Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de dibîne

18/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de dibîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Stasyonên eltrîkê, avê, dibistan, nexweşxane, kargeh û cihên bi jiyana gel ve girêdayî bombebaran û topbaran dike. Êrişên wan hîn jî bê navber dewam dike. Li gorî peymana Cinêv-4 a sala 1949’an ku dewleta Tirk jî di nav de 196 welatên cîhanê imze kiriye, di şeran de divê sivîl û saziyên jiyanî parastî bin, kesên xalên peyamanê binpê bike, sûcên şer dike.

Tişta dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û armancgirtina sivîlan sûcê şer ê û divê Neteweyên Yekbûyî (NY) hesab ji sûcdarên sûcên şer dike, bixwaze. Lê di rastiyê de tişt dibe, dewleta Tirk hemû sûcan bêyî hesab ji NY’yî û saziyên wê bike, pêk tîne. Li ber çavên her kesî Sûcên li dijî mafê mirovan pêk tîne û dixwaze bi îdayên ji rastiyê dûr wekî xwe diparêze nîşan dide. Bê dengiya civaka navdewletî û NY’yî jî hînê zemîna wan a êrişan zêdetir vedike, ji lewra mirov dikare bi hêsanî bêje ew jî şirîkê êrişan in. Çima hemû welatên Rojavayî tevî metirsî û xeteriya dewleta Tirk û sîstema Erdogan a çetewarî baş dizanin, bê deng dimînin?.

Mane erka wan welatane, xwedî li peymanên xwe derkevin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin. Lê mixabin bê bextî û girêdana bi berjewendiyan ku ji aliyê wan welatan ve wan kor, ker û lal kiriye. Wan li ser esasê berjewendiyan çavên xwe ji dewleta Tirk re digrin. Ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji wan re vekirine. Ew jî bi kêfa xwe êrişî gelê herêmê dikin. Di heman demê de dewleta Tirk jî rê ji Rûsiya û hikûmeta Şamê re vekiriye, Idlibê bombebaran û topbaran bike. Ev bê bextiya herdû aliyan a li dijî gelê Sûriyê bi itîfaq û planên qirêj pêk tên.

Ne tesadife êrişî Idlib, Heleb û herêmên din ê dagirkirî di heman dema êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dikin. Ew li gorî plan û siyasetên xwe yên bazirganiyê pêk tînin. Di encama planê xwe yên dijberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew êriş li dijî gelê herêmê pêk anîn. Armanca wan a sereke têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di vê mijarê de Dewleta Tirk, Rûsiya, Îran û Hikûmeta Şamê lihev kirine. Ji ber di ezmûna salan a şoreşa Sûriyê de isbat bûye ku xweserî tekane riya çareseriya aloziya li Sûriyê ye û tenê ew dikare gelê herêmê bighîne hev. Ew dibînin hêzên QSD’ê xwe ji bo bersivdayîna êrişan baş amade kiriye, ji lewra êrişî binesazî û zemîna jiyana herêmê dikin.

Dema di şerê Israîl û Hemasê de Erdogan daxuyaniyên bi kirinê xwe re nakok in dide û xwe wekî kesên herî mirov hez nîşan dide. Dibêje ku tişta Israîl dike li dijî peymanên navdewletî ye.  Berê pêşiyên me digotin “Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de dibîne. Erdogan Peymanan binpê dike û dixwaze bi îda û derewên xwe xwe wekî xwediyê Xezayê nîşan bide.

Post Views: 53
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.