Rojnameya Ronahî

Gelên Sûriyê neçarin li hemberî êrişên wêrankar li ber xwe bidin

Zekî Bedran

Dewleta Tirk êrişên wêranker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Bi balefiran tevahî pêwîstiyên jiyana gel a binerd kir armanc. Jixwe wezîrê karê derve bi awayek vekirî ev ji tevahî cîhanê re ragihand. Got, çavkaniyên binerd û enerjiyê armanca me ya rewa ye. Di şeran de armancgirtina çavkaniyên jiyana gel hatiye qedexekirin. Ev cih nakevin nava armancên leşkerî. Dema Rûsyayê  li Ukraynayê sivîl û çavkaniyên binerd kirin armanc hertim dihat şermezkirin û sûcdarkirin. Vê weke sûcek ê şer nîşan didin. Di vê mijarê de dadgeha seza ya navnetewî li dijî Pûtîn doz vekir. Niha Pûtîn nikare derkeve derveyî welat.

Tirkiye qada hewayî ya di bin venêrîna DYE û Rûsyayê de bikar tîne û van êrişan didomîne. Di êrişên dawî de tu bertek ji cîhanê nehatin. Beriya niha DYE yê digot ew li dijî êrişane û hwd… Digot bêîstixrariya li herêmê têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê nerênî bandor dike. Vê carê ew jî negot. Aliyê Tirk zextê li DYE yê dike ku têkiliyên xwe yên bi YPG’ê re qut bike. DYE dîsa bêdeng ma. Wisa xuyaye ku bi hikumeta Tirk re bazarên veşartî dike.

Dewleta Tirk îdea dike ku herdû gerîllayên çalakiya li Enqerê pêk anîne ji sînorê Sûriyê çûne Tirkiyê û hewl dide vê ji bo êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke hêncet bikar bîne. Ma dikare bi hincetek wiha jiyana bi milyonan mirovî bike xeteriyê û êrişek ku tevahî çavkaniyên jiyanê ji holê radike pêk bîne? Bêguman ev ne aqilane ye û ne cihê baweriyê ye. Hêzên li Rojava tiştekî bikin an jî nekin, dê teqez dewleta Tirk êriş bike. Tu nirxê hincet avakirinê tune ye. Yên dewleta Tirk rêve dibin ev bi salane dibêjin ku ew li Sûriyê statûya Kurdan napejirînin. Ji bo vê daxuyanî dan û gotin em ê korîdora Kurdan ji holê rakin. Gotin ku dê ji Efrînê hetanî Dêrikê bi kûrahiya 30 km bixin bin venêrîna xwe. Erdogan ev cih li ser nexşeyê di lijneya giştî ya NY de ji cîhanê re ragihand. Tiştên ku niha tên kirin pêkanîna vê plan û stratejiyê ye.

Cihê ku hêzên dagirker ên Tirk dikevinê ji Kurdan re derfetê jiyanê namîne. Gel ji axa xwe tê derxistin, ên ji derve tên datînin cihê gelê herêmê. Li hemberî Kurdan tunekirina nîjadî tê kirin. Tevahî malên gel tên talankirin, hebûna wan tê desteserkirin. Niha jî dewleta Tirk çavkaniyên jiyanê ziwa dike û dixwaze vê tunekirina nîjadî li tevahî Rojava belav bike. Depoyên petrol û gazê, cihên hilberîn û genim tên bombekirin. Dixwazin van planên xwe yên wêranker û qirker di bin navê têkoşîna li dijî terorê de perde bikin.

Dewleta Tirk pirsgirêka sed salî ya Kurdan xistiye nava têgîna terorê. Beriya niha DYE û welatên Ewropayê PKK xistiye lîsteya terorê û dewleta Tirk jî vê weke kaxezeke vekirî ji bo planên xwe yên qirkirinê bikar tîne. Tam bi tolaztiya şerqê dibêje madem we PKK xistiye lîsteya terorê wê demê hûnê YPG’ê jî bixin lîsteya terorê. Jİ ber vê jî her tim dibêje PKK û YPGê’ heman in. Yanî dema PKK û YPG heman bin, madem dixwazin PKK’ê bi tevahî tune bikin, wê demê çi ji PKK’ê bikin divê heman tiştî li YPG’ê jî bikin. Yanî pêwîst nake ku YPG û hêzên Sûriyê tiştekî bikin. Ev hêz di her mercê de pêwîste bêne tunekirin. Ji bo vê jî zextê li DYE yê dikin ku ji Sûriyê derkeve yan jî têkiliyên xwe yên bi YPG’ê re qut bike. DYE yê bi hevkariya bi PKK’ê û rêxistinên terorê re sûcdar dikin.

Em di salvegera 25’emîn a komploya 9’ê Cotmehê de ne. Rêber Apo bi komployek ku bi pêşengiya DYE yê pêk hat, dane Tirkiyê. Bi vî awayî pergala Îmralî ya tecrîd û îmhayê ava bû. DYE û NATO’yê hetanî niha piştgiriya tevahî komkujî û sûcên li dijî Kurdan kirin. Eger piştgiriya van hêzan nebûya Tirkiyê nedikarî evqas sal vî şerî bidomîne. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dîsa dewleta Tirk bi piştgiriya DYE’yê Serêkaniyê dagir kir. Dewleta Tirk duyemîn artêşa NATO’yê bikar tîne û qirkirina Kurdan didomîne û bûye belaya serê gelên herêmê.

Êrişên bi 4’ê Cotmehê re destpêkirine, dê tevahî jiyana gelê Sûriyê zehmet bike. Bandorên wê yên wêranker tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sînordar namînin. Ji derveyî wê bila kes nefikirine ku ev êriş rawestiyan an jî dê careke din çênebin. Tirkiye, çi bibe bila bibe dê tevahî xirabiyên xwe ji bo jiholêrakirina vebijêrka rêveberiya xweser a demokratîk plan bike û bikar bîne.

Herêmên hatine bombekirin wekî ku ne axa Sûriyê ye, tu bertek ji rêveberiya Şamê nehat. Dibe ku hêza wî ya şerkirinê nebe. Êriş li tevahî axa Sûriyê, li cihên leşkerên artêşa Sûriyê lê hene jî çêdibin. Gelê Kurd, Tirk, Ereb, Asûrî tevahî bi hev re li van herêman dijîn. Ev hemwelatiyên Sûriyê ne. Ma pêwîst nedikir ku hikumeta Şamê bi awayek fermî serlêdana NY bike û bibe xwedî bertek?

Me ji ragihandinê bihîst ku Hemasê di 7’ê mehê de êrişî Îsraîlê kir. Bûyer bi lez kete rojeva cîhanê. Bi dehsalane pirsgirêka Filîstînê di rojevê de ye û ji bo çareseriyek adil nayê dîtin her tim di rewşa alozî û pevçûnê de ye. Tevahî herêmê bandor dike. Pirsgirêka Kurd jî wiha ye. Eger bixwazin li Rojhilata Navîn aştî û îstixrarê pêk bînin, divê pirsgirêka Kurd û Fîlîstînê bi awayek adilane çareser bikin. Yan jî weke ku Erdogan dibêje pirsgirêka gelan bi hêzê û tundiya dewletê çareser nabe. Teqez dê di nava gel de nîvendên cuda yên berxwedanê û alternatîf derbikevin.