Rojnameya Ronahî

7`emîn pêşengiha şehîd Herekol a pirtûkên bi dawî bû

Birûc Resûl/Qamişlo

7`emîn Pêşangeha şehîd Herekol a Pirtûkan ku di 28’ê Cotmehê de li hola Zana ya bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin bidawî bû. 60 weşanxane beşdarî pêşengehê bûn û 140 hezar pirtûk di pêşengehê de hatine pêşandan.

Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîrên a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî û gelek weşanxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî pêşengehê bûn. Li gorî Desteya Çand û Hunerê, armanca wan ji pêşangehê pêşkêşkirina berhemên wêjeyî yên nivîskaran û teşwîqkirina xwendina bi zimanê kurdî ye.

7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi beşdariyeke berfireh a weşanxaneyan, pirtûkxaneyan, saziyên hunerî û wêjeyî yên heremî û biyanî li Qamişloyê piştî 4 rojan bi dawî bû.

Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk bi naverokên cur bi cur û di nav de 14200 serenav hatin pêşandan. Buhayên pirtûkan li gor naverokê, cihê çapkirinê û mezinahiya pirtûkê cuda ne. Her wiha weşanxaneyên biyanî ku ji derve tevlî pêşengihê bûne nêzî ji sedî 75ên

Ji her çar parçeyên kurdistanê, Îmarat, Îraq,Lubnan, Misir, îtaliya û belcîkiya jî tevlî pêşengehê bûn. Di pêşengihê de pirtûkên ku hatin pêşkêş kirin bi zimanê Kurdî, Erebî, Soranî, Îranî, Turkî, Ingilîzî û Firensî û pirtûkên ku hatine wergiran din jî hebûn.

Di derbarê pêşengihê de, endmê komîteya emedekar Alan Abdullah ji rojnemeya me re axivî û got:”Vekirina pêşengehê ji bona gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftieke mezin e, ji ber ku dewletên dagirker dixwestin kurdan û nasnameya wan tune bikin. Lê îro nivîskar, rewşenbîrên kurd nasnameya kurdan didin nasîn û diparêzin. Her wiha di vê salê de tevgerkî pir aktîf pêşangeh hat lidarxistin û bi beşdarbûna hemû saziyên Rêveberiya Xweser, dibistan û zanîngeh,  xwestek û kelecana ji bo xwendinê hîn baştir pêşket.

Alan Abullah wiha axaftina xwe bi dawî kir: “7’mîn pêşengiha pirtûkan a şehîd Herekol piştî 4 rojan bi dawî dibe. Tevlîbunekî xurt ji milê ciwan, zarok, nivîskar û tevahî saziyên rêveberiya xweser û civakê bi giştî ji pêşengehê re hebû. Pêwîste ku em weke gelê Kurd xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derkevin. Em ê, her tim piştgirî bidin pêşxistin û parastina çanda xwe û ji bona ku asta xwendin û nivîsandinê jî hîn bêtir di nava civakê de pêşbikeve.