Rojnameya Ronahî

‘Bêdengiya navneteweyî hevkariya bi sûcên dijmirovî re ye’

Mihemed Xanim/ Qamişlo

Endamê Desteya Rêveber ya MSD’ê Ezher Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên niha dewamiya êrîşên qirkirinê ye ku bi 10’ê salan dagirkerî dide meşandin û got, gelên Rojava di ber tevahiya mirovahiyê de şerê çeteyên DAIŞ’ê kir û berdêlên giran dan, divê cîhan jî bi erkê xwe yê exlaqî rabe û çavê xwe ji êrîşên dagirkeriya Tirk negre. 

Dewleta Tirk a dagirker ji despêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, dest bi êrîş û planên qirêj yên li dijî gelên Rojava kir. Dagirkeriyê bi riya komên çete yên wekî Cebhet Alnusra û çeteyên DAIŞ’ê êrîşên berfreh li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Lê piştî têkçûna hewldanên dagirkeriya û pêşketina pergala Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi riya artêş û çeteyên xwe êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Herî dawiyê di 4’ê Cotmeha 2023’an, dagirkeriya Tirk bi dijwarî êrîşî  heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de 2 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dewleta Tirk a dagirker binesaziyên heremê kir armanc û di encamê de 17’e jêderên petrolê, 11 stasyonên enerjiyê, 2 navendên tendirustiyê, navendeke nan, 48 dibistan û zêdeyî deh navendên pîşesaziyê hatin hedefgirtin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan, endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Ezher Ehmed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk yên 4’ê cotmehê yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, berdewamiya êrîşên qirkirinê yê ku bi 100’ê salan li dijî gelê kurd tê meşandin û wiha domand: “Êrîşên li ser Rojava , Başûr, Şengal, Mexmûr û Qadên  Berxwedanê Yên Gerîlayên Azadiyê tev bi yek armancê pêk tên, ew  jî qirkirina gelê Kurd e. Zêdebûna êrîşan di vê demê de ne tesadife, bi salvegera Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ev êrîş pêk ahtin, dagirkeriya Tirk  xwest bi van êrîşan vîna gelê kurd yê ku li ser ramanên Rêber Apo têkoşînê dike, bişkîne.”

‘Hêzên desthilatdar ji projeyên demokratîk ditirsin’

Ehmed bakişand ser tirsa dewleta Tirk a dagirker ji projeya Neteweya Demokratîk û wiha got:”Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser  ya ku Netewya Demokratîk asas digr ditirs e, êrêşên xwe yên li dijî gelên herêmê pêk tîn e. Dewleta Tirk dema ku dibîne li bakur û rojhilatê Sûriyê rêveberiyek demokrat heye, sazî xwe bi rêxistin dikin, karê xizmetguzariya bi rêk û pêk tê meşandin û hêzek leşkerî ya parastina gelên herêmên dike heye, ew zêdetir hêrs dibe û êrîşên hovane yên li dijî herêmê zêdetir dike. Herwiha tirsa dagirkeriya Tirk ya herî zêde ji belavbûna fikrê Rêber Apo ye. Her pêşketinek li cem gelê kurd tirsekê di dilê dagirkeriya Tirk de çêdike.”

‘Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe dibe hevkarê dagirkeran’

Ehmed da zanîn ku hêzên navneteweyî ji ber berjewndiyên xwe çavên xwe ji êrîşên dagirkeriyê digrin û wiha pê de çû: “Herdem di civînên Astanayê de hikumeta Şamê, Îran, Rûsya û dewleta Tirk û çeteyên wê dixwest in Rêveberiya Xweser têk bibn û destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji holê rakin. Herwiha ev hêzên desthilatdara yên ku li ser axa Sûriyê ne, ji fikrê Neteweya Demokratîk ditirsin û xwestin bi tevahiya rêbazan rê li ber belavbûna fikrê azad bigrin. Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe ji pirojeya Xwişk û biratiya gelan bi tirsin.  Ji ber ku çiqas demokrasî bi hêz bibe, sîtemên desthilatar lawaz dibin. Hikumeta Şamê jî cihê xwe di nava planên li dijî Rêveberiya Xweser digre, ji ber wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdenge û tu helwstê nîşan nade. Hikumeta Şamê dixwaze îradeya gelên herêmê bê şikandin û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê têk biçin, dixwaze rewş vegere wekî beriya 2011’an, da ku desthilatdariya xwe li ser tevahiya Sûriyê ferz bike. Ji ber wê jî demokrasî û projeya Neteweya Demokratîk ne li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê ne. Tevî ku armancgirtina binesaziya herêmê sûcekî dijmirovî ye, lê her kes û di nav de hikumeta Şamê jî, bêdengin.”

‘Divê demokratên cîhanê bi erkê xwe yê exlaqî rabin’

Endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed bang li azadxwazên cîhanê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di dema niha de, bi van êrîşên qirkirinê yên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd dide meşendin, tevahiya cîhan bêdenge, dagirkeriya Tirk tevahiya pêwistiyên jiyanê yên gelên herêmê dike armanc. Her kesê ku bi dagirkeriya Tirk re di nava peymanan de û li hemberî sûcên dagirkeriyê xwe bêdeng dike, hevkarê sûcên dijmrovî yê dagirkeriya Tirk e. Em bang eniya demokratîk li cîhan, kesên hiqûnas, siyastmedar, rewşenbîr û çalakvan dikin ku li wijdanê xwe vegerin û li hemberî êrîşên dagirkeriya yên li ser herêmê bêdeng nemînin. Gelê Rojava di ber tevahiya cîhanê de şerê çeteyên DAIŞ’ê kir û bi hezara şehîd danîn, ji bo parastina nirxên exlaqî yê mirovahiyê berdêlên giran dan, lê li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava tevahiya cîhan bêdenge. Divê cîhan li wijdanê xwe binêre û lêborîna xwe ji gelê Rojava bixwaze.”