Rojnameya Ronahî

Çarenivîsa Filistîn û Kurdistanê

Ahmed Aktaş

Du welatên bindest in û bi piralî dişibin hevdû. Herwiha  çarenûsa wan jî, bi giranî weke hev in. Bêgûman hinek aliyên wan ên cûda jî hene. Ka em hinekî di ber çavan re derbas bikin rewşa herdû welatên bindest; Kurdistan û Filistîn!

Ji aliyê dewletên serdest ve mirov bala xwe bidê, stratejî û tektîkên wan ên li ser gelê Filistînê û Kurdîstanê didin birêvebirin, kêmzêde weke hev in.

Politîka û kiryarên dewleta Israîl ku li ser gelê Filistîn dide maşandin, heman politîka û kiryarên dewleta tirk jî li ser gelê Kurdistanê dide meşandin. Armanca hemû dewletên dagirker/mêtinger(Îran, Iraq û Sûriye jî), gelên bindestê xwe asimile bike, di nava gelê xwe yê serdest de bihelîne, bike tirk û bike ereb û hwd.

Îca vê dema dawî, bi taybetî dewletên Israîl û Tirk, bi asimîlê, kuştinê, girtinê, sirgûnê û hwd.jî ranawestin, dixwazin navê gel û welatên wan jî nehêlin, şûna van gelên xwecih, malbatên gelên biyanî bi cîh bikin û wan welatan bixin nava sînorên welatên xwe.

Kurt kurmancî, Israîl hewldide Filistînê bixe nava sînorê xwe û wê xeyala “Israila Mezin” cîbicî bike.

Dewleta tirk jî, bi heman armancê êrîşî Başûr, Rojava û Rojhilat dike, da ku wan jî bixe nava sînorê Tirkiyeyê!

Van êrîşên nuha yên faşist R.Erdogan ên li ser Başûr û Rojava, yên Netanyaho yên li ser Xezayê û hwd.bi van armancan pêktên.

Ka em bala xwe bidin tevgerên dijî armancên van mêtingeran. Heke Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan a bi felsefeya Rêber APO tê birêvebirin cuda were danîn, rewşa opozisyon/dijberên van dewletan jî dişibin hev.

Mijara herî giring û bingehîn ev e: Him dewletên mêtinger him tevgerên dijberî wan(opozisyon), pişta xwe sipartine dewletên biyanî. Yek ji wan jî, pişta xwe naspêrin hêza gelê xwe. Di destpêka herdû şoreşan de, van tevgeran, hîn bi tevayî xwe nespartibûn dewletên biyanî, gel li dora wan kom dibûn. Weke mînak li Filistînê Tevgera Elfetihê, Eniya Gel, Eniya Demokrat û bi tevayî bi serokatiya Yaser Arafat û bi navê Tevgera Rizgariya Filistîn, dikaribûn gel li dora xwe komkiribane. Lê piştî ku dewletên hegemon, van tevgeran kedî kirin û xistin xizmeta xwe, êdî baweriya gel şikest û nuha bi giranî ji wan dûr ketiye.

Li Kurdistanê ji bo Tevgera Berzaniyan jî heman şîrove dikare were kirin. Lê belê nuha, rewşa HEMASÊ û BERZANIYAN hema bûne weke hev. Herdû jî, ne bi doza azadiya gelên xwe re ne, bi  dewletên mêtinger re ne.

Çare; divê dawî li baweriya bi dewletên biyanî were anîn. Li ser baweriya bi hêza gelên xwe Tevger werin perwerde kirin. Herwiha divê, ne li gel dewletan, belê li gel hêzên sivîl ên navneteweyî têkilî werin xurt kirin û xebatên hevpar werin meşandin.

Nuha hêza pêşengiyê ji vê zihniyetê û xebatê re dike, Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ye, ya li ser şopa heqîqetê ya felsefeya Rêber APO dimeş e.

Heke di vê çarçovê de, tevgêr têbikoşin, ew çarenûsa zulumkar a li ser gelê Kurdistanê û Filistînê dê karibe were guhertin.