Rojnameya Ronahî

Kongra Star: Komplogeran felsefeya Rêber Apo armanc girtin

Berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl da zanîn ku komplogeran felsefeya Rêbertî armanc girtin. Herwiha got, ji bo komplo û tecrîd bi dawî bibe û heta asta têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bilindkirin; divê hemû jin felsefeya Rêber Apo nas bikin.  

10’ê Cotmeha sala 1998’ê ji bo gelê kurd  rojeke reş bû. Di vê rojê de gava yekem ya kompiloya bêheqiyê di şexsê Rêber Apo de hat avêtin.

Di sala 1999’an de, di encama Komployeke Navneteweyî de ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih girtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha tecrîdeke giran li ser tê feriz kirin. Ku ev bûye nêzî 30  mehane tu agahî ji Rêber Apo nehatine girtin.

Têkildarî Komploya Navdewletî û tecrîda ku li ser  Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo, Şaha Xelîl ji rojnameya me re axivî.

‘Komplogeran felsefeya Rêber Apo armanc girt’

Şaha Xelîl da zaîn ku armanca dewleta Tirk a faşist, herwiha hêzên navdewletî ji komploya li ser Rêbertî hat meşandin, dîlgirtina fikr û felsefeya Rêber Apo ye û wiha got:”Em tev dizanin ku sîtstema li ser civaka cîhanê tê meşandin sîstemeke  hegemonîk û desthilatdarî ya beht e. Piraniya hêzên navdewletî wiha ne, ew bi riya meşandina vê sîstemê berjewndiyên xwe yên desthilatdariyê pêktînin. Ev sîstem jî civakê ji cewherê wê derdixe û wê dimiçiqîne. Lê fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî miçiqandina gelan derdikeve. Felsefe û fikrên  Rêbertî  pirojeya Netewa Demokratîk ji hemû gelên cîhanê re. Herwiha yekziman, yeknetew yekol napejirîne . Ev yek jî li dijî sîstema desthilatdar û hêzên hegemonîk e, lewma  dewleta Tirk a faşist bi piştgirya hêzên hegemonîk da dîlgirtin. Lê wan nikarîbûn bi komplo û dîlgritinê fikr û felsefeya Rêber Apo dîl bigirin. Rêbertî karîbû di hundrê zindanê de jî xemxurê azadiya gelê xwe bû. Di heman demê de jî fikrê civakê û jinan azad kir. Vaye îro rengê jiyana ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê jiyan dikin nimûneyeke herî nêzîk û serkeftî ye. Dewleta Tirk a Faşist tecrîdeke girankirî dide meşandin û ev zêdetirî 31 mehan e ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. ”

Rêbertî ji mafê dîlgiran yê rewa jî bê par e’

Berdevka Kongira Star a Qamişlo diyar kir ku bê mafî li Rêber Apo tê kirin û cîhan tev ji vê yekê sûcdar e û wiha doman: Em dizanin ku mirovê tê dîlgirtin û dikeve zindanê jî xwedî maf e. Ji mafê kesê dîlgirtî ye ku malbata xwe, heval û parêzerê xwe bibîne. Ev maf jî di hemû zagonên dewletên cîhanê de heye. Lê tenê di zagonên faşistiya dewleta Tirkiyê de tune ye. Bi taybet jî ev tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin e. Ev bûye demek dirêj ku Rêber Apo têkilî ne bi malbat û parêzer xwe re kirye. Ew di nav çar dîwarên bêheqiyê dijî û em nizanin ku rewşa wî çawa ye. Ev tişta ku dewleta Tirk a dagirker di derheqê Rêbertî de dike karekî dûrî zagonan e. CPT’iya ku dibêje ez mafê mirovan diparêzim bi erkê xwe li hember tecrîdê ranabe. Ev bêdengya  rêxistinên mafên mirovan  CPT jî di nav de tê xuyakirin ku hevkarên vê tecrîdê ne.”

Divê hemû jinên cîhanê bi felsefeya Rêbertî xwe ronî bikin

Berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo, Şaha Xelîl destnîşan kir ku ji bo komplo û tecrîd bi dawî bibe û asta têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo were bilindkirin; divê hemû jin felsefeya Rêber Apo nas bikin û wiha axivî: “Hedefa sereke ya sîstema desthilatdar û baviksalarî  miçiqandina jinê ye. Ew azadiya jinan qebûl nake, lê belê wê di warê cinsî û pereyan bi kar tîne. Lê  fikr û felsefeya Rêber Apo van bêheqiyên ku di derheqê jinê de tê kirin qebûl nake. Rêbertî dibêje ger di civakê de jin ne azad be ew civak kole ye û ne azad e. Doz û mafdayîna ku rêberê me ji bo me jinan kiriye, di asteke herî bilind de ye. Divê em weke jin li gor wê baweriya ku Rêbertî daye me, derkevin. Em bi ser felsefeya Rêber Apo xebat û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya jinê dikin. Nih divê xebata li bakur û rojhiltê Sûriyê û Kurdistanê tenê sînordar nemîne. Herwiha divê hemû jinên cîhanê jî fikrê xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo ronî bikin. Bi vî hawî jî wê asta têkoşîna me jinan ya ji bo têkbirina tecrîd û komployê hîn xurtir bibe.  “