Rojnameya Ronahî

‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Rêvebera Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo anî ser ziman ku dîroka tcrîdê vedigere dema destpêkirina komployê û ji ber ku dewleta Tirk û hêzên desthilat ji felsefya Rêber Apo ditirsin, Rêbertî tê tecrîdkirin. Herwiha Hediya Şemo diyar kir ku çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam in.

Di sala 1999’an de, di encama Komployeke Navneteweyî de ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih girtin, Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan  hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha tecrîdeke giran li ser tê ferizkirin. Ji beriya 23 mehan ve û heta niha tu agahî ji Rêber Apo nehatin e girtin. Hêjayî gotinê ye ku têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan kampaniyeke cîhanî hate destpêkirin. Ev kampaniya cîhanî jî li 74 navendan tê meşandin û bi rengê daxuyanî, konvedan, komcivînan wê ev kampaniye were meşandin.

Girêdayî tecrîda ku li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan tê meşandin rêvebera Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo ji rojnameya me re axivî.

‘Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam in’

Hediya Şemo da zanîn ku wê têkoşîna ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo werin berdewamkirin û wiha got: ” Dema ku em behsa tecrîda ku li ser Rêber Apo ya ku tê meşandin bikin, divê em 9’ê Cotmeha 1998’an bi bîrbixin. Ji ber ku wê demê komplo li ser Rêbertî hate destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navnetewî hate revandin û girtin. Destpêkirina tecrîdê bi destpêkirina komployê re hate destpêkirin.

Ev bûye zêdeyî 2 sal û nîv ku em ti agahiyan li ser rewşa Rêber Apo nagirin. Rêxistinên cîhanî yên ku bi navê mafê mirovan bang dikin, ev bû 25 sal ku çavên xwe ji tecrîdê girtine. Ev rêxistin bêheqiya ku dewleta Tirkiyê di şexsê Rêber Apo de dike, dibînin, lê bê helwest û çavê xwe ji vê yekê digrtin. Ji bo me ev yek cihê şermezarkirnê ye, lewma gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, gelê Kurd li hemû Kurdistanê û tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi têkoşîneke bêhempa kirine. Em weke jinên azadîxwaz  û li ser asta cîhanê em ê, dest bi damezirandina kongir, konfiranis, hevdîtin, meş û daxuyaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.”

‘Tirsa hêzên navdewletî ji felsefeya Rêber Apo ye’

Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nakeve xizmeta hêzên navdewletî û wiha axivî: ” Felsefeya Rêber Apo li ser bingeha azadiya jin û civakê, pêkhatiye û herwiha  yekîtiya gelan ji bona xwe bingeh digre. Ev felsefe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn û hemû pêkhateyên wê baweriya xwe bi vê felsefeyê anîn e. Herwiha pirtûkên parêznameyên Rêber Apo jî bi gelek zimanan li ser asta cîhanê hatine wergerand. Di heman demê de nav û dengê felsefeya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bû û bala gelek civakan jî kişand. Pêwîste fikrir û ramanê Rêber Apo herwiha pirtûkên wî di dibistan û zanîngehên cîhanê de bibin metiryalên perwerdeyê û bo xwendekar û civakê wane werin dayîn. Ev yek jî nakeve çarçoveya berjewendiyên hêzên desthilatdar ji bona vê yekê li pêşiya belavbûna remanê Rêber Apo digre û astengiyan derdixe. Di serî de dewleta Tirk a faşîst û piştgirên wê yên hêzên navdewletî, îro fikr û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re bûye tirsa herî mezin. Lewma tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk a faşist û hêzên navdewletî ve tê kirin. Em vê tecrîdê tu carî qebûl nakin û bi tûndî şermezar dikin. Ji ber ku ev tecrîd ne tenê di şexsê Rêbertî de tê kirin, lê li ser tevahiya gelê kurd e. Pêwîste Gelê Kurd û hemû gelên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her tim li ser piya bin û di nava kar û xebatêdebin.