Rojnameya Ronahî

Ziman parçeyek ji têkoşîna jinê ye

Nehîr pale

Civaka Kurd ziman çavkaniya hebûna xwe dîtiye û bi riya gotinên pêşiyan û hunerê heyanî astekî zimanê xwe yê dayîkê dane bikar anîn û parastine.

Pêşiyên Kurd ji bo ziman gotine: ` Ziman dayîk e, ji dayîka xwe şerm neke`, bi vî awayî hewldane ku zimanê xwe yê dayîkê biparêzin.

Ziman ê dayîkê ye ev jî tê wateya ku ziman parastin, dayîne bi kar anîn û pêşxistin parçeyekî girîng ê têkoşîna jinê ye. Di sedsala 19`emîn de piştî ku gelê Kurd dest bi serhildanan kiriye yek ji rêbazê dagirkeran ku li hemberî gelê Kurd dayîne bi kar anîn, ew ji zimanê wan dûrxistin e. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê zarokên Kurd anîne rewşa ku ji zimanê xwe yê dayîkê şerm bikin û bikaranîna zimanê tirkî pîvana pêşketinê diyar kirine. Sûriyeyê jî ji derveyî zimanê erebî destûr nedida ku tu pêkhate bi zimanê xwe baxive û li ser Kurdan bi temamî qedexe kiribû. Bi riya vê polîtîkayê hewl didan ku gelê Kurd ji kokê qir bikin û dawî li hebûna wan bînin.

Dayîkên Kurd di her şert û mercî de zimanê xwe dan bi kar anîn û ji ber zimanê dîtir fêrnebibûn tu maf ji wan re nedihat dayîn. Şensê ku hebûna xwe diyar bikin û xwe bidin îfade kirin ji wan re nedihat dayîn. Lê yên ku ziman û hebûna gelê Kurd parast dayîkên Kurd in.

Rêber APO di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de dema ku ziman weke têgeh pênase dike gelekî girîngî dide ziman û dibêje ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye û nasnameya hebûnê ye. Her wiha Rêber APO civaka ku ji zimanê xwe yê dayîkê dûrketiye û zimanê dagirkeran bi kar tîne wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimîne.

Li Rojavayê Kurdistanê niha bi hezaran zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê daxivin û dinivisîn in, ev deskeftiyekî mezin ê şoreşê ye. Ji bo ev zarok fêrî zimanê xwe bibin gelek bedel hatin dayîn. Dewletên dagirker her tim êrîş dikin da ku xebatên ziman bidin rawestandin.

Hêzên dagirker wê tucarî destûr nedin ku zimanê kurdî pêşbikeve û wê bibin kelem. Lê belê nêzîkatiyên dayîk û bavên ku paşeroja zarokên xwe di dibistanên Rêveberiya Xweser de nabînin û dibezin dibistanên rejîma Sûriyeyê, ziyanekî mezin dide zimanê xwe yê dayîkê û şoreşa Rojava. Ji bo zarokên wan xwendina rejîma Sûriyeyê bikin her tiştî didin ber çavên xwe û wan rênakin dibistanên Rêveberiya Xweser. Ev malbat îxanetê li dîrok û têkoşîna ji bo ziman hatiye kirin, dikin û wê tucarî neyên efû kirin.

Jin wê çawa têkoşîna ziman bike? Gelek rêbaz hene ku jin têkoşîna ziman bike. Êdî ne tenê ziman biparêze her wiha pêşbixîne. Mînak paşeroja zarokên xwe di fêrbûyîna zimanê Kurdî de bibîne, dayîkên nizanin bi zimanê xwe bixwînin û binîvsînin ew bi xwe jî fêrî zimanê Kurdî bibin. Di nava civakê de kesekî nizanibe bi zimanê xwe bixwîne û binîvsîne neyê qebûl kirin û helwest jêre were deynin.