Rojnameya Ronahî

‘Armanca êrîşan valakirina herêmê ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berpirsê Desteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê Mihemed Eybiş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo valakirina herêmê ji gelên wê yên resen û dagirkirina tevahiya herêmê, êrîşên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber dewam dike, di êrîşa dagirkeriyê ya 4`ê Cotmehê de binesaziya herêmê bi awayekî rasterast hat hedfgirtin, di encamê de stasyonên elektirîkê, stasyonên avê, bendav û stasyonên petrolê ziyanên mezin dîtin. Herwiha gelek sivîl û ku di nav wan jin û zarok jî şehîd û birîndar bûn.

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê Berpirsê Desteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê Şamê Mihemed Eybiş ji rojnama me re axivî.

 ‘Armanca dagirkeriyê ji hedefgirtina binesaziyê têkbirina vîna gel e’

Mihemed Eybiş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di dîrok xwe de herdem li derfetan digere da ku êrîş gelê kurd  bike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker her dem hewil dide ku herêmê bi giştî dagir bike, lê ji ber ku planên wê yên dagirkirina herêmê têk diçin, bi awayekî hovane êrîşî binesaziya herêmê û destkeftiyên gelan dike. Dema ku em vegerin dîroka Tirkiyê, ji dema Osmanî û niha ji bo ku siyaseta qirkirinê li dijî gelê kurd pêk bîne , herdem binsaziya ku dikeve xizmeta civakê de dike armanc. Me dît ku çawa li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ev yek pêk anî. Li wan herêman heta niha jî têkbirina binesaziyê berdewam e.  Armanca sereke ji hedefgirtina binesaziyên herêmê ew e ku Rêveberiya Xweser tengav bike, vîna gelên herêmê têk bibe û planên xwe yên dagirkirina tevahiya herêmê pêk bîne. Dewleta Tirk dewleteke faşîste, di êrîşên xwe de tevahî zagon û pîvnên mafê mirovan binpê dike. Tevî vê yekê jî tevahiya cîhan bêdeng e, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe zêdetir dike û pilanên xwe yên qirêj berdewam dike. Li hemberî van êrîşan jî tê xwestin ku em berxwedanekî tund bidin meşandin û bidin bersiv.”

‘Divê gelê kurd li Kurdistan û tevahiya cîhanê rabe ser piyan

Eybiş bang li gelê kurd kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirk rabe ser piyan û wiha pê de çû: “Li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk pêwîste gelê kurd li Kurdistanê û tevahiya cîhanê helwesta xwe nîşan bide û rabe ser piayn. Herwiha pêwîste partiyên siyasî yên kurd xwedî helwestin bin û bi erkê xwe kurdayetiyê rabin.. Armanca dewleta tirk ne tenê Rêveberiya Xwesere, armanc hemû destkeftiyên kurdane. Heger îro li Rojava, bakur û rojhilat sûriyê bighên armancên xwe, wê demê wê başûrê kurdistanê jî bike hedef, ji ber ku heta niha jî êrîş li ser herêmên parastina mediya nehatine sekinandin. li hember êrîşên ku li ser herêmê bakur û rojhilatê sûriyê dibe, divê berxwedan û nerazîbûnek mezin ji aliyê kurdistaniyan ve were nîşandan, bi taybet ji aliyê civaka me ya li bakur kurdistanê, ji ber civaka li bakur kurdistanê helwestan nîşan bide û li hember van êrîşan derkeve meş û çalakiyan wê rolekî xwe ya mezin li ser raya giştî bike.”

 ‘Bêdengiya navneteweyî hevkariya êrîşan e’

Berpirsê Desteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê li Şamê Mihemed Eybiş axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bêdengiya navneteweyî û bi taybet dewletên DYE û Rûsya, tê wateya hevkariya dewleta Tirk a dagirker di êrêîşên wê de. Em dizanin ku Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyê ye, herwiha Rûsiya û tevahiya hêzên navneteweyî ji bi berjewendiyên xwe kar dikin. Dema mijar dibe bejewndiyên aborî û siyasî tevahiya hêzên navneteweyî pirsgirêkên di navbera xwe de jibîr dikin û hevkariya hev dikin, ev hêz herdem li ser xwîna gelan berjewndiyên xwe bidest xistin.

Di dema niha de tiştî herî zêde tê xwestin, hevgirtina gelên herêmê ye, herwiha ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku xebatên xwe yê doplomasî xurtir bike da ku dengê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha sûcên dagirkeriya Tirt bighîne raya giştî ya cîhanê.”