Rojnameya Ronahî

Ji bo weşan û perwerdeyê pirtûka  Rêzimana Kurmancî

Hemza Sêvo/ Qamişlo

SZK’ê li Rojavayê Kurdisanê piştî xebata 3 salan yekem berhema xwe ya Rêzimana Kurmancî çap kir. Ferhad Mûsa, ku yek ji amadekarê vê pirtûkê ye, diyar kir ku armanc ji amadekirina vê berhemê standardkirina zaravaya kurmancî ji bo tevahiya saziyên têkildar e.

Pirtûka Rêzimana Kurmancî ji şeş beşan pêk tê û her beşek gelek qadên zimanî bi awayekî berfireh digre dest. Beşên ku di vê pirtûkê de hatine bibîrxistin jî wiha ne: Morfolojî( Peyvnasî), Dengnasî, Ristesazî, Watenasî, Rastenivîsîn û Xalbendî.

Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk weke berhema yekê ye ku ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hatiye amadekirin. Ji ber ku pêdiviya desteyên ziman û perwerdeyê bi rêbazekî zimanî yê standard hebû, SZK’ê di Cotmeha sala 2020’an de dest bi xebateke wisa kir.

SZK’ê ev berhem bi nûbûna berg û naveroka xwe îsal li weşanên xwe çap kiriye. Pirtûka Rêzimana Kurmancî ji 331 rûpelan pêk tê û herwiha wê ji bo mamoste, xwendekar, saziyên perwerde û ziman, saziyên Rêveberiya Xweser û hemû hezkiriyên zimanê kurdî were belav kirin.

Herwiha berî ku ev berhem were çapkirin ji aliyê hin dezgeh û kesên mijûldarî mijarên ziman dibin hate xwendin û nirxandin weke; Enstituya Kelepora Kurdî ya Silêmaniyê, Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Bahoz Baran , Birahîm Bingol , Ergin Opengîn û hwd…

Ev berhem ji aliyê Ferhad Mûsa û Viyan Hesen ve hatiye amadekirin.

Amadekar Ferhad Mûsa di sala 1991’ê de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê, Enstîtuya Zanistên Perwerdeyê qedandiye û ji sala 2020’an ve tevlî Saziya Zimanê Kurdî bûye.

Herwiha amadekar Viyan Hesen jî di sala 1996‘an de li Dêrkê ji dayîk bûye, wê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî li Zanîngeha Rojava xwendiye û ji sala 2019’an ve endama Saziya Zimanê Kurdî ye.

Girêdayî vê berhemê jî amadekar Ferhad Mûsa ji rojnameya me re axivî.

Armanc ji amedekirina pirtûka Rêzimana Kurmancî

Ferhad Mûsa têkildarî armanc ji amadekirina vê berhemê wiha got: ” Weke tê zanîn ev 12 sal in ku kurd li Rojava bi awayekî fermî perwrdeya zimanê kurdî li dibistan, peymangeh, akademî û zanîngehan dibînin. Lê piştî vê dema dirêj ji xebata berfireh ya van saziyan. Li Rojava gelê Kurd û di nav saziyan de sitandardebûna di warê rêziman û rastnivîsa kurdî de lawaz bû. Her saziyek bi awayekî rêziman û têgihan bikar tanî û şêwazê nivîsînê bi gelek awayan bû. Ev yek jî piştî 12 salan ji kar û xebatên berfire, kêmasiyeke ji bo ziman û perwerdeyê. SZK’ê weke saziyeke girêdayî Rêveberiya Xweser e û ji bo standarkirina aliyên rêzimanî û zimannasiyê ya kurdî xwedî biryar e. Lewma me ev berhem ji bo civak û hemû saziyên xwe amade kir. Li hêla din jî armanca me ew e, ku nîzîkatiyekê di nav zaravayên kurdî de ava bikin. Di warê gotin û têgihan de, me dikarîbû li zaravayên kurdî jî vegerin û wan di pirtûkê de bi cih bikin. Ev yek xwedî sûdeke pir mezin e, ku dikare nêzîkatiyekê di nav zaravayan de pêk bîne. “

Naveroka Rêzimana Kurmancî

Mûsa di derbarê naveroka berhema rêzman a nû de wiha anî ser ziman: ” Ev berhem ji 331 rûpelan pêk tê û şeş beşên zimannasî û rêzimanî digre nava xwe. Weke morfolojî, dengnasî, watenasî, ristesazî, rastenivîs û xalbendiyê. Herwiha her beşek jî gelek xalan di nav xwe de dihewîne. Di zaraveya kurmancî de, ev xebat ne ya yekem e, beriya niha xebat li ser van beşan hatiye kirin. Me ev xebat kirin bingeh û sûdeke mezin da me. Me ne tenê xwe spart pirtûkên kurmancî, lê belê berhemên soranî, behdînî, erebî û inglîzî jî bûne jêder ji bo vê pirtûkê. Lê belê kêmasî di bikaranîna peyv, pênase û têgihên wan berhemên ku berê hatine nivîsîn de hebûn û  bi awayekî şaş dihatin bikaranîn. Sipartina me ji zimanê ingilîzî û erebî ji ber ku me dikarîbû di warê zanistên weke dengsazî morfolojî û hwd… de sûdmendiyekê jê bibînin . Me bi riya vê berhemê hewl da ku peyvên guncav û dabeşkirineke nû bidin van beşên ziman.  ”

Guhertina ku wê di warê zimanê kurd de bide çêkirin

Amadekarê pitûka Rêzmana Kurmancî, Ferhad Mûsa girêdayî pêşxistina ku wê ji bo zimanê kurmancî li Rojava pêk bîne wiha destnîşan kir: ” Amadekirina vê pirtûkê bi awayekî fermî pêk hat. Piştî ku ev berhem bi dawî bû,  me têkiliyên xwe bi desteyên perwerdê, zimanzan û zanîngehên Rojava û parçeyên din yê Kurdistanê xurt ava kir û ev berhem bi wan re parve kir. Piştî ku pirtûk ji milê dezgeh, sazî û kesên ku bi rêzimanê ve mijûl dibin hate xwendin, têbînî û rexneyên xwe jî anîn ser ziman. Êdî ev berhem piştî gelek xwendin, rexne û sererastkirinê weke pirtûkeke guncav ji bo perwerdeyê hat erêkirin û amadekirin.  Qonaxa yekê ya piştî amadekirina vê pirtûkê perwererdekirina sazî, zanîngeh û dibistanan e. Armanca me ew ku sitandardbûnek di warê rêziman, zimannasî û rastenivîsînê de li Rojava pêk were û cihê xwe di nav hemû saziyan de bigire. Ev berhem ji bo Saziya Zimanê Kurdî weke berhema yekê ye, ji ber ku ziman ber bi nûbûnê ve diçe, wê xebata me ya girêdayî ziman jî hertim berdewam be. “