Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK’ê ji hêza rojnemevanên azad ditirs e

31/10/2023
in NÛÇE
A A
PDK’ê ji hêza rojnemevanên azad ditirs e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji bo bêdengkirina dengê heqîqetê, hêzên PDK’ê binpêkirinên xwe yên li dijî  rojnemevanan zêdetir dike. Herî dawiyê di 25’ê Cotmehê de rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed li deriyê Sêmalka bêy ku sedemek yasayî hebe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Ji ber kiryarên hêzên PDK’ê û nebûna azadiya karê rojnamegerî û tengkirina azadiyan a li Başûrê Kurdistanê, roj bi roj binpêkirinên li dijî rojnamegeran  zêdetir dibe. Rojane ji aliyê hêzên PDK’ê  ve binpêkirinên wek, desteserkirina kelûpelên rojnamegerî, lêdan, astengî û revandina rojnamegeran, pêk tê.

Li gor amarên rêxistinên parastina mafên rojnamegeran, roj li pey rojê azadiya rojnamegerî li Başûrê  Kurdistanê xirabtir dibe û  ew ji bo karê rojnamegeriyê ne qadek bi ewleye. Ji ber ku gelek caran rojnameger ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê rûbirûyê gef, lêdan, kuştin û girtinê tên.

Li gor amarên Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran, di sala borî de 431 binpêkirin li beramberî 301 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine kirin.

Li gor amarên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê jî di sala 2022’yan de 73 binpêkirin li beramberî 158 rojnamegeran pêk hatiye.

Li gor rapora Rêxistina Aştî û Azadî ku taybete bi parastina maf û azadiyan, di sala borî de 259 binpêkirin li beramberî 399 rojnamevanan pêkhatiye. Her wiha di rapora duyem a rêxistina nûçegihanan de jî hatiye gotin, 303 binpêkirin li beramberî rojnameger û saziyên çapemeniyê pêkhatine.

Herî dawî di 25’ê Cotmehê de Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed li deriyê Sêmalka bêy ku sedemek yasayî hebe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û heta niha jî windaye. Piştî hefteyekê ji revandina wî, di 30 Cotmehê de bi şev di saetên dereng de Asayîşa PDK’ê ya Dihokê  bi daxuyaniyek tije berovajîkirin û nerast belav kir û îtiraf kir ku Silêman Ehmed ji aliyê wan ve hatiye revandin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê  Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Di heman çarçoveyê de Ajansa Rojnews daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev hefteyeke rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me (Rojnews) Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve hatiye revandin û heta niha jî windaye. Şeva borî Asayîşa Dihokê eşkere kir ku wan Silêman Ehmed revandiye.

Silêman Ehmed xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev pênc salin li Başûrê Kurdistanê dijî û li gel ajansa me de kar dike. Roja 1’ê Cotmehê ji bo taziya babê xwe û serdana malbata xwe bike bi awayek fermî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Dema divegere Başûrê Kurdistanê, li deriyê Fîşxabûr (Sêmalka) bêy ku ti sedemek yasayî hebe û ti tiştek diyar bikin, ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê ve tê revandin. Ji wê demê ve peywendiya wî li gel me û malbata wî qut bûye. Silêman Ehmed rojnamevanek çalak bû, di nava pênc salan de bêy ku qut bibe bi berdewam kar kiriye. Di heman demî de endamê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, şeva borî asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek ya li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire. Em weke ajansa Rojnewsê vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse .”

Derbarê heman mijarê jî, Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan têkildarî revandina rojnamevan Silêman Mihemed got: “Em daxwaz ji aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêmê dikîn ku çarenûsa Silêman Mihemed eşkere bikin û bi selametî vegere ser karê xwe.”

Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê jî  revandina rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed şermezar kir û xwest demildest çarenûsa wî were eşkerekirin.

Di heman çarçoveyê de Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (Ronus) bi daxuyaniyekê  revandina  Silêman Mihemed Ehmed şermezar kir û got: “Divê di zûtirîn dem de çarenûsa Silêman Mihemed bê eşkerekirin. Binçavkirina Silêman Mihemed tawaneke li djî azadiya fikir û ramanê ye.” .

Herwiha CPT’yê jî, banga eşkerekirina çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed kir û got; “Li gor yasayên cîbicîkar, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîste cih û sedemên girtina rojnamevan Silêman Ehmed ji malbata wî re eşkere bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.