Rojnameya Ronahî

Artêşbûna jinê bingeha avakirina civakê ye

Avesta Menaf/Qamişlo

Di 30’emîn salvegera Şehadeta Bêrîtan û artêşbûna jin de, endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn diyar kir ku ew ê bi biryardariyeke mezin di xeta Bêrîtanan de , li hemberî  faşîzm, dagirkerî û qirkirina pergala baviksalariyê de, têkoşînê xûrtir bikin.

Jinên Kurd, têkoşîndayîna ji bo azadiya xwe, ji pergala zilamê serdest a desthilat û dewletperest tola xwe hildan, xwe pêşxistin, azadkirin, pêşxistina feraseta xweparastina cewherî ku ji cîhanê re bû mînak, bi giştî di sala 1993’an de bi avakirina artêşbûna jin ve, bi navê azadiya jinê gaveke pir mezin avêt. Ev 31 sal, bi danîna ked û bedelên mezin re, xwedî çalakiyên mezin, sekneke bi heybet û meşa ku ber bi azadiya jinê ve diçe, YJA Star bû sembol û nasnameya jina têkoşer.

Derabarê 30’emîn salvegera artêşbûna jin û şehadeta fermandara mezin Bêrîtan Hêvî, endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn ji rojnameya me re axivî.

‘Sîstema desthilatdar dixwaze vîna jinê têk bibe’

Rohilat Efrîn diyar kir ku di dîroka Kurdistanê de jinê rolekî mezin lîstiye, bi reng û çanda xwe derketiye pêş û wiha got: “Jin di dîroka Kurdistanê de roleke pir mezin lîstiye û gavên pir mezin avêtiye, her wiha jina kurd di dîroka rastiya mirovahiyê de, beramberî zordarî, rastiya dagirkerî û dagirkirinê, şerê ku di sîstemê de hatiya jiyan kirin, berxwedaniya xwe domandiye. Bi van hemû zehmetiyên ku bi jinê re hatiya derbaskirin û kişandin, di bingeha şerê sîstema desthilatdar de ku  dixwestin jinê ji bingeha çand û pêşengiya civakê rakin, jinê berxwedanek bêhempa daye meşandin.”

 ‘YPJ`ê mîrasa xwe ji YJA Star girtiye’

Rohilat Wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Jin di warê leşkerî de jî, barekî mezin li ser mile xwe rakiriye, her wiha bi şoreşê re Artêşên jinan hatin damizrandin, yên ku şopa xwe di dîrokê de hiştiye û pêşengtiya kiriye Artêşbûne jin bû, di heman demê de Artêşa jin mîrasa xwe ji YJA Star girtiye, YJA Star temenê xwe yê 30 sal a Artêşbûnê derbas dike, her wiha bi şoreşa Rojava re, bi taybet damizrandina asta Artêşa jin YPJ`ê û li ser bingiha xwe parastin û birêxistin kirin û yê ku rengê şoreşa Rojava ji cîhanê re û li Rojhiloata Navîn re deng vede Artêşa jin YPJ`ê ye. Her wiha bi derketina çeteyên DAIŞ`ê a ku di bin nave îsalmê de şer û êrişên xwe li herêmên bakur û rojhilatê Suriyê ku bi rengekî hovane didan meşandin, Artêşa Jin YPJ`ê bi hemû hêz û şerê xwe ku di warê parastinê de xwe berpirsyar dît. Beramberî çetyên DAIŞ`ê yê ku hêz û piştgiriya wan dike, zehniyeta dewleta Tirk a dagirkere ku êrişên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê heta roja me a îro dide meşandin.”

‘Artêşa jin bû bawerî û îradeya jinên civakê’

Rohilat Efrîn da zanîn ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker hedfgrtina jinên pêşeng e û wiha got: “Hêza YPJ`ê beamberî van êrişên hovana rola xwe di mile rêxistin, berdozî, felsefî û siyasî di ware parastina jinê de û tevahî civak jî di nava xwe de girt. Her wiha hemû jinên bakur û rojhilatê Suriyê bi rêxistin û Artêşbûne YPJ`ê re berê xwe den saziyên esas wekî Siyasî, Civakî, Aborî, Diblomatîk û hemû saziyên ku niha jin cihê xwe tê de digirin, hişt ku bawerî û îradeya ku YPJ`ê di ciakê de daye avakirin bê tirs daxwaza mafê xwe bikin, di heman demê de desthiledarî û tundî li ser xwe qebûl neke.”

‘Rêheval Bêrîta bingeha avakirina Artêşa Jinê ye’

Rohilat wiha tekîz kir ku bi felsefa, tekoşîn û neteslîmiyet, gelek pêşengên jinan cane xwe feda kirin û bûn sembol û wiha got: “Di kesayeta şehîd Bêrîtan de, li hemberî rastiya dagirkirinê û bangewaziya teslîmiyetê de şehîd Bêrîtan bû jineke pir girîng di dîrokê de û bû sembol, her wiha neteslîmkirina şehîd Bêrîtan bû bigeha avabûna Artêşa jin, şehîd Bêrîtan  bi çalakiya xwe hêzeke pir mezin da jinan ku Artêşa YPJ`ê asta herî mezin di qadên şer de cihê xwe girt, bingeha wê jî şehîd Bêrîtan bû, herwiha Şehîd Bêrîtan bû zemîna îradeya her jineke azadxwaz.  Heya roja me a îro bi sedan jinên ku berê xwe dane şop û çanda Zîlanan û Bêrîtanan e hene.”

 ‘Li ser şopa Bêrîtanan em ê tekoşîna xwe berdewam bikin’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn wiha dawî li axaftina xwe anî  û got: “Li beramberî hêza PDK`ê a ku îxanetê li ser gelê kurd ferz dike, çalakiya şehîd Bêrîtan a ku xwe ji zinaran de avêt felsefeya nemirbûnê û neteslîmbûnê da avakirin. Em berê xwe didin rastiya cîhanî ku hemû jinên şehîd Bêrîtan nemune ji xwe re bigire, hem berxwedaniya xwe di Kurdistanê de mezin dike û em bibin xedî bandor ji bo hemû jinên cîhanê re, di oxira heqîqet û azadiya jinê de li berxwedan û di meşa xwe de xwestin ku di dîrokê de hemû jinên ku têkoşîn kirine, ji bo ku armanca wan pêkbînin, wate li ser wateya wan zêde bikin, ji bo ku ti demî nedin ji bîrkirin ketin pê heqîqetê.”