qutê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tu awayî ji hev ne qut in. Ew di bin îdayên cûda dixwazin vê dema çav li rewşa Xezaye ji xwe re qezenc bikin û destkeftiyên herêmê binpê bikin.

Di heman demê de dixwazin şerê xwe yên li dijî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê li dijî Amerîka û tolhildana ji Hemasê re nîşan bidin. Ew baş dizanin ku Koalîsyona Navdewletî ku bi serkêşiya Amerîka ku bi salane li herêmê ye û gelek bargehên xwe hene, vekirî dibêje ew ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê li herêmê û di warên din de tiştekî nîşanî gelê herêmê nadin.

Heger Amerîka hevkariya xwe ya rastî nîşan bida wê rê li ber hikûmeta Şamê ya êrişkirinê girtiba û wê ji  bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser gavên cidî avêtibe. Ya din jî wê herî kêm ji hevkara xwe ya NAOTyê Tirkiyê re gotiba raweste û êrişî binesaziya herêmên Bakurû Rojhilatê Sûriyê neke.

Gelê Bakur û rêveberiya herêmê ya leşekerî û siyasî van rastiyan dizane û li ser esasê xeta sêyemîn ji danîna têkiliyan a bi hemû aliyan re vekiriye, têkiliyên xwe datîne.  Vê xetê zemîn ji serketinên dîplomasî, siyasî û leşkerî re vekirine. Ji ber wê jî her çendî koma Astana dixwaze tekoşîna siyasî û leşkerî ya vê herêmê wekî girêdayî hin aliyan nîşan bidin.

Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her carê de bersiva hemû aliyan dide û dibêje em parastina xwe dikin, em ne ji bo ti kesî şer dikin. Wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê riya xwe ya li ser esasê xeta sêyemîn hîn jî berdewam be. Bê guman di rewşa heyî de ku êdî şerê cîhanê yê sêyemîn hîn zelaltir nîşan dide, wê bêtir serkeftina xeta sêyemîn ku di destpêka şoreşê de pir behsa wê dihat kirin, zelal bibe.