Rojnameya Ronahî

Serhildana jinan her dem şoreşa civakî pêk anîye

Xecê Şen

Her dîroka ku tê jiyîn erênî yan jî neyînî heta dawî bandora xwe di serî de li ser jîyana jinan û hemû civaka mirovahiyê dike. Dîroka ku erênî û demokratîk, pak, spehî, ji bo xweşî û başiya civaka mirovahiyê afirîner be, bêguman di serî de jin û hemû beşên civakê her kes xwe di wê dîrokê de dibîne û li wê dîroka xwe ya kevnar e xwedî derdikeve. Di serî de jin û hemû beşên civakê ji bo xweşiya wê dîrokê, ji bo domandina wê, roj bi roj û sal bi sal îcadên nû yên herî spehî û diafirîne û ji bo jîyaneke wekhev û bedewîn înşa bike têdikoşe. Wê demê her kes bextewerî, şanazî û mînnetdariya xwe ya pêkhatina wê dîroka pîroz tînin ziman û di jîyana xwe de nemir dikin. Wê demê di serî de jin, ciwan û hemû beşên civakê dibin şagirt û şopdarên wê û ew dîrok weku bîra civakî ji nifşekî derbasî nifşeke nû dikin û ew dîrok her tim di jîyan û bîra civakî de didin jîyîn. Lê ku dîrokeke neyînî be, ne salek, ne pênc hezar sal, milyon hezar salan li ser wê dîrokê re derbas jî bibe, şop û xîzên wê dîrokê ku di canê mirovan de birînên kûr dane çêkirin ne derbas dibe û ne jî tên jibîrkirin. Berevajî xeteriyên wê dîroka ku di jinan de û di kesayeta jinan de jî di civaka mirovahiyê şewitandin, çewisandin, şikandin, kolekirin, talankirin, dagirkirin û çanda desthilatdariya mêrsalariyê ya bîrdozî avakiriye, mirov di roja îro de jî dimîne û bi xeteriyên wê dijî. Wê demê mirov ji wê dîrokê şerm dike û lanet li jîyina wê dîroka ku hişmendî û bîrdoziya yekperestî li ser jinan û hemû mirovahiyê daye ferzkirin tîne. Yek ji wan dîrokan jî dîroka ku mirov ji jîyandina wê şerm bike ya hişmendiya desthilandariya mêrsalarî ya bîrdoziya xwedayê yekperst e ku di şaristaniya Sûmeriyan de, şikandin û kolekerina jinan bi pêş xistiye û çanda “musakkatin” ava kiriye. Ji avabûna vê pergala yekperest û şûn de ev bi awayeke pergalî kuştin, qetilkirin, qirkirin, darizandin, cezakirin û tecawîzkirina li ser jinan di her qadên jîyanê de pêk hatiye û ta roja me ya îro jî ev politikaya desthildariya mêrane hebûna xwe didomîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Parêznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekî de ev dîrok wiha pênase kiriye û weku altarnatîf jî bîrdoziya rizgariya azadiya jinan bi pêş xistiye;

“ Em dizanin ku 2.500 sal berî zayînê teqebul dike ku bi navê musakkatin (genelev) yekemîn ji aliyê desthilatdariya mêrane ve li paytexta Sûmerî ya Nippurê hatiye avakirin. Li hember vê jî dîsa mêr şerm nakin ku hê jî jinê sûcdar dikin û bi navê namûsê jinê tewmbar dikin û jinê di bin bandora birdoziya xwe ya desthilatdar û hîyerarşî de dihêle. Encama ku em jê derxînin jî ev e; li dijî hişmendiya desthilatdariya mêrane ya bîrdozî sekna herî rasteqîn a jinan e. Li dijî desthiltdariya bîrdoziya mêrane, bîrdoziya azadiya jinê bi pêş xistine”.

Bêguman ji pênaseya Rêbertî de jî tê xuyakirin di vir de du cureyên dîrokê yên dîyarde derdikevin holê. Yek dîroka hişmendiya desthilatdarî mêrane ya hîyerarşîk û yekperest, yek jî dîroka bîrdoziya rizgariya azadiyê û taybet jî ya bîrdoziya azadiya jinan e. Ji destpêka dîroka mirovahiyê û ta niha xeta dîroka bîrdozî û azadiya jinan bi ked, xwîn û xwêdanê hatiye avasazkirin. Jinan ji bo pêşxistin û înşakirina bîrdoziya rizgariya azadiya jinê li hemû cîhanê û di her qadên jîyanê de têkoşîneke bêhempa dane û berdêlên pir mezin dane. Bêguman di encama vê têkoşîna bêhempa de serkeftin û destkeftinên pir pîroz jî bi dest xistine. Ev rastiyek e. Jinan bi serhildana xwe di gelek welat û cîvakan de şoreş pêk anîn e. Di vê esasê de bi sedan jinên ku bûne sembola têkoşîna azadiya jinan a şoreşa civakî hene. Anku jinan di her serdemê de sembola xwe ya  têkoşîna azadiyê afirandine. Ev carinan bi fikir û ramana filozof Hypatîa pêk hatiye, carinan jî bi “dasa” (tirpan) jina berxwedêr a Nangelî ku ji bo ku baca “memê-çiçik ( meme vergisi) ên xwe nede û hemû jinên Hindîstanî bikaribin bi awayekî azad cilan li xwe bikin û bi awayekî azad bijîn,  bi jêkirina memikên xwe serhildanê dike û şoreşa jinan a civaka Hindîstanê bi pêş dixe. Carinan jî porên jinên weku Jîna Emînî bûne sedema raperîna civakî ya “Jin Jîyan Azadî”, carinan jî pênûsa zêrîn a Nagîhanan bûne sedema pêkhatina şoreşa hişmendî û di civakan de guhertin û veguhertin pêk anîne. Anku di her dem û dewranan de şoreşa civaka mirovahiyê bi têkoşîna azadiya jinan pêk hatiye.