Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA girêdayî binçavkirina Silêman Ehmed daxuyaniyek da

31/10/2023
in NÛÇE
A A
YRA girêdayî binçavkirina Silêman Ehmed daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) têkildarî revandina edîtorê Rojnewsê, Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Girêdayî heman mijarê jî Hevserokê Raghandina Azad got, bila PDK’ê bêhisab nemîne.

Îro, bi armanca şermezarkirina kiriyara binçavkirinê ya ku di derheqê edîtorê Rojnewsê de yê ku ji aliyê Asayîşa Dihokê ya girêdayî desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve pêk hat, Yekîtiya Raghandina Azad daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bû, herwiha daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) hat xwendin û rojnamevanên  bakur û rojhilatê Sûriyê tevlî vê daxuyaniyê bibûn.

Di destpêka daxuuaniyê de bal hat kişandin li ser jiyana Edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed û wiha hat gotin: “Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)  û Edîtorê beşê Erebî ya Ajansa ROJ NEWS Silêman Ehmed, bi destpêka şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li cihê lê ji dayîk bûye Efrînê dest bi xebatên ragihandinê kir û wekî sedan ciwanên herêmê bi pênûs û kamîreya xwe dengê şoêreş bi raya giştî re ragihîn. Piştî di sala 2018’an de Kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, malbata Silêman Ehemed jî wekî sedhezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin û bi zora çekên herî pêşketî yên NATO’yê ji warê xwe hatin derxistin.Malbata Silêman Ehmed bi hêviya vegera Efrînê li herêma Şehba ya girêdayî di kampên koçberêyê de bi cih bûn. Ji ber şert û mercên  jiyanê yên zehmet Silêman Ehmed wekî dehan ciwanên Rojava yên di saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê dixebitin, derbasî xebatên ajansa Rojnewsê ku navenda wê li Silêmaniyê ye bû. ”

Herwiha daxuyanî  wiha hat domandin: ” Di serî de Hikûmeta Başûrê ji rewşa Silêman berpirsyare  ji ber girtina silêman li derveyî hemû pîvan û yasayên mafê mirovan û xalên wê yên derbarê parastina rojnamevanan de. Di roja 25’ê Cotmehê de û dema Silêman Ehmed xwest di heman riya tê re derbasî Rojava bû vegere ser kar xwê yê li Başûrê Kurdistanê, agahiya malbat û hevalên wî jê qut bû.  Ev çend sal in bi belgeyên fermî li Başûrê Kurdistanê dimîne û xebata xwe didomîne. Bi heman belgeyan jî demek berê ji bo serdana malatê di deriyê Sêmalka (Fîşxabûr) re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Piştî çend rojan hate zanîn ku ji aliyê desthiladariya Hewlêr ve hatiye girtin. Heta 6 rojan jî bi tu awayî agahî jê ne dihat girtin. Herî dawî û piştî zext ji aliyê hevalên wî û sazî û dezgehên ragihandinê çêbû, rayedarên PDK’ê bi îdayên li diijî nirxên kurdayetiyê gotin ku Ehmed li gel wan  girtî ye.”

Di dawiyê de Yekîtiya Raghandina Azad wiha banga xwe anî ser ziman: ” Em Yekîtiya Ragihandina Azad girtina endamê xwe ku niha edîtorê Rojnews e Silêman Ehemd ji aliyê desthilata Hewlêrê bi tundî şermezar dikin    û piştevaniya xwe bi Silêman re nîşan û dengê xwe tevî dengê hevalên wî yên Rojnews li Başûrê Kurdistanê dikin..Di heman demê de bang li rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, sazî û dezgehên parastina mafê rojnaemvanan û di serî de Yekîtiya Rojnamevnan a Navdewletî, Rojnamevanên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamevanan û hemû sazî û dezgehên navdewletî yên di rêza wan de dikin ku ji bo serbestberdana Silêman Ehmed erka xwe pêk bînin. Di heman demê de ji hikûmeta Hewlêr daxwaz dikin zext û zora ser rojnamevanan û binpêkirinên li dijî rojnamevanan dikin rawestandin û di zûtirîn dem de Silêman Ehmed serbest be. ”

Têkildarî  binçavkirina nûçeghan Silêman Ehmed, rojnamevan Canê Xemgîn  diyar kir ku PDK’ê bi îdaên derew rojnamevan Silêman dan girtin . Hikûmeta Başûrê Kurdistanê astengiya derdixin pêşiya rojnamegerên ku ji bo doza kurdî û raghandina rastiyê kar dikin. Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirkî bi rehetî karê xwe li Başûr didin meşandin, ev tê wateya ku PDK’ê çiwqasî dibe xizmetkara dijminên gelê kurd. ”

Girêdayî heman mijarê hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad Dilyar Cizîrî da zanîn ku PDK’ê bi riya binçavkirina Silêman Ehmd kiryareke dijî nirx û pîvanên xebatên raghandin û parastina rojnamevanan e. Herî dawî got, bila dezgehên parastina mafê rojnaemvanan Yekîtiya Rojnamevnan a Navdewletî, Rojnamevanên Sînornenas û hwd destwerdanê di binçavkirina rojnameger Slêman Ehmed de bikin û hesab ji PDK’ê bixwazin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.