Rojnameya Ronahî

‘Çareseriya pirsgirêkên herêmê Pirojeya Rêveberiya Xweser e’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Desteya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser bi awayekî domdar Şandeyên derve pêşwazî dike û li gelek paytextên cîhanî hevdîtinan pêk tîne.  Endama desteyê Gulistan Elî diyar kir ku naveroka hevdîtinên wan danasîna projeya Rêveberiya Xweser, sûcên dagirkeriya Tirk û pirsgirêka çete û malbatên DAIŞ’î ne.

Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta niha, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, ew hewldana pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî dike, herwiha li ser asta cîhanê gelek danûstendin û civîn pêk anîn e. Rêveberiya Xweser ku tevahiya gelên  bakur û rojhilatê Sûriyê di nava xwe de dihewîne,  gelek gavên girîng avêtin, di 18’ê Nîsanê 2023’an de jî, rêveberiyê Benameyeke ku ji 9 xalan pêk tê, ragehand, li gorî siyastmedar û lêkolînerên siyasî ev beyanname ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê çareseriye. Ji bo danasîna Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, Desteya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser bi awayekî domdar Şandeyên derve pêşwazî dike û li gelek paytextên cîhanê têkiliyan ava dike.

Derbarê kar û xebatên Desteya Têkiliyên Derve endama Desteya Rêveber a Desteya Têkiliyên Derve ya bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî ji rojnameya me re axivî.

Gulistan Elî diyar kir ku ji Desteya Têkiliyên Derve û şandeyên Rêveberiya Xweser tevgereke berbiçav pêk tînin û wiha got: “Bi armanca danasîna şoreşa Rojava, projeya Rêveberiya Xweser, teşhîrkirina sûcên dagirkeriya Tirk û bandora êrîşên wê, çaresrkirina pirsgirêka çete û malbatên DAIŞ’ê yên li cem Rêveberiya Xweser, herwiha ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, şandeyên Rêveberiya Xweser ji bo gelek welatên derve danûstendinana pêk tînin. Wekî her kes dizane çareserkirina pirsgirêkên li bakur û rojhilatê Sûriyê pirojeya Rêveberiya Xweser e, ji bo wê divê naverok, armanc û danasîna Rêveberiya Xweser ji şandeyên derve re bê şîrovekirin.”

 ‘Armanca dagirkeriya Tirk, dagirkirina tevahî axa Sûriyê ye’

Gulîstan Elî di berdewaymiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku her tişt li Sûriyê hat hilweşandin, êrîş gihaşt astê herî bilind û hikumeta Şamê xwe paş de kişand, di wê demê de gelên Rojava biryar girtin ku bi xwe parastin û rêvebirina xwe bikin, ji aliyê gel ve pirojeya Netewa Demokratîk hat pijirandin. Ji xwe çeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin destekdayîn, armanca wan jî ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ber bi qirkirinê ve bibin û pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibin, ji bo wê ev rewş jî ji şandeyên derve re tên nîqaşkirin. Siyaseta dewleta tirk ji bo dagirkirina axa Sûriyê giştî ye, ji ber ne tenê hin herêmê bakur û rojhilatê Sûriyê hatine dagirkirin, ji Sûriyayê jî Idlib, Ezaz û Cerabils dagirkiriye, di heman demê de herêmê me jî Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dagir kiriye.”

‘Mayîna çete û malbatên DAIŞ`ê li ser tevahî cîhanê metirsiye’

Gulîstan Elî diyar kir ku dosiya çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser girtî ne, dosiyeke cîhanî y e û wiha got: “Divê helwsteke cîhanî bê eşkerekirin ku dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê wê bi çi rengî be, lê mixabin ji sala 2014`an de û heta roja îro jî dewletên navnetewî ji bo dadgehkirina DAIŞ`ê, tu çareseriyê peyda nakin, tenê vegerandina hin jin û zarokên DAIŞ` ye, ne çareseriye, ji ber ne tenê jin û zarokên DAIŞ`ê li vê derê ne, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên ku li ser tevahiya cîhanê xeter in, hene. Mayina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bûmbeyekî demikî ye û di kîjan demê de wê bi teqe em nizanin. Ji xwe girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê di wan de girtî ne , ne li gorî zindanên navnetewîn e, êdî parastinek heye heta astekê ye, lê heta çiqasî wê ev dirêj bike ne diyare, herwiha em dibînin ku rojane êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê berdewamin û ev êrîş dihêle çeteyên DAIŞ`ê hîn zêdetir xurt bibin û tevger bikin.”

 ‘Divê li hemberî sûcên şer cîhan xwe bêdeng neke.”

Endama Desteya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê Gulîstan Elî axaftina xwe wiha qedand: ” Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê me ne bûyerekî nû ye, ji sala 2011`an ve heta roja îro êrîşên wê berdewamin. Bi hemû awayan dewleta dagirker sîyaseta xwe li ser herêmê dide meşandin, êdî niha tiştê ku di xizmeta gel de ye, bi hovane dike hedef, wê xwest ku gelên herêmê û Rêveberiya Xweser tengav bike. Êdî tê xwestin daxwaziyên Rêveberiya Xweser ji aliyê qomîteyên lêkolîner û kesên ku sûcên şer dişopînin, werin herêmê û sûcên dewleta tirk a dagirker li hemberî civak, Saziyên xizmetguzarî ê di xizmeta civakê de kirine li ser bisekinin, bêdeng nemîne û destek ji vî gelî re bê dayin, kesê van sûcan dikin û destê wan tê de heye li hemberî dadgehên navnetewî werin tewanbarkirin û hesabxwestin, li gorî wan sûcan jî bên cezakirin çi dewlet be çi kesayet be ev mafeke. Êdî pêwîste ji bêdengiya sûcên şer re dengek bê kirin.”