Rojnameya Ronahî

Ayîşa Hiso: Jin hebûn û hêza civakê ye

Ayşa Silêman/Qamişlo

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Ayîşa Hiso diyar kir ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jina kurd  gavên pir mezin avêtin û nasnameya xwe isbat kir, herwiha da zanîn ku jinê bi kar û xebatên xwe, wekî tevahiya qadan, di qada doplomasî de jî rola wê sereke bû.

Derabrê kar, xebat û pêşketina jina kurd di qada doplomasî de Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ayşa Hiso bersiva pirsê rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

  1. Jina kurd bi naskirina fikrê Rêber Apo re tevlî gelek kar û xebatan bû û di asta pêşengtiyê de cihê xwe girt, bi taybet jî di warê doplomasî de. Hûn kar û xebata jina kurd di warê doplomasî de çawa dinirxînin?

Jina kurd bi taybat, ji kevinbûna xwe ve xwedî lêgerîn bû, di dîroka kurdan de herdem navê jinan li pêş bû, lê mixabin ji ber civaka kurd a ku hatî perçiqandin û ji cewhwerê xwe hatî dûrxistin û fetsandina rihê jinê, ew ji rastiya xwe dûr ket. Lê bi naskirina fikir û ramanên Rêber Apo bi taybet di lêgerîna azadiyê a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye û rêhevaltiya bi Rêber Apo re, jin xwedî astek û hebûneke pir li pêşbû, li ser vî esasî jin di nav çalakiyên mezin de bû  û bi taybet di warê doplomasî û siyasî de pêşeng bû, lê ji aliyê desthilatdaran jin  bi zanebûn  ji van herdû qadan  hat dûrxistin, kar û pêşketina  Jinê di aliyê siyasî de nakeve xizmeta hêzên desthilatdar de, di cîhanê de dema ku jin di warê doplomasî de kar dikir bi hişmendiya mêr hereket dikir, lê bi naskirina  fikrê azadiyê û cîgirtina di nav Tevgera Azadeiyê de bi taybet jina doplomasî ya ku niha cih girtiye  bi fikir û ramanê Rêber Apo xwe kûr kiriye, jin niha di vê qadê de hêza  xwe li gor civakbûyînê , têkiliyên rast û danûstandinên baş, li ser  vê esasê di  qada siyasî de hebûneke jinê li pêş heye, ji ber hêz û cewhera veşartî ya jinê  Rêber Apo di têghişta felsefa azadiya jinê  de dema ku pêşkêş kiriye û  wek piroje li pêşxistiye, ew jina ku di lêgerîna xwe de gihiştiye heqîqeta ku dikare hemû kar û xebatan  bide meşandin, jin  di nasnameya xwe ya heyî de dikarîbû pir xebatên li pêş bide meşandin wek; di partiyên siyasî, di qada doplomasî ,di nûnertiya welatan de û dan û standina jinê bi civakê re li ser esasê avakirina doplomasiyeteke rast,  hebûna wê pir li pêşe û  di têkoşîna xwe de dema ku kêlî kêlî  kar û xebatê xwe dide meşandin, ev hemû bi saya fikir û ramanê  Rêber Apo ye.

  1. Di kar û xebata doplomasî de jina kurd îro di çi astê de ye û ji bona ku jina kurd hîn bi rengekî bandor cihê xwe di vî warî de bigre çi tê xwestin û astengiyên li pêşiya wê çi ne?

Dema em behsa komxebatên doplomasî dikin, tiştê ji jinê tê xwestin ku pêşbixîne, naskirina hewîrdor e û li beramberî êrîşên heyî û hedefkiritina jinan, hêzên desthilatdar hertim jinan dike hedefa xwe, ji ber ku serkeftina pirojeya netewa demokratîk, doplomasiya rasat û siyaseta rast bi pêşengtiya jinê ye, tiştê herî girîng û pêwîst dema ku jin di vê qadê de kar bike destpêkê xwenaskirin û danenaskirin e, gava jin bê hêz, îrade û rol be helbet wê civak jî kole bibe. Bi qasî ku jin di asta tekoşîn û lêgerîna xwe de xurt be, li beramberî hişmendiya heyî a ku jinan bi zanebûn dûrî vê qadê dikin, ew li pêşiya vê hişmendiyê xwe isbat dike, di heman demî de cihê ku jin lê hebe li wir azadî, aramî, doplomasiya rast,sîstemeke demokratîk lê hebe, ev hemû engelên pir mezinin li beramberî jinê ne,  ji ber karê doplomasî gelek hesase, li ser vî esasî têkoşîneke bê hempa ji jinê  tê xwestin.

  1. Bi Şoreşa Rojava re û ji bona ku doz û têkoşîna gelê kurd a mafdar di nava qada navnetewî de were nîqaşkirin û bandoreke ber bi çav ava bike û piştgirtiyê bigre, weke doplomasiya jin heyanî niha di warê kar û xebatên doplomasî de çi gav hatine avêtin û pêwîste ku di dema pêş de çi were kirin?

Şoreşa Rojava bi Şorşa jinê tê pênasekirin ji ber ku jin berhema bi dehê sala ya tevgera azadiyê ye, li ser vî esasî jin berdêlên  pir mezin dan, tekoşîn û berxwedaniyeke mezin kirin e, jina kurd ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di hemû qadan de li ber xwe dide, da ku bikaribe pirsgirêka xwe ya gelê kurd di asta navneteweyî de çareser bike, gavên pir mezin jê re pêwîstin, di dunyayê de civaka ku her tim rastî qirkirin, kuştin û komkujiyên pir mezin hatiye civaka kurd e, lê îro  xebatê ku YPJ’ê da ye isbatkirin, xebatên siyasî yê ku jinê daye meşandin û xebatên bi taybet di nava saziyên heyî a Şoreşa Rojava ya ku jinê birêvebiriye, êdî jina kurd di  asta danûstandina xwe de  dikarîbû yekîtiya jin bi pêşbixîne,  li ser esasê civak, rêxistina demokrat û karîbû danûstandinê xwe bi her jina ku daxwaza wan  aşîtiyî û çareserekirina pirsgirêka kurd e pêk bîn e, dema ku silogana `Jin Jiyan Azadî` di asta gerdonî de bû siloganeke  li ser hemî zimanên aştî xwaz û demokrat, fikir, raman û tekoşîna  Rêber Apo belav bûye, heta ku em bikaribin rewşa heyî derbas bikin pêwîste  li ser esasê avakirina yekîtiya jin û yekîtiya civaka demokrat  li beraberî hovîtî û êrîşên li ser jinê û li ser civakê  bikaribin  kar û xebateke pir mezin bidin meşandin.