Rojnameya Ronahî

Heyanî Rêber Apo azad bibe em ê, li qada bin

Elî Roj

Kampaniya ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ya ku di 10′ê Cotmehê de bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî′ bi coş û kelecaneke mezin li tevahî cîhanê berdewame.

Girêdayî kampaniya azadiya Rêber Apo û tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan, hevseroka KCDK-E û berdevka Kampaniya azadî ji bona Rêber Apo re Zübeyde Zümrğt

ji rojnameya me re axifî.

Zübeyde Zümrğt destnîşan kir ku di serî de pêngava azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî ji bona pisgirêka kurd bi riya piştgiriya dostên kurdan hatiye destpêkirin. Ji xwe di dema derbasbûyî de û ji bona azadiya Rêber Apo gelek pêngav hatine meşandin û herî dawiyê jî pêngava “Dem Dema Azaiyê ye” hatibû meşandin û heyanî astekî tevlîbûn û destek ji vê pêngavê re hebû û bandoreke xwe li ser asta Kurdistanî û cîhanî jî hebû. Ji ber vê yekê çawe di nava pêngava “Dem Dema Azaiyê de” dostê kurdan cihê girtibûn û bandoreke xwe ya ber bi çav hebû.

Kampaniya azadiya Rêber Apo kampaniyeke dîrokî ye

Zübeyde Zümrğt di derbarê kampaniyê de got ku; di 10’ê Cotmehê de kampaniyekî cîhanî ji bona Rêber Apo hate destpêkirin û ev kampaniya weke kampaniyeke dîrokî mirov dikare bigre dest û binirxîne. Ji ber ku Rêber Apo ev 25 sale ku di girave imraliyê de girtiye û tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin û ji hemû mafê xwe yê qanûnî û hiqûqî bê pare. Ji ber vê yekê dema ku em rewşa Rêber Apo digrin ber çavan bi rastî 25 sal di cihekî weke imraliyê de dîlgitina Rêber Apo ne rewşeke ku mirov tehemûl bike û dengê xwe jêre neke. 25 sal temenê zarokekî dema ku em ji dayikbûna wî bigrin dest neha gihiştiye astekî ku bîrewer bûye û cihê xwe di nava şoreşê de digre. Ji ber vê yekê pêwîste ku Rêberê gelan Rêber Apo fîzîkî jî azad bibe û ev yek ne tenê daxwaz û hêviya gelê kurd tenêye. Di heman demê de ev yek daxwaz û hêviya hemû dostên kurdan û mirovên azadîxwaz e.

Ji ber ku Bi milyonan Rêber Apo vîn û hebûna xwe dibînin û ji rewşa ku Rêber Apo têde dijî qebûl nakin, nerazîne û ew jî tevlî vê kampaniyayê dibin û daxwaza wan jî di zûtirîn dem de Rêber Apo azad bibe.

Ji bona azadiya Rêber Apo wê her tekoşîn berdewambe

Zübeyde Zümrğt da xuyakirin ku pilanlemeya vê kampaniyayê di 10’ê Cotmehê de bidaxuyaniyekî hate işkerekirin û hate destpêkirin. Kampaniya azadî ji bona Rêber Apo û çareseriya siyasî ji bona pirsgirêka Kurd ji milê dostên Kurdan ve û li 74navendan hate destpêkirin. Kampaniya ku li 74welatan hatî destpêkirin û bi coşeke mezin ev kampaniya hate destpêkirin û wê hayanî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêkwere berdewambike. Herweha kampaniya ku li 74welatan hatî destpêkirin gihişte 100 navend û welatan û roj bi roj jî ev kampaniya berfirehtir dibe û tevlîbûnên nû jî jêre çêdibe. Kampaniya ne tenê li ewropayê, li tevahiya cîhanê bi rêve dimeşe û dostên Kurdan bi girseyî tevlî vê pêngavê û kempaniyê dibin.

Zübeyde Zümrğt destnîşankir ku destpêkirina kampaniyê û pêngavê li 74 welatan xwedî wateyeke giring bû. Ji ber ku temê Rêber Apo neha 74salin û pêwîste ku Rêbertî sûdê ji mafê hêviyê werbigre û rewşa Rêber Apo di ber çavan re were derbaskirin, ji ber ku 74sal ne kême û rewşa Rêber Apo ya tenduristî her ku diçe xirabtirdibe. Rêber Apo fikir û felsefeya xwe kiriye malê civakê û mirovahiyê tevahî û îro cîhan tevahî bi fikir û remanê Rêbe Apo ve girêdayî ye û tenê fikrê Rêber Apo ji bona xwe mîna rêya azadî û xelasiyê dibîne.

Peradîgma Rêber Apo ji bona cîhanê çavkaniya coş û kelecanê ye

Zübeyde Zümrğt destnîşankir ku peradigma Rêber Apo ji bona cîhanê bû çavkaniya îlhamê û tevahî dostên Rêber Apo ji bona vê yekê cihê xwe di pêngav û kampaniyê de digrin û bi coş û kelecaneke mezin tevlîbûna xwe ji kampaniyê re çêdikin. Kampaniya ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî jî xwedî giringiyeke taybete. Ji ber ku şer û pevçûn di Rojhilata Navîn de her berdewame û ji bona hemû pirsgirêkên Rojhilata navîn pêwîstî bi çareseriyê heye û pirsgirêka Kurd jî xwedî giringiyeke taybete û dem hatiye ku were çareserkirin. Dostên gelê Kurd û di rewşa heyî de dizanin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ancax li ser bingehê demukrasiyê û azadiyê were çareserkirin û mifteya çareseriyê jî Rêber Apo ye û çareserî wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere. Bi azadiya Rêber Apo wê çareserî di Rojhilata navîn û cîhanê de pêkwere. Ji ber vê yekê pêwîste ku azadiya Rêber Apo di zûtirîn dem de pêkwere.

Zübeyde Zümrğt got: Ku dostên gelê Kurd jî êdî qebûl nakin ku Rêber Apo di girtîgehê de girtî bimîne û ji ber vê yekê tevlîbûneke wan a girseyî ji kampaniyê re heye û ji bona azadiya Rêber Apo ew ê, her tim di nava kar û xebatêdebin.

Ev kampaniya mîna destpêkekî ye û hîn wê di dema pêş de ev kampaniya were berdewam kirin û xurtkirin û tevlîbûnên girseyî jêre were çêkirin û di dema pêş de wê gelek pilansaziyên din jî werin meşandin û gav bi gav pêkwerin. Weke din jî wê her çalakî û kampaniya berdewambin û girêdayî kampaniya û pirojeyên dema pêş wê dem bi dem bi ragihandinê re were parvekirin.

Zübeyde Zümrğt di berdewamiya axaftina xwe de got; ku wê di nava çalakiyan de konvedan, meş, mîting û çalakiyên cûr be cûr  hebin û herweha wê li her welatekî pilanên meş û mîtingan ji bona kampaniyayê hebin. Ev kampaniya hîna destpêke û me di asta herî jor de dest pêkir û wê hîn bi coş û kelecaneke mezin berdewambikin û wê bê navber kampaniya û çalakî werin meşandin.

Kampaniya wê li ser hîmê diblomasî û civakî bi rêve bimeşe

Hevseroka KCDK-E û berdevka Kampaniya azadî ji bona Rêber Apo re Zübeyde Zümrğt destnîşankir ku wê Kampaniya azadiya Rêber Apo li ser du lingan birêve bimeşe, yek jê kar û xebata diblomasiye û hevdîtinên ku li Ewropayê têne meşandin in. Ji ber ku tecrîd û rewşa Rêbertiyê û komploya navnetewî bi destê Ewropa û perlemana wê biryara wê birêve çû û bi encam bû ye. Herweha Ewropa û hemû saziyên mafê mirovan û di serî de CPT’yê sersebebê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin û roj bi roj girantir dibe ye.

Lingê duyemîn yê ku kampaniya azadiya Rêber Apo li ser were meşandin jî civake û rêxstina civakê ye. Ji ber ku di asta yekemîn de hêz û rêxistinkirina civakê di pêşde tê. Ger ku hêza civakê were rêxistin kirin û bi fikir û remanê Rêber Apo pîrewer bibe wê tu hêz nikaribe civakê bê bandor bike û vîna wê bişkîne. Azadiya Rêber Apo jî ancax bi riya civaka bi rêxistinkirî û civaka di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de li ber xwebide û serkeftinê qezenc bike. Herweha azadiya Rêber Apo di heman demê de azadiya civakê ye. Pêwîste ku li seranserî Ewropa, Rojhilata Navîn û bi rengekî rêk û pêk tevlîbûn û piştgirî ji bona kampaniya azadiya Rêber Apo were çêkirin û wê kampaniya me heyanî ku azadiya Rêber Apo pêkwere berdewambike.