Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li herî jorê

24/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Civak û welatê dînîtî lê ne serbest be, azadî jî lê ne serbest e!
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Huner, li asta herî jor de naziktirîn bange ku kes û civakê hişyar dike. Ev hişyarkirina hunerî ya ji bo civakê him hest û mejiyê civakê zindî û geş dike û him jî pêşengiyê ji civakê re dike. Ji ber wê, huner di heman demê de xwedî peywireke pêşengiyê ye.

Bê goman, giraniyeke mezin a hunerê di tekoşîna rizgariya netewî de heye. Ji roja şoreşa netewî li Bakûrê Kurdistanê dest pê kirî û heta niha, huner her û her bûye aliyekê wê yê girîng. Jixwe taybetiyek a Tevgera Azadiya Kurdistanê yek jê ew e ku, şoreş ne tenê di warê leşkerî de, herweha di warê hunerî de jî hate pêşvebirin. Kesên weke Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Şehîd Serhad û Şehîd Delîla mînakên herî berbiçav in. Herweha, Koma Berxwedan û Koma Awazên Çiya du mînakên lûtkeya tekoşîna rizgariya netewî yên di warê hunerî de ne. Bê goman, gelek kes û komên din jî hene ku di vî warî de ked dayîne û xizmet kirine û hên jî dikin hene. Lê belê heçî hunere divê xwe pêş bixe û terzên nû bikar bîne. Nexwe xwe dubare kirin hunerê pêş naxe û peywendiya di nava hunerê û civakê de jî qut dike. Ji ber ku hêviya gel ji hunerê û hunermendiyê ew e ku, him giyanê takekesî û him jî yê civakî geş bike. Coş û keyfxweşiyekê bêxe di nava civakê de.

Bê şik, bandora hunerê ya li ser civakê û girseyan ne tenê dengekî xweş e. Dîtbarî, rîtim, înstrûment, dîmen, aheng, meqam û hwd ev hemû girêdayî hev in. Dema di wêneyê wênexêzekê de reng û aheng li hev nehatibin, ew çiqas hosta be jî wê negihê armanca xwe. Rîtima di navbera deng û înstrûmenta stranbêjî de jî bi wî rengî ye.

Çi li welêt be û çi li dîyasporayêbe, hunermendên Kurd di warê hunerî de gelek xebatan dikin. Lê belê bi taybetî ji li Rojava, xebatên di warê hunerî de têne kirin gelekî cuda ne. Asta wan xebatên hunerî, li gorî vayên din gelekî li jore. Keda ku li wir tê dayîn layêqî xwîna şehîda ye. Ew hunera wan û keda wan giyanê 13000 şehîdên ku li ser axa Rojava ketîn geş dike, şad dike. Gora wan dike baxê gul û gulistanan, bêhna rîhan û nêrgiz û gulan li ser gor û giyanê wan de dirijîne. Stran û klîba bi navê “Li Herî Jorê” ya ku ji aliyê Hunergeha Welat ve hatî çêkirin yek ji van mînakên hunerî ya herî baş e. Gotinên stranê û awaza wê jî gelekî serkeftî ne. Mînak, “Çiya ji awiran diheje” çiqas xurt û bi wate ye. Dîsa, “Şerê sing û dewran e” rastiya şerê ku li hemberî dagirkeran tê meşandin çawa bi awayekî hunerî tîne ziman. Dîlana ku ji bo vê klîbê hatî çêkirin jî bi awayekî gelek serkeftî hatiye çêkirin. Replîkên reqsê ewqasî baş li gorî herikîna stranê û gotinên wê hatine eyar kirin, mirov heyran dimîne. Ew ne tenê dîlanê dikine, her weha di nava dîlanê de nêçîrvaniyê jî dikine. Tu dibêjî qey ew her yekê sekvaneke û li nêçîra xwe digere. Her awirek a wan weke şeşxaneyekê dil û hinavê neyaran diperitîne.

Hûn bi hunera xwe him çand û tekoşîna netewî didine naskirin û him jî derbên mezin li dijminê gelê Kurd û mirovahiyê didin. Bila hûn û hunera we her tim li pêş û serkeftî bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.