Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Bo Piştgirya Pêngava Azadiya Rêber Apo Çalakiya Konvedanê Li Qamişlo bi dawî bû

23/10/2023
in ROJEV
A A
Ji Bo Piştgirya Pêngava Azadiya Rêber Apo  Çalakiya Konvedanê Li Qamişlo bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi armnac piştgiriya pêngava ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’, Însiyatîfa Gel li bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê ya ku 7 rojan hatibû berdewam kirin bi dawî bû.

Bi pêşengiya insiyatîfa gel û sazî û dezgehên Çand û Hunerî li Kantona Qamişlo bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Hunermendan, Dîwana Wêjeyê û Rêveberiya Çand û Hunerê beşdarî çalakiya konvedanê bûn. Çalakiya konvedanê ya ku 7 rojan li bajarê         Qamişlo hatibû destpêkirin bi dawî bû. Armanca çalakiyê  balkişandina li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin.

Girêdayî kampaniya azadiya Rêber Apo Yadê Suaad Dayika şehîd Hevrîn Xelef ji rojnemeya me re axivî û wiha got: “Îro em ji bajarê Dêrikê hatina ku em Tevlî çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bibin, her wiha bi pêngava ku di 10’ê vê mehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li zêdetirî 74 bajaran hatiye destpêkirin, em weke gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan tevlî vê kampanyayê dibin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelên herêmê û cîhanê temsîl dike, sembola azadiya di asta cîhanê de û avakerê felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Dewleta Tirk a dagirker, bi hezarê salane bûye bela serê dinyayê û mirovahiyê. Dixwazin ev jiyana mirî bibe qedera gelan. Dixwaze di şexsê jinê de civakê kole bikin û hêviyên azadî û rizgariyê tunebikin. Ji ber ku Rêber Apo ev dîroka qirêj işkere kir û altarnatîfa jiyana azad afirand, fikrên Jina azad pêş xist, Çanda jiyana hevpar afirand û ji bona wê yekê bû hedefên êrîşên hêzên dagirker. Ji bo van hêzên dijmirovî û dij exleqî Rêber Apo ji bona xwe xeteriya herî mezin dibînin.”

Yadê Suaad di dawiya axaftina xwe da diyar kir ku dewletên navnetewî pêwîste ku bi erkên xwe rabin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mesoger bikin û got: “Di çalakiya Konvedanê de bi taybet jin cihê xwe têde girtin û pê rabûn, ji ber ku azadiya Rêber Apo bi azadiya jinê ve girêdaye. Dema ku Rêber Apo azadiya wî ya fîzîkî mesoger bibe wê jin jî azad bibe. Em ê her çalakiyên cur bi cur ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li darbixin û tekoşînê bikin û em çi bikin em ê,  deyindarê Rêber Abdullah Ocalan bin. Di dawiyê de banga me jî ew e, ku dewletên navnetewî û Rêxistinên Mafên Mirovan bi erkên xwe yên mirovî rabin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.