Rojnameya Ronahî

Erdogan, Filîstîn û her tişt ji bo desthilata xwe bikaranîn

Zekî Bedran

Dewleta Tirk got kesên çalakiya Enqerê kirine di sînorê Sûriyê re derbasî Tirkiyê bûne û di 5’ê Cotmehê de bi balefiran êrişek giran li ser Rojava çêkir. Beriya van êrişan wezîrên Tirk armancên xwe bi vî awayî anîn ziman; armanca me tevahî çavkaniyên binerd û ser erd in. Êrişên wan jî tam li gorî vê çêbûn, çavkaniyên gaz û petrolê, santralên elektirîkê, dapoyên genim û nexweşxane, cihên hilberînê armanc girtin. Heman demê de nêzî 50 mirov qetil kirin. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan sivîl bûn. Diyar e ku ev ne leşkerî bûn. Çavkaniya jiyana gel ava dikirin. Di şer de jî êrişîkirina sivîl û çavkaniya jiyanê

Lê ji bo kesên dewleta Tirk rêve dibin ev komkujî, tunekirina nîjadî û dijminahiya li dijî tevahiya gelekî ne sûc in û mafek wan ê xwezayî ye. Wiha nêz dibin û cîhanê jî wiha pejirandiye. Herêmên hatine bombekirin ji xwe di bin dorpêçê de ne. Rasterast ji dorpêça li ser Sûriyê bandor dibin. Nirxek pereyê Sûriyê nemaye. Hertim dolar bilind dibe. Ev jî tê wateya hejarbûna gel. Mirov ji bo bijîn kedek mezin didin. Dewleta Tirk jî tê û çavkaniyên heyî jî tune dike. Ev tê wateya valakirina tevahî herêmê û koçberkirina gel. Di cewherê de armanca van kiryaran tunekirina nîjadî, qirkirin û sûc e.

Erdoganê faşîst li ber çavê cîhanê, di bin navê terorê de gelekî tune dike û planên mişextinê pêk tîne. Çavkaniyên jiyanê yên ku hatine tunekirin çawa dikeve nava têkoşîna li dijî terorê? Ma tenê terorîst van çavkaniyan bikar tînin? Ma pêwîstiya gel bi elektirîk, gaz û avê tune ye? Cihê hatine lêxistin li ber pozê DYE û hêzên koalîsyonê ne. Ev bi salane ew bi xwe jî van cihan dibînin, dizanin ku ev cih çawa xizmeta gel dikim. Li gel vê jî devê xwe venekirin, ker û lal man.

Me hertim got, heta DYE û Rûsya erê nekin Tirkiye nikare êrişî Sûriyê bike. Ji ber ku parastina qada hewayî ya herêmê van herdû hêzan daye ser milê xwe. Rayedarên DYE’yê carnan bi dengekî nizim dibêjin, bila alî li gorî hevpeymana 17’ê Cotmeha 2019’an tev bigerin. Gelo di vê hevpeymanê de hertim qetilkirina mirovan û komkujiyên Tirkiyê nivîsîne? Gelo di vê hevpeymanê de ji Til Rifat heta Dêrikê lêxistina çavkaniyên jiyana gel heye? Hevpeymanek wiha tune ye. Ji derveyî vê bang li aliyan kirin jî jirêderketinek din e. Rêveberiya Xweser dewleta Tirk weke dijmin îlan nekiriye û li hemberî wî şer nedaye destpêkirin. Ji sînorê Sûriyê tu êriş li dijî Tirkiyê nehatine kirin. Ev êriş bi tevahî yekalî ne.

Erdogan û Baxçeliyê faşîst DYE yê jî bi piştgiriya bi PKK’ê sûcdar dikin. Li hemberî DYE’yê şerekî derûnî didin meşandin. Zextê li DYE yê dikin ku têkiliyên xwe yên bi YPG’ê re qut bike. Halbûkî DYE destûr nede ew nikarin bi SÎHA’yên xwe mirovan qetil bikin. Nikarin evqas balefiran rakin û çavkaniyên jiyanê ziwa bikin. Dema Erdogan xwe li hemberî Bîden zirtikan û got em DYE’yê guhdar nakin û emê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, sefîrekî karbes ê Tirk di TV’yê de rastiya ku em hertim tînin ziman got, êrişên dewleta Tirk qasî ku DYE destûr dide çêdibin.

Bi fermana Erdogan di 5’ê Cotmehê de êrişên li ser herêmên xweser destpê kirin. Balkêşe Hemasê jî di 7’ê Cotmehê de êrişî Îsraîlê kir. Hemasê ev êriş tomar kirin û bi armanca propogandayê weşand. Cîhanê kuştina jin û sivîlan di kamerayên wan de temaşe kir. Ji ber ku êriş mezin bû Îsraîl hejand. Ne Îsraîlê ne jî hêzeke din ne li benda êrişek wiha bû û îhtimal nedida. Êrişên Hemasê yê li dijî Îsraîlê bi lez ketin rojeva cîhanê. Îsraîlê dest bi êrişên dijber kir. Gazze bi balefir, tang û topan bê navber rastî êrişan hat.

Erdoganê ku fermana tunekirina av, elektirîk û çavkaniyên petrola Kurdan dabû vê carê jî li aliyê din zivirî! Li bîr anî ku exlaqek ê şer jî heye. Got, “nabe Îsraîl êrişî cihê jiyanê, sivîlan, xwirek û avê bike. Ma dibe dorpêçê dane ser sivîlan? Ev di zagonên şer de tune ne û li dijî mafê mirovan in”. Heman demê de got, karê DYE’yê li Derya Spî çi ye, çima van keşitiyan tîne û bertek nîşan da. Wisa xuyaye Erdogan dibêje qey Îsraîl jî weke Kurdan bê xwedî ye! Erdogan gelek ked di ber Hemas û Îxwaniyên din de da û ew pişpişandin. Niha jî ketiye tengasiyê. Dixwaze karesatên ku Filistînî dijîn ji xwe re bike amûra propogandayê. Erdoganê ku di nava xwe de edaletê pêk nayîne, Kurdan qetil dike, di cîhanê de tu giraniya wî çênabe.

Di roja Înê de hinek koman li Amedê kiryarên li ser gelê Filistînê protesto kirin. Piraniya van jî Kurd bûn. Çi rewşek balkêş û seknek bêkesayet e. Çima di bin navê ol û piştgiriyê de xwedî li gelê xwe, li Kurdan dernakevin? Beriya êrişa Îsraîlê ma Erdogan heman tişt li Rojava nekir? Ma di Îslamê û mirovahiyê de evqas tirsonekî û dirûtî heye?