Rojnameya Ronahî

Şehîd Bêrîtan siberoja jinan ronî kir

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şehîd Bêrîtan di dîroka têkoşîna jinên Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng û watedare. Wê ji bo jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê, dîrokeke nû ya lehengî û têkoşînê nivîsand. Îro jî bi heman rihî li dijî xeta xiyanet û êrişên dagirkeriyê têkoşîna jinan gihiştiye lûtkeyê.

Bêrîtan Hêvî bi nasnav Gulnaz Kerataş di dîroka Tevgera Azadiyê de û bi taybet jî di dîroka têkoşîna jinên Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng û watedare. Bêrîtan li hemberî xeta xiyanetê bû sembola têkoşînê û di 25’ê Cotmeha 1992’an de di şerekî mezin de teslîmiyetê qebûl nekir û xwe ji zinarên çiyayên Xakurkê avêjt û ber bi rêwîtiya xwe ya bêdawîbûnê ve çû. Şehadeta Şehîd Bêrîtan li Kurdistanê bû bingehek xurt ji bo artêşbûna jinê û îro li Kurdistanê bi hezaran jin li ser wê heqîqetê dimeşin û ji bo jiyanek azad şer dikin.

kurte-jiyana şoreşgerî ya fermandara mezin Bêrîtan

Bêrîtan bi nasnav Gulnaz Kerataş. Di sala 1971’an li Bogilan a Çewlîkê ji dayîk dibe, dibistana seratayî, navîn û amadehî li El-Ezîzê dixwîne, El-Ezîzê wê demê cihê başverûtî, Olperestî û nûjadperestiya Tirkiyê bû. Gulnaz di sala 1988’an zanîngeha Stenbolê beşa zanistên Aborî qezenc dike. Elewiyên ku li El-Ezîz bûn, piştî derbeya faşîst a 12’Îlonê ji ber nasnameya xwe ya Olî hîn zêdetir rastî êrîş û çewsandinan hatin, ev jî dibe sedem ku dilsoziya Gulnaz ji tevgerên şoreşger di temenek ciwan de dest pê bike, ev navgîna bi nakok û aloz di kesayeta Gulnaz de taybetmendiya berxwedanê ava dike. Gulnaz Karataş di sala 1990’î beşdarî nava tevgera azadiya Kurdistanê dibe, lê ji bo xebatên rêxistinkirina gel, vedigere Tirkiyê û li Stenbolê dest bi kar dike. Gulnaz Kerataş di demeke kin de fêrî zimanê Kurdî dibe û di nava gelê kurde tê hezkirin. Piştî demekê ji xebatên gelêrî, di heman salê de di encama operasyoneke dewleta Tirk de li gel hin hevalê xwe, tê girtin. Tevî ku di girtîgehê de tê êşkencekirin li ber xwe dide û tu tiştî li ser xwe nabêje, herwiha ji ber kêmbûna delîlan demekê di girtîgeha Bayram Paşa ya Stenbolê de tê hiştin û piştre tê berdan.

Şehîd Bêrîtan siberoja jinên azadîxwaz ronî kir

Bêrîtan di pêşvebirina artêşbûna jinê de, bû çavkaniya hêz û sûdwergirtinê, di şerê li dijî dewleta Tirk û hêzên kevneperest de berxwedaniyeke bê hempa da meşandin. Di sala 1992`yan de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk û PDK ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk dest bi operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike, bi hezeran çekdarên PDK`ê tev li operasyonê dibin. Bêrîtan îsrar dike ku tev li bersivdayîna vê oprasyonê bibe û bû yek ji gerîlayên şikenandina êrişên xayinên ku hevkariya dijmin dikin. Bêrîtan Hêvî ku li çiyayê Lêlkan a Xakûrkê li dijî hêzên noker şer dike û guleyên wê xilas dibe,  wê demê ji aliyê pêşmergeyan ve tê dorpêç kirin û dixwazin ku teslim bibe. Lê ew xeta berxwedan û rûmetê hildibjêre. Şehîd Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’an, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir ji bo nekeve dest dijmin xwe ji zinaran avêt. Ew dibe ji kevirên bingehîn a artêşbûna jinê û sembola berxwedanê. Bêrîtan felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Rêber Abdullah Ocalan temsîl kiriye. Helwest û çalakiya Bêrîtan bandoreke mezin hem li ser gelê Kurd, hem jî li ser hêzên kevneperest kir. Navê Bêrîtanê dibe helbest û stran, lê ev jî têra vegotina têkoşîna Bêrîtan û meznahiya wê nake. Ev 31 sal li ser şehadeta Bêrîtan re derbas dibe û heya nih jî bi hezaran jin li ser xeta wê dimeşin û têkoşînê li dijî dagirkeriyê xurt dikin. Şehîd Bêrîtan ji bo jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê, dîrokeke nû ya lehengiya jinê nivîsandin. Îro jî bi heman rihî li dijî xeta xiyanet û êrişên dagirkeriyê, li dijî teknîka herî pêşketî û çekên kimyawî Gerilayên Azadiya Kurdistanê pêşengiyê ji tevahiya mirovahiyê re dikin.

Hêjayî gotinê ku Rêber Apo wateyeke mezin da lehengiya jinê û rûmeta berxwedanê ya mezin a ku di şexsê Şehîd Bêrîtan de afirî û ji bo ev lehengî veguhere destkeftiyeke dîrokî û mayinde, biryara avakirina artêşbûna jin da.