Rojnameya Ronahî

Kurd û neyarên Kurdan

Cîger Dilşad

pir caran rastî gotineke wiha hatime;”neyarên me ne wekî neyarên tu welatî-dî ne!”  Rast e, neyarên Kurdan ji pir hêlan ve naşebihin dagirkerên  deverên din, welatên din. Ji gelek hêlan ve dagirkerên kurdistan’ê xwedî taybetiyên cuda û xweser in.

1-welatekî perçekirî;welatên din yekparebûna axa wan heye, ji dervayî 2-3 mînakan bi gelemperî welatên wan nehatî parçekirin. 2-3 mînakên hene jî ew welatî bûne du perçe;wek Vêtinama, Kore û demekê Yemen, ango li ci û deverên din jî dagirkeriya welatan hatiye kirin, lê mîna li Kurdistan’ê 4 dagirkerî tune ye. Ji lewra jî ji bûyî Kurdistan’ê pênaseya”mîtîngeha navnetewî”hatî kirin.

2-Baweriyeke perçe kirî; di civakên din de baweriya gel bi olekê, an jî bi du olan heye,çê dibe(ne bawerî, ol li Kurdistan’ê çar ol û bi piranîya mezheb û tarîqatên xwe hene.(yanê ne bi tenê ji hêla erdingariya ve ji hêla bawerî û baweriya olî ve jî perçeperçe bûye, ango hatiye perçekirin. Di civakên din de ol ji derva li ser wan hatibe feriz kirin jî, piştî demekê wî gelî kariye bi bawerî  û motîfên xwe oleke netewî ji xwe re derxîne holê. Li Kurdistan’ê ol li dijî Kurdan wekî çek lê hatiye û hêj jî tê bi kar anîn.

3-Zimanekî perçe kirî; ji hezarê salan ve nebûyîna xwedî rêveberiyeke navendî, xurtbûna êl û eşîrtiyê, asêbûna erdingariya Kurdistan’ê, ji hêla din ve jî her dewleteke dagirker bi ferizkirina zimanê xwe û înkarkirina zimanê Kurdî, bi xwe re pişaftineke ji ber xwe derxistî holê. Herwiha nebûna elêfbeyeke netewî hiştî ku Kurdên perçeyekî ji wêjeya Kurdên perçeyekî din sûdênwêrnegirin. Vê yekê jî bi demê re dûrketina giyanî derxist holê. Rêber APO vê rastiyê wiha şîrove dike;”Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde bibe, ew tê wê wateya ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqas zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemoniya zimanên din, ev jî tê wê weteyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.”

4-Sîyaseteke perçe kirî; nebûna bîrdoziyeke netewî (di serdema Feodalîzmê de ol wekî îdeolojyeke netewî rist dilîst) û di encama wan her sê xalên jorîn de sîyaseteke netewî derneketiye holê, ango hafîzeyeke netewî nekemiliye, berevajî wê sîyaseteke perçekirî misaletî ser Kurdan hate kirin. Li gel sîyaseta perçekirî, saziya îxanetê jî wekî sîyaseteke bingehîn xistin nava Kurdan ku, Kurd bi tu carî nikaribin sîyaseteke netewî bi pêş bixin.Çimkî wekî ku Rêber APO dibêje;”Civakên bê polîtîka yan jî polîtîkayên wan qelas, yan wê ji derve ji aliyê desthilatdariyekê ve bêne tunekirin û bibin mîtîngehan  jî ji hundir ve wê ji aliyê elîteke desthilatdariyê û çîneke mêtînkar ve zordestiyê bibînin û bêne mêtin”

5-Dilînên perçekirî; bê guman di welatekî perçekirî, civakeke perçekirî, siyaseteke perçekirî û ba weriyên perçekirî de negengaz e ku mirovên xwedî dilên û ramanên kamêl derkevin holê! Li warê ku her tişt perçekirî be wê kesayet jî û dilînên ferdên wê civakê jî perçekirî bin! Ji lewra kesê/a Kurd bi giranî bêdena wan li cihekî ye lê raman, dilîn û xeyalên wan yên perçekirî li sed cihên din e! Kesayetên kemilîne dibin xwedî dilîn û ramanên hatine pijandin û kamil! Kamilbûna kesayetê û dilînan jî bi welatparêziyeke xurt gengaz dibe. Kamilbûna kesayeta Rêber APO bi welatparêziya wî ya xurt ve girêdayî ye.Rêber APO vê rastiyê wiha bi lêv dike;”Bi min de aliyê welatparêziyê xort e. Weke ku ez dizanim çawa bi xwezayê re tê jiyîn, bi hêsanî ez wê ji bîra  nakim. Ez li mayîna li wan qiracan, dolan û xerbeyan tu caran eciz nedibûm. Lê gundiyên me yên wê demê her dem direviyan. Ji xwe teşeyê reva ji wan axan qet li xweşiya min nediçû. Ji ketina wan a nava jiyaneke hêsan pir aciz dibûm û vê yekê her dem ez didam hizirandin. Ez her dem li ser wandakirina wan mirovan dihiziriyam.”

Picrre Clastres dibêje ku;

“Dîroka gelên ku bê dewlet mane, di heman demê de dîroka têkoşîna wan gelan li dijî dewletê ye.” Gotineke rast e. Lê ji bo me kurdan kêm e, Tenê di sedsala 19’mîn Û 20’mîn de bi dehan berxwedan hatine pêşxistin; Baban, Rewandoz, Bedirxan Beg, Ubeydullah Nehrî, Mele Selîmê Bedlîsî, Koçgirî, Mahmud Berzencî, Îsmaîl Simko, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mahabad û hwd. Lê dîroka kurdan bi qasî ku dîroka têkoşîna li dijî dewletê ye, ewqas jî dîroka bi xencera xayînan hatiye lewitandin . Dîroka îxanetê ye! Heta ku dîroka îxanetê û bi taybetî îxaneta Mala Barezani’yan baş  veçirînin, kurd fêrî zaravayên xwe nebin, zimanekî hevpar ji zaravayên xwe neafirînin û ji çanda li her perçeyekî bi pêşketî haydar nebin, dilîn û mêjîyekî realîst dernexin holê, yekîtiyeke rast têkûz û mayînde zehmete ku pêk bê. Ango, wê dîroka me kurdan her dîroka li dijî dewletê û têkçûna bi îxanetê be.

Bi kurtasî ne neyarên Kurdan wekî dagirkerên welatên din in, ne jî Kurd dişibihin gelên din. Bi Rêber APO û PKK ê re gaveke mezin ber bi welatparêzîyeke rast ve hate avêtin. Lê li gorî cangoriyên ku heta îro hatine dayîn û êşa ku beşeke mezin ji civakê kişandî, welatparêziya birêxistinkirî pir û pir lewaze, li şûne! Welatparêziyeke nerêxistinkirî tiştekî nayê! di rêxistinkirinê de hêza civakî derdikeve holê û ew dibe hêza serkeftina misoger.Herwiha ji bûyî serkeftineke misoger pêdiviya me Kurdan bi axlaqekî civakî heye. Axlaqê civakî mîna ku Rêber APO dibêje;

“Mirov dikare exlaq ji bo civakê weke hafîza polîtîk jî qebûl bike. Civakên ji exlaq bûne yan jî ji exlaq mehrûm bûne hafîza xwe ya polîtîk ji dest dane, ango hêza wan a pîvan û saziyên ji rê û resmê xelasbûye, ji dest dane. Ev jî tê wê weteyê ku civak ji xwe mehrûm maye, li her cure kirînên ji hundir û derve yên asîmîlasyonîst, mêtînkar û arastinê zordestiyê hatiye vekirin.”

Em wekî gel di pêvajoya di qirkirinê re têne derbas kirin. Ji lewran em ê rêxistina xwe ya civakî xurt bikin û tev bi hev re serkeftî bin, an jî em ê werin tune kirin. Wekî gel biryara  me ye! Du rê li pêşiya me hene; an serkeftin an jî wekî gel tunebûn!