Rojnameya Ronahî

‘Rêber Apo çareserî û hêviya Gela ye’

Ayşa Silêman/Qamişlo

Ji bo Azadiya Rêber Ebdullah Ocelan û çareserkirina pirsgirêka siyasî ya Gelê Kurd, di 10 `ê Cotmehê de Kampaniyeke Cîhanî hat destpêkirin û wê li 74 navendên cîhanê were meşandin.

Kampaniya Cîhanî di 10’ê Cotmehê de hate destpêkirin, bi armanca azadî ji bo Rêber Ebdullah Ocelan û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka gelê Kurd. Li gorî vê yekê li 74 navendên cîhanê kampaniyeke giştî hat destpêkirin. Kampaniya di nava xwe de zanyar, pirofîsor, feylesûf, kesên ku xelatên nobelê girtî, partiyên siyasî û civaka sivîl digre nava xwe.

Di derbarê çalakiyên Kampaniya Cîhanê de berdevkê Insiyatîfa Sûriyayê ji bo azadiya Rêber Ebdullah Ocelan Ferzende Mûnzir ji Rojnameya Ronahî re axivî.

‘Rêber Apo hêviya Gela ye’

Berdevkê Insiyatîfa Sûriyayê ji bo azadiya Rêber Ebdulah Ocelan Ferzende Mûnzir diyarkir ku kesên tevlî vê Kampaniyê bûne ji axaftin, name û daxuyaniyên wan xuya ye ku çiqasî Rêber Apo bûye rêberekî Cîhanî û wiha got: “Rêber Apo bi piradîgma xwe mirovahiyê temsîl dike û ji bona gelan cihê hêvî û baweriyê ye. Destpêkirina kampaniyayê di vê demê de û bi rasthatina 9’ê Cotmehê destpêka komploya navnetewî li hemberî Rêber Apo xwedî giringiyeke taybete. Encama van êrîşên ku çêbûyî û şehadeta endamên ewlekariya hundirîn me ji 12`ê Cotmehê çalakiyên xwe du rojan derengxistin û me ji bona wê yekê di 14’ê Cotmehê de destpêkir. Ev 25 salin ku Rêber Apo di girtîgehê deye û ji hemû mafên xwe yên mirovî bêpar maye, li tu welatan zagon nînin ku malbat û parêzer nekarîbin derbasî cem  girtiyekî bibin, lê dewleta Tirk hemû mafên qanûnî yên Rêber Apo binpê dike û ew jê bêpar maye.”

‘Pêwîste ku rêxistinên civakî bi erkê xwe rabin’

Ferzende Mûnzir berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Heya niha  zasiyên mavê mirovan ji ber van kiriyarên ku tên kirin di derheqê  Rêber Apo de tu helwestên wan nînin, tenê CPT`ê heya niha neh serdan kirine ji bo Rêber Apo. Lê dewleta Tirk gotinê tu kesê pêk nayîne û hertiştî berûvajî  zagonan pêk tîne, di heman demê de hemû rêxistinên cîhanî jî  bi erkê  xwe  ranabin. Ev yek dihêle ku dewleta tirk xwe heq bibîne û bi vî rengî siyaseta xwe ya binpêkirinên di derbarî mafê Rêber Apo didomîne û mixabin tu rêxistinên mafê mirovan  zextê lê nakin. Heya ku tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin me hin pêlansazî çêkirine, di van pêlansaziyan de xebatên diblomasî,name û bi hemû hewildanên cur be cur. Herweha em dixwazin xwe bighînin zasiyên cîhanî, kesayetên navdar, rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnas ji bona belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo. Herwiha çêkirina konfirans, civîn, komcivînên bi vî rengî em ê di nava van çalakiyan  de bimeşînin heyanî ku em tecrîdê bidawî bikin.

‘Kar, xebat û têkoşîn ji bo azadiya Rêber Apo’

Berdevkê Insiyatîfa Sûriyayê ji bo azadiya Rêber Ebdullah Ocelan Ferzende Mûnzir dawî li axaftina xwe anî û wiha got:” Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê kud e, ew Rêberê konfidralîzma demoqratîk e ya ku çareseriya pirsgirêka kurd jî têde tê çareserkirin û hemû pirsgirêkên rojhilata navîn çareserdike. Rêber Apo di gelek mijarên mirovî ve mijûl dibe û çareseriyê jê re dibîne. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe rêyeke mezin  vekiriye ji ciwana re, di heman demê de dixwaze wekheviya di navbera jin û mêr de di civakê de pêkbîne. Ji ber wê yekê mirov dikare bibêje ku azadiya Rêber Apo erkê her kesîye. Herkesê ku dibêje ez demokrasim, şoreşger û bnga wekheviyê dike, divê li azadiya Rêber Apo xwedî derkeve, kar, xebat û tekoşînê bike.”