Rojnameya Ronahî

Çarmixa İmrali Qesra Êlîza Durûtiya Ewrûpayê

Volqan Elî

Rasmaliyet tev ezme û kirîz e!

Ev yek xusûsiyeteke li pêş a pergala serdestên cîhanê ye. Bi xusûsî jî Ewrûpa… Di salên 1990’î de pilana hêzên serdest ên cîhanê ew bû ku dest werdin li Rojhilata Navîn. Li pêşiya wan astengeke mezin hebû! Rêber Apo… hewce dîtin ku vê navenda ku ji bo gelan ew  bibe pêşengiyeke îdeolojî û piratîk, ji holê rakin. Di sala 1998’an de  ketin tevgerê. Lê ne hema bi himûkumî û bi şiklekî bêrêbaz bûn. Hemû rêxistinên xwe yên muxabaratê, hemû derfetên xwe yên madî xistin dewreyê û Rêber Apo li çarmixa İmraliyê dan. Piştre çûn cem wî û gotin, ‘em ê weke girêgirên cîhanê rewşa te ya li vê derê bişopînin”.

Maneya vê çi bû? yanî ‘hêza ku te girtiye û aniye vê derê em in. Berpirsiyarên rewşa te ya niha em in’. Ev di heman demê de li xwe mûkurhatinek bû. çi şopandin, çi berpirsiyarî! Gotinek e pêşiyan heye, dibêje ‘bi gur ve dixwe û bi şevên ve jî lê digere’. Dagirkeriya dewleta Tirk çi kir? Destpêkê bi qurnaziya roviyê fêlbaz, ‘pêvajoyeke çareseriyê’ da destpêkirin. Hewal da Tevgera Azadiyê mijûl bike. Lê mêyze kir ku nikare gelê Kurd, Tevgera Azadiyê bi xapandinê, tasfiye bike. Ji sala 2011 an vir de tecrîdeke teqez û mutlaq li İmraliyê da rûnîştandin. Tebî ji bo dagirkeriya Tirk jî İmraliyê merkeza berxwedanê bû. Hedefa ew bû ku vê pergala xwe ya nû (tecrîd û îzoleya teqez) li her derê Kurdistanê li her derê Tirkiyeyê li ser hemû gelan pêk bîbîne.

ev di astekê de jî pêk anî.

Hêzên ku xwe wekî berpirsiyarên İmraliyê nîşan dabûn, bi xusûsî ji Ewrûpayê tiliya xwe jî nelepitand! CPT’ya wê û saziyên wê yên din, çend caran bi şiklî hatin û çûn İmraliyê. Lê ne niyeta wan hebû tişekî dewleta Tirk acêz bike bêjin û ne jî rapora xwe ya li ser serdanê İmraliyê eşkere kirin. Dewleta Tirk a faşîst bi taybetî piştî vê helwestê wan wekî delegureke harbûyî êrîşê derdora xwe kir. Li herêmên parastinê yên medyayê, li ser gerîla wekî baranê çekên kîmyawî barandin, çekên atomî yên taktîkî teqandin. Van sûcên şer hên jî didomîne. Ne ji Ewrûpayê mafên mirovan diparêze (!) ne ji cîhanê, ti deng û sewt derneket. (li Tirkiye û cîhanê hin rewşenbîrên xwediyê wijdan ne tê de)

Me ev mînaka dêlegura harbûyî belasebeb neda! Wisa ye! Bila xwendevan biborînin. Diyar e mînak hinekê çors lê ji destên me tiştek nayê. Li gorî nijadperestiya Tirk , pêşenga wan mitolojlîk dêlegurek e. Ev mîtolojiya wan e. li gorî çîrokê, dêlegurek qewmê Turanî ji tengasiyeke mezin rizgar dike! Vê çîrokê ew dibêjin û pir jê hez dikin. Nexwa em li gelekî neheqî nakin ji xwe hêzên faşîst nabin temsîla gelekî. Ya din jî ala MHP’ya şirîkê AKP gurê dizûre ye!

Dêlegur dizûre! Vê carê gurê wan ê pêşeng, faşîzma AKP-MHP ye!

Ev çi encam e, ji ku derket ev encam? Tecrîda teqez û mutlaq a li İmraliyê bi alîkarî û destek dayina Ewrûpa bû pergal. Leyistoka pandora kete dewreyê. Pandora sindukeke ecêb e. Destpêkê tu tişt li meydanê tine. Lê dema carekê ve dibe her carê ji nav tiştekî cuda derdikeve. Ji pandoriya faşîzma Tirk jî çekên kîmyawî, çekên atomî, xwîn, kuştin, talan, tecawez çeteyên bi hezar rûyî, DAIŞ, Artêşa Azad, El Nusra û hwd. derdikeve.

Ewrûpa çi dike? Hemû çekên kîmyawî, atomî û kilasîk dide vê faşîzma din û harbûyî. Temaşe dike.! Faşîzma AKP-MHP jî wekî seyê har bûyî, li ser serê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî, li herêmên gerîla van çekên dojehî dibarîne. Balafir

pêvajoya borî, şerê DAIŞ’ê li herêmê gur û geş bû şervanên YPG, YPJ û QSD bi alîkariya civakê, li dijî faşîzma rip û reş a DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin. Bi hezaran şehîd, bi hezaran birîndar dan. Gelên herêmê ji vê tarîtiyê xelas kirin. Ewrûpa, artêşên qerase yên dewletên herêmê diqutufiyan ji DAIŞ’ê. Wê gavê Ewrûpayê çend caran, şervanên serbilind ên YPJ’ê ve xwendin Qesra Êlîzayê. Xwestin tirsa xwe wisa derbas bikin!

Piştî ku fîzî têk çû, DAIŞ’ê xwe xiste bin basikên dewleta faşîst a Tirk. Ji xwe berê jî wisa bû.

Ji destpêka vê mehê ve dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî gihandin asteke nû. Ji xwe ev êrîşa li ser wê civaka ku DAIŞ tine kiribû ti car nasekinîbû. Lê tu carî ne Ewrûpa, ne DYE yan jî hêzeke din a ku qaşo dijî DAIŞ’ê ye ji vê hovitiyê re ti tişt negot.

Di destpêka vê mehê de jî, di salvegera dagirkirina Serêkanî û Girêspî de hemû binesaziya herêmê dan ber bombardimanê. Bi balafir, top û tangan zerereke mezin gihandinê. Bi dehan welatparêzên şoreşger qetlkirin. Dîsa jî civaka şoreşger û berxwedêr ji berxwedana xwe tiştek kêm nekir, lehengên xwe sipartin axê. bîlakis zêdetir bû xwediyê îradeyek e ji pola.

Lê Xatûna Êlîza (li mala xwe ya li kolana Şanze Lîza) û zarokên wê di bêdengiya mirinê de bûn. Şibake û deriyê xwe dadabûn! Rûpoşeke ripûreş (wekî DAIŞ’ê)bi ser serê xwe de bardabû!