Rojnameya Ronahî

Hevpeymana Edena

Deriya Çiya/Qamişlo

Hevpeymana Edenayê di 20’ê çotmeha 1998’an li bajarê Edenayê yê Tirkiyê ji aliyê Sûriyê û Tirkiyê ve hatiya îmzekirin.

Encamên ku ji Şerê Cîhanê yê Yekem derketin, pêwîstî bi xêzkirina sînorê Tirkiye-Sûriyê bi peymaneke Tirkî-Fransî hebû. Ji ber ku Fransa wê demê hukmê xwe li ser Sûriyê hebû. Di encama vê peymanê de, ji wê demê heta sala 1939’an, erdên ku kembera bakurê Sûriyê dihewand, hêdî hêdî desteser kirin.

Piştî wê, têkiliyên Tirkiye-Sûriyê heta dawiya salên 1990’î ket qonaxeke alozî û nakokiyan, ku xalên wê li ser mijarên sînor, av, kurd, paşeroja Iraqê, peywendiyên bi Amerîkayê re, Îsraîl û polîtîkayên herêmê.

Di salên 1980’î de, faktora sereke ya aloziya di têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê de, ew bû ku tirkiyê Sûriyê bi piştgiriya PKK’ê ya ku ji sala 1984’an de li dijî dewleta tirk a faşîst şerê çekdarî daye destpêkirin tewambar dike.

Di destpêka sala 1996’an de di serdema serokê tirk Suleyman Demirel û serokwezîr Mesut Yilmaz de, Tirkiyê hişyarî da rêjîma Sûriyê di bin serokatiya Hafiz el-Esed de, ku divê rasterast piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê rawestîne. Ji bo parastina ewlekariya xwe ya netewî çi tedbîrên pêwîst hene, neçar mane ku bigrin.

Di Cotmeha 1998’an de, krîza siyasî di navbera Tirkiye û Sûriyê de gurtir bû, ji ber ku Enqerê hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê kom kir, û gefa dagirkirina sînorên axa sûriyê dida û digot: Eger rejîma Sûriyê piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê û dabînkirina cihên ewle ji bo wan nerawestîne wê axa sûriyê dagirbikin.

Komkara welatên Ereb, Misir û Îranê ji bo rawestandina aloziya berdewam û gihîştina çareseriyeke siyasî ku pêwîstiya wê bi çareserkirina kirîza di navbera her du welatan de heye, destwerdan kirin û di encama destwerdana navbeynkariyên navçeyî de pêk hat. Navê “Peymana Edeneyê” peymana ewlehiyê lê kirin, ku di 20’ê Cotmeha 1998’an de li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin.

Şertên peymanê

Xalên peymana ku di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatiye îmzekirin:

-Ku Ji niha û pê ve Rêber Abdullah Ocalan ne li Sûriyê be û bê guman destûr nayê dayîn ku derbasî Sûriyê bibe.

-Destûr nayê dayîn ku endamên PKK’ê derbasî Sûriyê bibin.

-Ji niha ve kampên PKK’ê li ser xaka Sûriyê naxebitin û bêguman destûr nayê dayîn ku çalak bibin.

Gelek endamên PKK’ê hatin girtin û sewqî dadgehê hatin kirin. Têkildarî navên wan rêzikname hatin amadekirin. Sûriyê ev rêzikname pêşkêşî aliyê Tirkiyê kir û aliyê Sûriyê jî ew xalên ku li jor hatine gotin piştrast kirin.

Herwih di pêveka jimare 3 de hat destnîşankirin ku her du alî di dema îmzekirina peymanê de dihesibînin ku nakokiyên sînorî di navbera wan de bi dawî bûne û ti daxwaz û mafên wan li ser erdên aliyên din tune ne, ku tê wateya ku Sûriyê dev ji doza navçeya Îskenderûnê berda.

Di pêveka jimare 4 di rêkeftinê de hatiye diyarkirin ku aliyê Sûriyê têdigihe ku negirtina tedbîr û erkên ewlehiyê yên ku di vê rêkeftinê de hatine destnîşan kirin, mafê Tirkiyê dide ku hemû tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst li hundirê axa Sûriyê heta kûrahiya 5 km bigire.

Peymana Edeneyê ne tenê li dijî  Abdulah Ocelan û tevgera PKK’ê bû

Weke ku tê zanîn beriya peymanê bi taybetî di 9’ê Cotmeha 1998’an de di encama zextên dewleta Tirk a faşîst û NATO’yê de Rêber Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocelan ev qonax weke “komployeke navneteweyî” bi nav kir. Bi vê nirxandinê derdikeve holê ku hêza ku mudaxeleyî operasyonê kiriye ne tenê dewleta Tirk bû. Bi gotineke din, ji komploya 9’ê Cotmehê, qonaxa dagirkirina NATO’yê ya li Sûriyeyê bi rêya dewleta Tirk, rastî dest pê kir. Bi peymana 20’ê Cotmeha 1998’an a bi navê Peymana Edeneyê, dewleta Tirk a faşîst mafê fermî yê dagirkirina Sûriyeyê bi dest xist.

Lewma bi komploya 9’ê Cotmehê û Peymana Edeneyê û di şexsê Abdulah Ocelan de destwerdana NATO û Îsraîl a bi pêşengiya DYA’yê li dijî hemû herêmê bi taybet Sûriyeyê dest pê kir. Ji ber vê yekê, mirov bêje ku Peymana Edeneyê tenê li dijî  Abdullah Ocelan û Kurdan hatiye kirin, şaş e. Ji ber ku Peymana Edeneyê di cîbicîkirina “Projeya Rojhilata Navîn a mezin” xaleke girîng nîşan da. Rêze pêşketinên ku dagirkirina Afganîstan, Iraq û Lîbyayê, êrîşên DAIŞ’ê, tevgerên Îsraîl ên li herêmê û hwd nîşan didin, rasterast bi komplo û gavên piştî Peymana Edeneyê ve girêdayî ne. Ji bona ku rastiya komployê ji raya giştî re hîn baştir were ronîkirin û negihêje encamê ku dixwaze, Abdullah Ocelan di rewşa girtîgehê ya giran de bi riya 5 berge ji parêznameyên xwe bi rengekî berfireh projeya konfederalîzma demokratîk amedekir û gihande gelê Kurd û tevahî cîhanê û ew bû mîna vejîna sêyemîn ya Rêber Apo û gelê Kurd.

Bi nûkirina peymanê re qonaxa dagirkeriyê dest pê kir

Peymana Edeneyê di sala 2010’an de weke “Peymana Hevkariya li dijî Teror û Rêxistinên Terorê” di navbera dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta Şamê de hat nûkirin. Li gorî wê, ev peymana ku ji 23 bendan pêk tê, dê sê salan derbasdar be. Di wê navberê de hat gotin ku her du welat li dijî rêxistinên ku gefê li wan dixwin tedbîran werbigirin û rê li ber hemû çalakiyên wan bi taybetî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê bigirin û her du welat li hev kirin ku rê nedin ti hebûn, piştevaniya lojîstîk, perwerdekirin, veguhestina çekan, di operasyonên hevpar de hevkariyê bikin, girtiyan radest bikin, agahî, belge û îstîxbaratê bi hev re biguherînin.

Piştî vê nûbûnê di sala 2012’an de qonaxa dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst li Sûriyeyê dest pê kir. Hêzên bi navê opozîsyona Sûriyê di çarçoveya projeyên “perwerdekirin û çekdarkirinê” yên ku bi destê tirkiyê dihate kirin û armanca wan li gorî berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê hedefgirtina gelê Kurd e. Bi serhildana Birayên Misilman a di Sibata 1982’an de ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hat destekkirin, Tirkiyeyê encamên ku ji Peymana Edeneyê dihat xwestin ji ber ku bi dest nexist, di sala 2010’an de xwest ku li gorî berjewendiyên xwe peymanê nû bike. Ji ber wê û di şexsê Abdullah Ocelan û Partîya Karkerên Kurdistanê, xwest ku li ser gelê Kurd û li pey hev komkujî û qirkirinan pêkbîne. Herweha dewleta faşîzma Tirk xwest ku xeyalên xwe yên Osmaniya nû û projeya peymana neo-osmanî pêk bîne. Ji ber vê yekê, ev rêkeftin dihat wateya ku hikûmeta Şamê li şûna hevkariya dualî û şerê hevbeş li dijî terorê, ji bo dawiya xwe amade dike.

Tişta balkêş ew e ku her çend li aliyê Tirkiyê bi dehan kampên çeteyan hene jî, hikûmeta Şamê nikare yek gav jî li dijî wan bike. Kesên ku di van kampên kirêt de hatine perwerdekirin û çekdar li dijî hikûmeta niha ya Şamê şer dikin. Lê belê hikûmeta Şamê li hemberî van çeteyên ku dewleta Tirk a faşîst destek dane wan û li ser xaka Sûriyeyê di destê dewleta Tirk a faşîst de amûrê mêtingeriyê ne, nikare gavekê jî bavêje. Ji ber “pêdiviyên Peymana Edeneyê” yek gav nemaye ku nekare daxwaz jî bike û nekare di çarçoveya plana hevpar a li dijî van hêzên dijberê Sûriyê yên di nav sînorên Tirkiyê de, yek gav bavêje.

Peymana xiyanetê li dijî hemû gelê Sûriyê

Di çarçoveya van pilanan de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêde kirin, bi îdiaya ku li gorî Peymana Edeneyê tevdigerin, dewleta Şamê ya ku xwe serwer e, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng ma, an jî bû hevparê van êrîşan. Ji daxuyaniyên dîktatorê dawî yê faşîst Erdogan û şagirtên wî tê dîtin ku rêveberiya Şamê jî hevkarê sereke yê van êrîşan e. Di berdêla dijberiya hêzên demokratîk a di vê qonaxa tifaqê de, osmaniya faşîst di her pêngavê de beşek ji xaka Sûriyê dagir kir. Rêveberiya Şamê ku berê digot “Navçeya Îskenderûn xaka Sûriyê ye” dikare xaka xwe ya serwer careke din vegerîne. Lewma ev peyman ne tenê li dijî Kurdan e, lê li dijî tevahiya gelê Sûriyeyê ye. Dagirkeriya Tirkiyê êdî ne li gor hevpemana hatî destnîşankirin ku tenê kare 5 km derbasî xaka Sûriyê bibe, lê li gor xwe zêde kir û êdî sînor ji destwerdana wê re nîne û kes jî dengê xwe jêre nake.

Ev mijar li Soçî û Tehranê jî hat rojevê

Piştî hevdîtina 19’ê Pûşbera 2022’an a li Tehranê, serokomar û serokê faşîst Erdogan û Pûtîn hevdîtin pêk anîn, herwiha piştî civîna Tehranê ya di 5’ê Tîrmeha 2022’an de di navbera Pûtîn û Erdogan de li Soçiyê, mijara nûkirina Peymana Edeneyê û pêşxistina têkiliyan bi hikûmeta Şamê re hat bilindkirin. Di vê çarçoveyê de îro em dibin şahidê geşedanên girîng. Piştî hevdîtinên  Soçî û zêdebûna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bersiva pirsa, lihevkirinên Soçî û Tehranê çi bûn, bi êrîşên ku roj bi roj zêde dibin eşkere bû. Berdevkên hikûmeta faşîst a Partiya Dad û Geşepêdanê û Partiya Tevgera Netewî qebûl dikin ku têkiliyên bi hikûmet û îstixbarata Şamê re girêdayî têgihîştina berê ye.

Di vê qonaxê de tê ragihandin ku hikûmeta Şamê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li dijî êrîşeke terorî ya gengaz a dewleta Tirk a faşîst ketiye nava tifaqeke leşkerî. Lê li dijî Rêveberiya Xweser agahiyên îstixbaratî bi Tirkiyeya faşîst re parve dike. Rûsya ji aliyekê ve hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser neçarî danûstandinan dike, li aliyê din jî bi Tirkiyeya faşîst re lihevkirinekê didomînin. Ji milekî din ve dagirkeriya tirk ya qirker û faşîst û bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û bi hevkariya Rûsiya, hikumeta Sûriyê û çavgirtinên hêzên navnetewî serweriya xwe li ser tevahî xaka sûriyê daye avakirin.

Li ser erdê û hem li ezmanê Sûriyê ji derveyî QSD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu hêzên ku li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekinin li ser erdê tuneye. Di navbera hemû hêzan de û li gorî berjewendiyên wan planên xeternak û veşartî di serî de li ser gelê Kurd û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne meşandin û êrişên ku têne meşandin rasterast destkeftiyên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedefdigre û dixwaze qirkirina gelan pêkbîne.