Rojnameya Ronahî

NPG’ê salvegera damezrandina artêşbûna jin pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi  daxuyaniyekê salvegera 30’ê mîn a damezrandina artêşa jin a azad YJA Starê pîroz kir. Herwiha HPG’ê jî  bi daxuyaniyekê ragehand ku hêzên wan 8 dagirker ceza kirin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi  daxuyaniyekê salvegera 30’ê mîn a damezrandina artêşa jin a azad YJA Starê pîroz kir û wiha got: “16’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi rêbaza şerê tîm ê pispor û taktîka çalakiya gerîla ya koordîneyî we çalakiyeke serketî pêk anîn. Serketineke girîng e ku we ji sê baskan ve bi xurtî li hêzên dijmin ên dagirker xistin, 15 dagirker ceza kirin, 4 kon û çeperek îmha kirin û bêyî ku windahiyekê bidin, xwe vekişandin. Li qadekê ku dijmin her roj bênavber ji bejahî û hewayî ve bombardûmanê li ser dike, teknîka xwe ya şer li ser bi kar tîne, lêdaneke bi vî rengî bi bandor, nîşan dide ku dijmin wê nikaribe planên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne. Artêşa dagirker her ku di êrîşên xwe de israr bike wê bibe hedefa gerîla û derbên giran bixwe. 18’ê Cotmehê hevrêyên me Jîndar û Zagros piştî ku bi dijmin re şer kir, du rojan li hemberî dijmin û tektîka dijmin şerekî girîng ê îradeyê meşandin û bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve çûn, derb lê xistin. Helwesta hevrêyên me Jîndar û Zagros jî gelekî girîng e.”

NPG’ê daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Ev çalakî û îradeya ku hate nîşandan, bersiveke girîng a li hemberî êrîşên dagirkeriyê ye ku sê sal in li ser Eyaleta Zapê bênavber dewam dikin. Di heman demê de berxwedana hevrêyan ku sal û nîveke li tunelên şer ên Şehîd Dogan ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê nîşan didin, gelekî bi wate û dîrokî ye. Sal û nîveke artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, tank, her cûre çekên giran, teqemeniyên qedexekirî, çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û kepçeyan êrîşî vê çepera me dike, lê nekariye encamê bi dest bixe. Û ev berxwedana bi wate hîn jî bi bawerî û îradeyeke mezin dewam dike. Bêguman sedema herî girîng a ku dijmin bêencam dihêle; taktîkên gerîla, asta heyî ya rêbaza şerê nû û bicihanîna vê yekê ya baweriyeke mezin e. Bi vê wesîleyê em hevrêyên li tunelên şer ên li Şehîd Dogan li ber xwe didin, silav dikin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG)  daxuyaniya xwe wiha qedand: “Em hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku ev berxwedana bi bawerî, îrade, wêrekî, jîrbûn, ked û hewldanan bênavber meşandin, planên dijmin têk birin û çalakiyên serketî pêk anîn. Em careke din hemû hevalên şervan û fermandar ên li eyaletê careke din ji dil bi hestên şoreşgerî silav dikin, hezkirin û hurmeta xwe pêşkêş dikin. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana we ya bi ruhê fedaî yê Apoyî tê kirin wê serketinên hîn mezin û encamên hîn xurt biafirîne.”

8 dagirker hatin cezakirin

Li aliyekî din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku bi pêşengiya YJA Star 8 dagirker hatin cezakirin û wiha got: “Hêzên me ji bo bîranîna fermandar hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30’emîn a damezrandina YJA Starê gelek çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de ku YJA Starê pêşengî jê re kir, 8 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kamerayên mobesse û çeperek hatin îmhakirin.”

HPG’ê ragehand ku di 22’yê Cotmehê de li Qada Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

HPG’ê di dewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Di 23’yê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di 22’yê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û hewldana dagirkeran a ji bo bicihbûna li çeperê hate rawestandin. Di 22’yê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.  Di 23’ê yê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 2 caran dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê kamerayeke mobesse hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li 4 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.”