Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber APO çavkaniya hebûna jinê ye

25/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 Nehîr pale

Hemleya cîhanî ku 10`ê Cotmehê ji bo Rêber APO hatiye dest pê kirin ji bo jinê hemleyekî siyasî û îdeolojîk e. Azadiya Rêber APO di heman demê de çareserkirina pirsgirêka jin e. Di navbera Rêber APO û jin de têkiliyekî îdeolojîk ê xurt heye. Dema ku jin li hemberî hêzên dagirker û civaka cinsiyetparêz têdikoşe tê wateya têkoşîna li dijî dîlgirtina Rêber APO ye. Hêzên sermeyedar çawa êrîşî Rêber APO dikin bi heman rêbazan êrîşî jin dikin û dixwazin nefesê lê biçkînin. Hemû tevger û rêxistinên jin di nava şerekî siyasî û îdeolojîk de ne. Xwedî li hemleya `Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî` derketin têkoşîna herî mezin e.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka derketina Tevgera Azadiyê ve dema ku hewl daye Rêber APO lewaz bike her tim êrîşî Tevgera Jin kiriye û xwestiye bi riya jinan derbe li Tevgerê bixîne. Jin bi rêbazên herî gemar daye bi kar anîn, jina ku dest bi têkoşînê kiriye rastî tacîz, tecawiz, girtin, işkence û kuştinê hatiye.

Sala 1982`an di zîndana Amedê de xwest di kesayeta şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê de êrîşî Rêber APO bike û îradeya wan bişkîne. Her jineke ku dixwaze xwedî li nasnameya xwe derbikeve û têkoşînê dike, Tirkiyê dikeve nava hewldanên ku destê xwe bavêje wan û îradeya wan bişkîne. Tirkiyê niha bi riya polîs û çeteyên xwe rojane êrîşî jin dike. Çawa li Îmralî dixwaze Rêber APO tesfiye bike li herêmên dagirkerî jî rojane êrîşî jin dikin.

Jin di destpêka dozê de aliyê leşkerî, siyasî, rêxistinî û hwd. Têkoşiyaye û li ber xwe daye. Niha êdî têkoşîna jinê dighîje lûtkeyê û cîhanî dibe. Ne tenê li Kurdistanê, li Ewrûpa û li tevayî Rojhilata Navîn jin êdî bêdeng namîne. Rêber APO jin fêrî têkoşînê kir û cesaret da wê ku bibe xwedî helwest. Li hemberî koletiyê azadî pê da naskirin, şûna bêdengiyê ew fêr kir ku bifikire û nêrîna xwe bîne ser ziman.

Êdî jin gihîştiye pêvajoya ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, ev yek ne tiştekî hesane û têkoşînê dixwaze. Mêrê desthilatdar û civaka cinsiyetparêz wê zûbizû destûr nedin ku jin bixwe çarenûsa xwe diyar bike û wê her tim bibin asteng. Çarenûsa hemû jinan bi hev ve girêdayî ye. Di dîrokê de her tim hewldana jin hebû ku bibe rêberê civakê û bixwe çarenûsa xwe diyar bike. Ji ber dixwest di civakê de bibe xwedî rol, li hemberî koletiyê serî hildida û dixwest bibe hêza çareseriyê ji aliyê mêrê dagirker û civaka cinsiyetparêz ve dihat perçiqandin. Niha jî ew nêzîkatiyên ji jin re berdewam dikin û her tim dixwazin wê biperçiqîn in.

Tenê Rêber APO çareseriya pirsgirêkan di çareserkirina doza jinê de dît. Ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî, dîplomasî û hwd. Jin tevlî xebatê bû û dest bi têkoşînê kir. Her ku rêxistina jin berfereh dibû ew qasî dengê wê dihat bihîstin. Ji bo jin bixwe çarenûsa xwe diyar bike Rêber APO kedekî mezin dide. Li hemleya `Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî` xwedî derketin li hebûna xwe xwedî derketine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.