Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ADGB tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bû

22/10/2023
in NÛÇE
A A
ADGB tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bû
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ya Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, bûne.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ya Ewropayê (ADGB) ragihand ku ew beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî dibin’ ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve li 74 navenda hatiye destpêkirin û banga mezinkirina pêngavê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin:

Erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiye ji bo berjewendiyên emperyalîst bi xitimandinek mezin û şerên ku gelan li hember hev dixin ve têdikoşin. Gelan di nav xwîn, hêsir, birçîbûn û hejariyê de têkoşîna jiyanê didin.

Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê li dijî têkoşîna mafdar a gelê Kurd ji bo astengkirina çareseriyê serî li hemû rêbazên leşkerî û siyasî dide. Tevî van zext, gef û komkujiyan jî têkoşîna bi dehan salan a gelê Kurd ya li dijî asîmîlasyon û qirkirinê bi biryardarî didome.

Ji bo gelê Kurd qir bike butçeya şer ku xitimandinê mezin dike, li seranserê welêt dide ser pişta gelê xizan û krîza aborî hîn kûrtir dike.

Ji bo derketina ji nav van hemû nakokiyan, Birêz Abdullah Ocalan bi projeya konfederalîzma demokratîk pêşniyara çareseriya gelparêz ku wê ji bo jiyana wekhev û hevpar a gelan tevkariyeke mezin bike pêş xist.

Mîmarê Şoreşa Rojava Abdullah Ocalan ku bi modêla demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ku li dijî hêzên tarî û hovîtiya ku dixwestin li ser xaka Rojhilata Navîn serwer bibin, şeklekî nû yê civakî pêşxist. Bi têkoşîna bi biryar ya li ser vê modelê çeteyên hov ên DAIŞ’ê paşve xistin.

Fikrên Abdullah Ocalan li dijî şer aştiyê pêk yîne

Em di wê baweriyê de ne ku li dijî kaos û şerê ku ji aliyê hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên herêmî ve li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê tê ferzkirin, ji bo jiyaneke hevpar a aştiyane ya civakî, fikrên Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke mezinin. Em wisa difikirin ku di van demên dawî de ji Qerebaxê heta Rojava, ji Rojhilat heta Filistînê gel li dijî êrîşên qirkirinê û emperyalîst jiyana hevpar a wekhev û azad diparêzin. Ji ber vê sedemê Birêz Abdullah Ocalan zêdeyî 25 salin li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, di bin tecrîdê de tê ragirtin.

Ji Abdullah Ocalan 3 salin ku mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re hatiye desteserkirin, tu agahiyek nayê girtin. Derbarê jiyan û tenduristiya wî de tu agahiyek me nîne. Em ku li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê jiyana hevpar diparêzin, tavilê rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku di şert û mercên azad de bijî, diparêzin.

Em weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê radigihînin ku em beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ dibin û banga mezinkirina pêngavê dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.