Rojnameya Ronahî

Ramanê Rêber Apo mifteya çareseriyê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Ev zêdetirî 25 salin ku dewletên komploger tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo didine meşandin û dixwazin di kesayeta Rêber Apo de vîna gelê Kurd bişkînin.

tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 2 sal zêdetir e ku tu agahî jê nayên girtin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda dewleta Tirk a li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye, her tim bê hincet ‘cezayên displînê’ li Rêberê Gelê Kurd têne birîn, herî dawî jî ev 6 mehên ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî nehatiye çêkirin.

‘Tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe girantirdibe’

Ayid Abrahîm diyar kir ku di ser komploya navneteweyî re 25 sal derbas dibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran deye û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan ev 25 salin ku li girtîgiha Imraliyê berxwedan û têkoşînê li dijî sîstema hegemon dide meşandin. Mafê jiyanê ji Rêbertî hatiye standin û heya niha nahêlin hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were çêkirin, ji ber fikarek wan heye ku fikir û remanê Rêbertî yê ji bona demokrasiyê li cîhanê zêdetir belav bibe. Divê rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî û di serî de CPT bi erkên xwe rabin û çavê xwe ji rewşa Rêbertiyê negrin. Rêber Apo ji bo mafên gelê bindest derketiya holê û têkoşînê dide meşandin, lewra rastî êşkence û tecrîdeke girankirî tê. Herweha di bin navê cezayê disiplînê de derfet nayê dayîn ku hevdîtina parêzer û malbata wî pêre were çêkirin.

Ayid wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Rêber Apo fîzîkî dîl girtiye lê fikir û felsefeya wî di nava gelan de dijî” bi vê peyamê axaftina xwe anî: “Bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo tu carî nikarin vîn û berxwedana me bişkînin. Îmralî deriyê aşîtî û azadiyê ye divê bê vekirin û Rêber Apo bê azadkirin. Ji ber Rêbertî kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û tevahî gelên Rojhilata Navîn azadiya wan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

‘Ji bo azadiya Rêber Apo parastina civakî esas e’

Ayid Abrahîm da zanîn ku ji bo azadiyê parastina civakî pêwîst e û wiha behsa pêkanîna azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan kir: “Gava ku azadiya Rêber Apo misoger bibe wê parastin û azadiya civakê jî pêkwere. Zextên ku gel li ser dewletê daye avakirin hişt ku dewleta tirk biryara darvekirina Rêber Apo vekişîne û bi tekoşîna gelê Kurd û dostên kurdan komplo hate valederxistin. Herweha dema ku Rêber Apo bi komployeke navnetewî hate revandin û girtin gelek kesan canê xwe dan ber agir li hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşandan. Ji ber vê yekê ancax bi tekoşîn û berxwedana gelê kurd azadiya Rêber Apo pêkwere. Banga me ji hemû parêzer û kesayetên welatparêz re ew e,  ku bi erkên xwe rabin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo wî azad bikin.”

Endamê qordînasiyona TEV-DEM’ê Ayid Abrahîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li dijî komployê her roj li ser lingan bin û wiha got: “Wê fikirê Rêber Apo yê Netewa Demokratîk bibe bersiva tevahî pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst ê ku rojane dunyayê talan û wêran dike, ji bo vê jî em tu carî dev ji bilindkirina têkoşînê bernadin heyanî ku azadiya Rêber Apo pêkwere.”

‘Ji ber projeya ku pêşkêş kiriye 25 sal in di zindanê de ye’

Di heman çarçoveyê de endama Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Yasmîn Meşayix di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelan daye meşandin û gefên li ser wî têne meşandin wiha vegot: “Ji destpêka têkoşîna ku Rêber Apo ji bo rizgarkirin û azadkirina gelên bindest ji hêzên desthiladar dide meşandin”. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo her dem di nava hewldan û lêkolînan de ye, lê çareseriya ku nîşan dike li dijî sîstem û siyasetên hêzên hegomanîk e, lewra bi komployeke navneteweyî Rêber Apo ji Sûriyeyê hat derxistin. Xwestin bi vê komployê projeya Rêber Apo vala derxin û ew radestî dewleta tirk a dagirker kirin, li girtîgeha Îmraliyê heya niha tê dîlgirtin û ev bû 25 sal ku li ser wî tecrîdeke girankirî tê meşandin.

‘Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Yasemîn wiha dawî da axaftina xwe û got: “Em di bin konê rûmetê de îro amade bûne, ji bo ku bertekên xwe li dijî komploya navnetewî bidin nîşan dan ji cîhanê re û banga azadiya Rêber Apo dikin. Êdî bes e ji tecrîd û komployê re, em azadiya Rêber Apo dixwazin. Xeyala me ew e ku em Rêber Apo di nav xwe de bibînin û bi hevdû re jiyanek azad û rûmet bijîn. Di vê komployê de dewlet tevahî destên xwe dan hevdû û di kesayeta Rêber Apo de li dijî gelê Kurd komplo pêk anîn. Yek ji wan welatan Sûriyê bû ku di 9’ê Cotmehê de bi komployekê navnetewî Rêber Apo ji Sûriyê derxistin, ev jî destpêka komployê bû. Dîlgirtina Rêber Apo tê wateya tirsek ji fikir û felsefeya wî heye. Ji ber ku fikirên wî li dijî siyaseta desthiladariyê ye. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Dem dema azadiya gelan e. Dema serhildan û raperîna li dijî dewleta Tirk a dagirker û şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê ye.”