Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşên nemirovî û Rojava

15/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Erdogan dîsa harbuye û êrîşên hovane li ser gelê me dimeşîne. Li Rojavayê welatê me, hovîtîya dewleta Tirk gîhaştiye asta jenosîdê.

wezîrê karê derve yê Tirk, li beramber Mirovahiyê disekine û weha dibêje: Emê sê mîlyon mirovan, ji bê avî û bê nanî bikujin.

Di dîroka mirovahiyê de buyerên bi vî rengî nehatine dîtin, ger hebinjî kêmin.

Dema Yezîdê kurê Muawîyê Hz Hûseyin di kerbelayê de qetil kir, dîrok behsa çawa kuştina Hz Hûseyin, malbat û hevalên wî dike. Ev felaket di dîroka misilmanan de wek rureşiyek mezin tê dîtin. Buyera Kerbelayê jî, di 10’ê meha Cotmeha 680 de rudaye.

Zarokê Hz Huseyin yê şeş mehî, di çola kerbelayêde, ji bê aviyê li ber mirênê bu. Hz Hûseyin derguşa xwe girt û ji Yezîdre got; henekî av bidin, bira ev dergûş nemire. Kesê bi navê Hurmala bin Kahîl bi tîr û kevanê li ustiyê zarok da û ew dergûş kuşt. Yezîdê kurê Muawiyê bi 4500 leşkerî, hawîrdor ji Hz Hûseyin û malbata wî girt. Ji bo ew bê av bimînîn û teslîm bibin. Piştî Hz Huseyn derguşa xwe bin ax kir û vegeriya ji Yezîdre got: Em xwe radestî we nakin. Yezîd bi leşkeran êrîşê Hz Huseyn kir. Hezretî Hûseyin, hevalên wî û malbata wî, bi rengekî hovane qetil kirin. Candekê wan perçe kirin, serê wan jê kirin, ji bo bibe îbret û kes nikaribe beramber zilma wan tev bigere, zarok û jin jî kuştin. Laşê wan jî li bajaran û navçeyan li pey hespan kaşkirin û gerandin.

Ev buyer bi taybet di nava Şîîyan û Sunniyan de jî weke felaketekî dîrokî tê zanîn.

Lê Îro em dibînin kesê ji xwere dibêjin em Misilmanin û kiryarên ku ji destên wan pêk tên hovtir û wehşîtirin. Buyerên îro pêşdikevin, mirov xweziya xwe bi dema Yezîdê zalim tîne. Yezîdê kurê Muawiyê, sed kes bi sosrteî kuşt. Îro em dibînin kesên qaşo nimêjan dikin, rojiyan digrin û dibêjin em ummeta Muhemmed sXl, karesatên pir giran bi ser mirovahiyê de tînin.

Li Rojavayê welatê me ev kesayet, an desthilat ku ji xwere dibêjin em Misilmanin, ava bi milyona mirovan dibirin, bombe dikin, cîhê zad û eletrîkê diteqînin. Kesên ji xwere dibêjin em bawermendin, hevkariya van xayinên ol û mirovahiyê bi cureyekî eşkere dikin. Gelo nuneriya Hz Hûseyn û Malbata wî îro gelê Kurd dike? Belê ragirtina heqîqetê, îro para me Kurdan e.

Desthilatên cîhanê ku bixwe yasa û qanûnên xwe çêkirine, kiryarên dewleta Tirk jî pêk tîne suce, rexmî vêna hemû bê dengin, an jî aligirin.

Neha henek kes hene behsa Kurdîyatî û Kurdistanitîyê dikin, ew jî bê dengin. Gelo dema sê milyon zêdetir gelê te di bin kuştina komîdebe û hûn jî di qesrê xwe de rûnîkin, bixwin vexwin û li keyfa xwe mêzekin, ma ev Kurd û Kurdistanîye? Mûnafiqên ola Îslamê çawa zêde bune, neha minafiqên Kurdî û Kurdistanitiyê jî zêde bûne. Kurd li Rojava, bê nane bê av e, bê eletrîke û bê nexweşxaneye û tu ey kesê bêdeng û rehet, tu doza Kurdistanê dikî! Dev ji hemû cureyên minafiqiyê berdin, bi rastî li ol, welat û gelê xwe xwedî derkevin.

Post Views: 68
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.