Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parêzerên Efrînê Banga Rêxistinên Navnetewî kirin Ku bi erkê xwe rabin

11/10/2023
in ROJEV
A A
Parêzerên Efrînê Banga Rêxistinên Navnetewî kirin Ku bi erkê xwe rabin
Share on FacebookShare on Twitter

Li hermberî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Parêzeran ya Efrîn û Şehbayê li kampa Serdem, ji bo raya giştî daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan

Dagirkeriya Tirkiyê ji 5’ê Cotmehê ve dest bi êrîşkirina tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Ji Şehba heyanî Dêrîk rojane êrîşên hawayî û bejayî tên kirin.

Di dîroka 11 ê Cotmehê de Yekîtiya Parêzerên Efrîn û Şehba beşa Şehbayê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate ragihandin:

Bi zêdekirina dagirkeriya Tirk êrîşên xwe li ser herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û hedefgirtina binasaziyên herêmê weke kargehên Pêşesazî, Aborî, Navendên xizmetguzariyê, cihên gaz û petrolê, stasyona eletrîkê, sivîl û malên wan heyanî navendên hêzên ewlekariya hundirîn. Ku di encam de 29 şervan Şehîd bûn. Ev tê wateya berdewam kirina siyaseta dewleta Tirk yê pilankirî li ser qirkirina hemû gelan û pêkhateyan di asta giştî de û bi taybet gelê Kurd yên ku siyaseta dewleta Tirk yê nûjen red dike û qebûl nak. Ew jî pêkanîna Mîsaqa Milî ye.

Ev êrîş û pinpêkirin piştî daxuyaniya wezîrî derve yê Tirkiyê Hekan Fîdan di 4’ê Cotmehê de daye hat destpêkirin. Piştî wê dagirkeriya Tirk êrîşên xwe yên ezmanî li ser HERêMêN BAKUR û rojhilatê Sûriyê  zêdetir kir û di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan ji balafirên şer, balafirên bê mirov û êrîşên bi topan hemû binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc girtin.

Ev êrîş weke sûcên şer tên kirin û digihêje asta sûcên qirkirina giştî. Bi vê yekê jî zagona navnetewî ya giştî û zagona navnetewî ya mirovî binpê dike. Ew jî li ser esasê ji hevcudakirina hêzên leşkerî û gelê sivîl her wiha avahîsaziya bingehîn yê herêmê ye. Lê belê dagirkeriya Tirkiyê ev hemû zagot binpê kirine.

Li ser esasê bingeha heftemîn ya zagona navnetewî ya mirovî û her wiha li ser esasê her du madeyên 48, 54 ji pirotokolên girêdayî peymana Civêvê ya 1949, bikaranîna Tirkiyê ji madeya 51 ji mîsaqa netewwyên yekbûyî yên ku bi mafê parastina rewa ve girêdayî ye, li ser tu bingehên zagonî nayên sepandin, ji ber ku tu binpêkirina ji aliyê rêveberiyê ve nehatine kirin.

Em Yekîtiya Parêzeran li kantona Efrîn û Şehba şaxa Şehbayê bangawaziya hemû pêkhateyan li Bakur û Rojhalatê Sûriyê dikin û bi taybet gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz û demokratîk dikin ku dakevin qadan û xwepêşandanan li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê yên li ser gelê herêmê bisekinin.

Careke din bangawaziya me ji hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navnetewî, civaka navnetewî, bi taybet xaça sor ya navnetewî dikin ku yekser bi erkên xwe rabin û êrîş û binpêkirinan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.