Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Semer Elebdella: Dagirkeriya Tirk qirkirina gel dike armanc

15/10/2023
in ROJEV
A A
Semer Elebdella: Dagirkeriya Tirk qirkirina gel dike armanc
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebeiya Xweser a bakur û rohilatê Sûriyê Semer Elebdela da zanîn ku  dagirkeriya Tirk, têkbirina Rêvebeiya Xweser û qirkirina gelên herêmê dike armanc û got, divê civaka navneteweyî li hemberî êrişan helwesta xwe nîşan bide

Wezîrê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan di 4’ê Cotmehê de daxuyand ku wê dest bi êrîşên bêserûber li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bike. Di encama van êrîşan de gelek kes şehîd û birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî jî li binesaziya herêmê kir.

Hin deverên hatine hedefgirtin jî wiha ne:

Kampa Waşûkanî ya Hesekê û deverên niştecihbûnê yên derdora wê, Stasyona El-Hamma li Hesekê ku avê dide Hesekê û gundewarê wê, stasyona avê li gundê El-Rekba ya di navbera Hesekê û Til Temirê de, bendava Çilaxa, Gundê Tel Hebeş li Amûdê, gundê El-Tiweyla û gundê El-Derdara li Til Temr û Tel Cum, Um El-Xêr, gundê Sirîn yê ku dikeve rojavayê Kobanê. Cihên betrolê ji wan Girdahol û El-Qews, îstasyona Sêgirka, îstasyona Seîdê, Xatûn El-Zeraba û  El-Ewda yên li Terbesbiyê. Kargeha Swêdê a xazê, stasyona  kehrebê li bendava Xerbî ya Hesekê, stasyona elektrîkê li Qamişloyê, stasyona veguhestina elektrîkê li Terbesbiyê, stasyona Amûdê ku elektrîka Dirbêsiyê dide û stasyona avê ya Elûk. Kargehên avakirinê li Qamişlo û Gerbawî.

Herwiha herêma Ziwana li Şehbayê, 8 gundên Şêrewa û Şara yên Efrînê û herêmên Til Rifat û gundên Eyn Îsayê, bi çekên doçka li herêmên Cezîrê bi çekên doçka hatin bombebarankirin.  Çiyayê Gazwanê jî bi 4 mûşekan ji aliyê balafirên leşkerî ve hat hedefgirtin.  Herwiha herêmên Dirkê, Silosên Amûdê û Meşta Nûr ên Kobanî.

Sektorên xizmetguzariyê jî zerar dîtin û hin cîh, di nav wan de neft, rastî gelek grevê hatin, ku bû sedem ku ew ji xizmetê derkevin, û herweha derdora hin nexweşxaneyên ku ji Covid-19 re hatine veqetandin  piştgirîya tenduristî ji xelkê re peyda dikin. Herî dawî jî firokên cengî yên dagirkeriya Tirkiyê,  Navenda Asayîşê a navçeya Koçeratan di dawiya roja 8’ê vê cotmehê bombebaran kir.Di encama vê bombebaranê de şehîd û birîndar ji endamên Asayîşê hebûn.

Girêdayî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêbeberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, Semer Elebdella ji rojnameya me re axivî.

‘Dagirkeriya Tirkî, Rêvebeiya Xweser û gelên wê armanc digre’

Semer Elebdella da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk a sereke ji êrîşên wê li ser herêmên baku û rojihlatê Sûriyê, têkbirina Rêveberiya Xweser, herwiha qirkirina gelên herêmê ye û wiha domand: ” Siyaseta dewleta Tirk a dagirker, siyasteke dûrî demokratiyê ye. Ew li hemberî fikrê azad xwedî siyaseteke faşist û qirker e. Lewma îro êrîşî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Ev êrîşên ku çêdibin di serî de dewleta Tirk a dagirker gelên me û Rêveberiya Xweser û pirojeya wê armanc digre. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a faşist êrîşî herêmên me dike. Ew bixwe di kirîzekê de jiyan dike, ku ew jî doza kurdên Bakurê Kurdistanê ye ya rewa ye. Hikumeta wê dûrî demukratiyê ye û nikare pirsgirêka kurdan çareser bike. Ew weke idîa’ dike ku sûcdarê teqîna li Enqerayê çêbû, ji herêmên me derbasî wir bûye. Ev idîat bingeh  ji wan re tune ne û kesê sûcdar ne ji herêmên me derbasî Bakur û Tirkiyê bûye. ”

‘Dagirkerî êrîş dike û hêzên navdewletî jî temaşe dikin’

Hevseroka Destiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Semer Elebdela axaftina xwe wih aqedand: “Em dibînin ku çawa dewleta Tirk a faşist bi rengekî hovane û bêserûber êrîşî herêmê me dike. Di heman demê de jî hêzên navdewletî yên li Sûriyê û Rojava ji vê yekê bêdeng in. Nexasim hêzên navdewletî yên ku biryara agirbestiyê li herêmê me imze kirin. Ev êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên, îro  hêzên navdewletî çavên xwe ji wan digrin. Ji ber ku hêzên weke Emerîka û dewletên din naxwazin têkiliyên xwe bi hevalbenda xwe Tirkiyê ya ku di nav NATO’ê de ye, re qut bikin. Ew naxwazin gaveke ne li gorî berjewndiyên hev bavêjin. Ji bo wan tişta herî girîng berjewndiyên wan yên hevpar in. Lê bila ev berjewendiyên wan yên hevpar ne li ser hesabê xwîna gelên bakur û rojhilatê Sûriyê be. Pêwîste Civaka Navdewletî destwerdanê di van êrîşên ku tên kirin de bike. Herwiha  ji bo ku êrîşên li ser herêmên me tên kirin, bidawî bibin, divê xwedî helwesteke zelal û cidî be. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.