Rojnameya Ronahî

‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Endamê IPPNW Dr. Gîsela Penteker anî ziman ku tecrîd îşkence ye û êdî bandorê li hemû civakê dike û got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ji sala 2014’an heta niha 5 caran bi endamên malbatê re hevdîtin kiriye. Herî dawî di Adara 2020’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk anîbû. Di van 24 salan de ku li Îmraliyê tê ragirtin, di 25’ê Adara 2021’an de tenê carekê telefon kir û ew cara dawî bû ku kesek pê re têkilî danî. Li aliyê din mafê wî yê hevdîtina bi parêzerên xwe re 12 salên ewil di hefteyê de bi saetekê dihat sînorkirin, lê her tim bikaranîna vî mafî dihat astengkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di navbera salên 2011-2019’an de tenê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, ji sala 2019’an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Gelek serlêdan hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin.

‘Tecrîd bûye polîtîkayek’

Endama Yekîtiya Tabîbên Navneteweyî ya Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) û Aktîvîsta Aştiyê Dr. Med Gîsela Penteker têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin. Dr. Penteker destnîşan kir ku tecrîd li Tirkiyeyê bûye polîtîkayek û bandorê li hemû civakê dije.

Dr. Gisela Penteker diyar kir ku tecrîd bi girava Îmraliyê re ne sînorkiriye û daxuyand ku mafên bingehîn ên mirovan tên binpêkirin û got: “Tecrîd îşkence ye. Tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan îşkence nayê kirin. Ev pergaleke îşkenceyê ye ku bandorê li her kesî dike û nayê qebûlkirin.”

‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Dr. Penteker anî ziman ku saziyên navnetewey li ser tecrîdê lêkolîneke têr û tije nekirine û bêdeng man. Gîsela Penteker ji ber ku CPT derbarê serdana Îmraliyê de rapora xwe neweşandin rexne kir. Dr. Penteker diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk û bêdengiya saziyên navneteweyî nikare bigihêje mafê xwe yê tenduristiyê û wiha got: “Abdullah Ocalan ne ciwan e, ji aliyê fizîkî ve kal e û ji ber vê yekê pêwîstiya wî bi kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk heye. Îro em dizanin ku girtiyên din ên siyasî di girtîgehên Tirkiyeyê de bi çi şert û mercî tên ragirtin.”