Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

100 saliya komara qirker

29/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

29 Cotmehê 1923 an de Komara Tirk bi awayek fermî hatiye damezrandin.

Ev sed sale, komara Tirk û hîşmendîya kemalîzmê buye bela serê milletê Kurd, bi taybetî û milletên dîtir bigiştî. Komara qirker, Kurdîstan û Anadolî kirin mezelên milletan, olan û mezheban. Vê komarê bê kuştin, qirkirin, talan kirin û wêran kirinê, karekî baş di dîroka xwede pêşnexist. Sed salên kû vê komarê li pey xwe hişt, ji bo gel û welatê me bi tenê plansaziya tunnekirin û hilweşandinê bu. Welatê me kû weke bihuşt bu, kir qada mirin, hejarî û belengaziyê. Xapandina mirovan binavên curbecur, dekûdolap û komployên hişmendiya kemalîzmê, plan û dafikên danîn, kû milletên ser vê xakê dijîn tenê bibin Tirk. Ji bo wê wezîrê karê Dadê, yê nijadperest û ne mirov, Mahmut Esat Bozkurt weha digot: Ev welat, welatê me Tirkane, kesên ne Tirk, li vî welatî yek mafê wan tenê heye, ew jî xulamtî û koletiye‘.

Li ser vê hişmendiya hov, ev komar hate birêvebirin.

Milletên dîtir qirkirin, zimanê wan çanda wan û hebûna wan a fîzîkî jî, ji holê rakirin.

Sosretên gellekî giran li serê me Kurdan dane meşandin, em kirin neyarê kok, ol, ziman, çand û mirovahiya xwe. Zarokên me kirin neyarê bav û kalên xwe.

Konsulê Emerîkayê yê despêkê yê komara Tirk Joosep, kemalîzmê weha şîrove dike: ‚Wergera hevoka Kemalîzmê, bi wateya cîhanî Faşîzme‘! Kemalîzm faşîzmekî, ji faşîzma Hîtler û Mussolînî girantir û bi jehrtire.

Tiştên bi navê ol ku hişmendiya xwe ji senteza Islama Tirk digre, li nava gelê me belav kirin. Hişmendiyek bi vê rengî avakirin, kesê li Kurd û Kurdîstanê xwedî derkeve, wê ji dîn derkeve û bibe kafir. Kesê bibe Misilmanên senteza Îslama Tirk; divê lixwe û koka xwe nifira bike, ji xwezaya xwe dur bikeve, bibe kemalîst û bibe Tirk. Tişta bi navê ol di nava civaka mede hate bicîh kirin, nîjadperestiya Tirk û olekî dijberî ola Îslamê ya rast bû.

Tiştên bi navê zanist di nava civaka mede hate pêşxistin, serê sibehan di dibistanan de bi siruda Tirkan, xwe înkar kirin, jixwe rev û derew lixwe kirin.

Ev komar li ser tunekirina gelê me û gelên vê herêmê dijîn wek Ermen, Aşûr, Çerkez û gelên kevnar yên dîtir hate damezrandin. Pirs ev e? Ev jehra sed salan wê çawa were bê bandor kirin? Bandora vê jehrê li hemû aliyên jiyana me hatiye bi cîh kirin. Buye weke çandekî û ketiye fikir û ramanê me. Gotinekî Kurdan heye dibêjin, hûn xwe bi heft avan bişûn, hûn paqij nabin.

Belê fikr û ramanê kemalîzmê ku bingeha vê komarê, li ser hatiye ava kirin, li hemû qadên vê xakê hatiye bi cîh kirin. Herî zêde xwe bi navê Ol bi cîh kiriye. Ev ola kû sexteye û bingeha xwe ji kemalîzmê girtiye, buye pirsgirêkek giran. Ji bo oldar di serî de karibin xwe ji vê hişmendiyê azad bikin, divê xwe careke din li gor pîvanên Qur’ana pîroz, suneta Pêxember s.X.l. û eqilekî paqij, ji bêjingê re derbas bikin. Lewre ev Misilmanên ku îro bi navê Misilmantiyê, li ser vê xakê dijîn, ji îslama rast dûre û berovajî vê yekê, îslama dijê, îslama Muhemmedî ye.

Post Views: 89
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.