Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Êrîşên dewleta Tirk sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne’

15/10/2023
in ROJEV
A A
‘Êrîşên dewleta Tirk sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Parêzer Mihemed Neyêmî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer yên li dijî mirovahiyê ye û got, dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên ser herêmê û hedefgirtina binesaziyê tevahiya zagon û pîvanên navneteweyî bin pê dike.

Dewleta Tirk di 4’ê Cotmehê de, hemû heremên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirovî topebaran kir, êrîşên ku hatin kirin piranî cihên xizmetgûzarî û binesaziyê ne. Di encama erîşên dewleta Tirk, bi 10’an sîvîl şehîd û birîndar bûn. Armanca êrîşên dagirkeriyê têkbirina îradeya gelên herêmê û dagirkirina tevahiya herêmê ye. Dagirkeriyê di êrîşên xwe yên herî dawiyê de binesaziya herêmê û gelên herêmê kir armanc. Tevî ku êrîşên ser sivîl û binesaziya herêmê sûcekî dijmiroviye jî, lê tevahiya rêxistin û saziyên navneteweyî çavê xwe jê kirtin û ji bo berjewendiyên xwe tu helwst nîşan nedan.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziya herêmê, Endamê Yekîtiya Parêzeran ya Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Niyêmî ji rojnameya me re axivî.

Niyêmî da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser binesaziyên civakê sûcekê dijmiroviye û wiha  got: “Ji 4`ê Cotmehê ve balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk herêmê bombebaran dikin. Dewleta Tirk di wan êrişan de, navendên stratejîk, bîrên petrolê û stasyonên avê ruxandin. Ev hovîtiya wê û dijminatiya wê ya ji demokrasiyê û azadiyê re nîşan dide. Em van êrişan şermezar dikin û bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku yekser destwerdanê bikin û rê li pêşiya hovîtiya wê bigirin. Pêdiviyên jiyanê yên sereke hemû hatine rawestandin û ev yek xeteriyeke mezin bi xwe re tîne, dihêle ku metirsiyek di nav gel de çêbibe ji ber ku bi vî awayî jiyan jî tê rawestandin.”

‘Ji bo pêkanîna aramiya herêmê gelan berdêlên giran dan’

Mihemed Niyêmî di berdewamiya axaftina xwe de wiha û got: “Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi ewle û aramî dijîn û ji bo aramiyê berdêlên giranbuha dan. Lê êrişên dewleta Tirk a degirker ewlehî û istiqrara me têk dibe, bi taybetî ev çend rojên dawî êrişên dewleta Tirk yên bêmirovî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, tevahiya pîvanên exlaqî derbas dike.”

 ‘Tirkiye sûcên şer pêk tîne’

Niyêmî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Li gor zagon û prensîbên şer ên navneteweyî; ev kiryar sûcên şer in, ji ber ku cihên tên armancgirtin ne leşkerî ne. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Pêdiviyên jiyanê rasterast tên armancgirtin û kesên hatin hedefgirtin û hatin şehîd xistin piranî sivîl in.”

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Niyêmî wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Dewleta Tirk êrişî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de binesaziya herêmê hedef digire. Dewleta Tirk dixwaze îradeya vî gelê bişkîne û gel bide koçberkirin. Em wek îrade û wekî parêzer vê herêmê dibêjin ku helwesta me her diyar be û em ê her li ser piyan bin û nehêlin dewleta tirk destkeftiyên me tune bike. Her wiha dewleta Tirk dixwaze bi riya aboriyê civakê re gel bişkîne, em ê li dijî êrişan heya dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker ne gor zagonên dewletan ne û divî cîhan helwesta xwe nîşan bide.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.