Rojnameya Ronahî

Gelo pêşeroja rejîma Baasê heye?

Zekî Bedran

Hikumeta Sûriyê li hemberî êrişên hewayî yên dewleta Tirk di 5’ê Cotmehê de destpêkiribû bêdeng ma. Ji Şehbayê bigire heta Dêrikê leşkerên Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê bicih bûne. Balefirên dewleta Tirk di ser wan re jî derbas dibe û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Heman demê de cihên leşkerên Sûriyê jî dike armanc. Heta niha gelek leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne. Hikumeta Şamê xwe weke hikumeta rewa ya Sûriyê dide nîşan. Hertim û li her derê li ser navê gelê Sûriyê û dewleta Sûriyê diaxive. Lê dema dewleta Tirk van êrişên dikevin çarçoveya sûcên şer dike bêdeng dimînin.

Em nikarin vê helwesta hikumeta Şamê weke ku hêza wê ya bi Tirkiyê re şer bike tune ye, yan jî di zehmetiyan re derbas dibe binirxînin. Dibe ku hêza wê ya şer nebe. Lê dikare bêje mafê dewleta Tirk tune ye êrişî welatê min bike. Sûriye dewleteke endamê NY’yî ye. Dikare mijara êrişên dewleta Tirk bibe NY yî. Dikare saziyên navnetewî vexwîne erkê wan. Dewleta Tirk li herêmên Sûriyê yên dagir kirine tunekirina nîjadî dike. Bombeyan dixe bin tevna civakî. Qasî dixwaze mirovan ji derve tîne û li herêmên dagirkirî bicih dike. Dest datîne ser mal û milkê gel. Heman demê de weke ku ev herêm eyaletên Tirkiyê ne hewl dide pergala xwe ava bike û çanda xwe bide çandin. Bi awayekî pir vekirî amedekariyan dike ku van herêman bixe nava sînorên Tirkiyê.

Çima Sûriye wiha nêzî van rewşên ku Sûriyê hildiweşîne û telafîkirina wê ne gengaze dibe? Pêwîste ev di kesayeta rejîma Baasê de bê lêgerîn. Baas di cewhera xwe de rejîmek yek partiye. Sûriye bi pergalek navendiyek hişk tê rêvebirin. Ji demokrasiyê re girtî ye. Li şûna pêşeroj û jiyana azad a gel, pêşeroja desthilatê girîng e. Bala rejîmê ne li ser gel, li ser desthilatê ye. Gel desthilatê naxwaze, eger li hember rabe çi jê tê bila bê! Yên ku hikumetê rexne dikin û demokrasiyê dixwazin weke endamên bingehîn ên Sûriyê nayên ditîn. Pîvana Sûriyeyîbûna wan çiqas girêdayî rejîmê ye.

Rêveberiya xweser dijminayîya hikumeta Şamê nake. Jixwe ji ber wê dewleta Tirk ew weke dijmin îlan kirin. Eger Kurdan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hikumeta Şamê bi dewleta Tirk û çeteyên Tirk re lihevkirin çêkiribûna îro hikumeta Şamê nebû. Eger Şam neketibe û çeteyên weke Ixwanî nebûne desthilat, ev ji bo pozîsyona gelê Kurd û gelên herêmê ne.

Eger hikumeta Şamê mafên gelê Kurd nas kiriba û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke destkeftiyek dîtiba dê her tişt cuda ba. Rêveberiya xweser hetim xwest bi Şamê re li hev bike û pirsgirêkan bi rêya demokratîk çareser bike. Kurdan tucaran negot ku dixwazin ji Sûriyê cuda bibin. Bi navbeynkariya Rûsyayê hertim xwestin bi Şamê re lihev bikin û nêzîkatiyek nerim nîşan dan. Hîn jî ji bo çareseriyek bi vî awayî hewl didin. Rêveberiya xweser tu caran neket lêgerîna tifaqek li dijî Şamê. Ne bû yedekê DYE yê ne jî bû yedekê Tirkiyê.

Hikumeta Şamê jî heta ji destê wî hat hewl da li herêmên rêveberiya xweser bicih bibe, rêveberiyên heyî tune bike û vegere rewşa beriya 2011’an. Tevî van propoganda û xebatan jî rêveberiya xweser hertim xwest têkiliyên bi rêveberiya Şamê re pêş bixe. Dibe ku pirsgirêk û nakokî hebin. Gotin em tevahî parçeyek ji Sûriyê ne, dikarin pirsgirêkên xwe bi aqilane û rêya goftogoyê çareser bikin. Bi feraseta Sûriye mala me ya hevbeş e û em dikarin bi hev re bijîn tev geriyan. Saziyên siyasî yên Kurdan jî ne tenê  li Sûriyê li tevahî Rojhilata Navîn ji bo çêkirina tifaqa Kurd-Ereb xebitîn.

Li Dêrazorê hinek kesên di nava QSD’ê de nebaş nêzî gel bûn, gel qetil kirin û ketin nava karên derzagonî. QSD’ê ev kes ji erk girtin, di derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin. Hinek ji wan jî xwestin tevlîheviyan çêkin, reviyan û derbasî herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bûn. Ev endam bibûn çete û têkiliyên wan bi dewleta Tirk û gelek hêzên tarî re derketin holê. Tirkiye ji bo sûdê ji rewşê bigre hema demildest kete tevgerê. Propogandaya gelê  Ereb li dijî PKK û YPG’ê radibe belav kirin. Helwesta Şamê  jî ne cuda bû. Gotin eşîrên Ereb li dijî nokerên Emerîkî radibin û bang kir ku gel rabin serhildanan. Netewperestiya Ereb derxistin pêş û hewl dan vebijêrka demokratîk ji holê rakin.

Niha Israîl balefirgehên Şam û Helebê dike armanc. Dibêjin, em destûr nadin ku Îran li herêmê bicih bibe û gefê li me bixwe. Filistîn di nava gola xwînê de ye. Sûriye di rewşek xirab de ye û nikare şer bike. Di rewşek asayî de bi Israîlê re ne di nava hevpeymanan de ye û di nava şer de ye. Ev bêdengmayîna Sûriyê û bêbandorbûna wê rewşeke ku tê fêmkirin. Lê li hemberî êrişên berdewam ên dewletek weke Tirkiyê dagirker bêdengmayîn nayê fêmkirin. Hesab dike û dibêje bila Tirkiye rêveberiyên xweser bêhêz bike, ew jî neçar bimînin xwe bispêrin min. Lê ji bîr dikin ku netewperestî û polîtîkayên li ser bingeha desthilatê Sûriye aniye vê rewşê.