Rojnameya Ronahî

Li dijî komployê berxwedana Rêber Apo

Farûk Sakik

Di destpêka salên 90’î de Amerîkayê dixwest ku Rojhilata Navîn heta Asya Navîn ji nû de dîzayin bike. Dixwestin wan dewlet û rêxistinên ku li herêmê bi hêz in, bê bandor bikin. Di nava van hêzan de PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan jî; ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn wekî talûkeya herî mezin didîtin.

Dema ku di 15’ê Sibatê de Rêber Apo radestî Tirkiyê kirin, digotin wê PKK ji holê rabe. Dîroka Kurdan dihat berçavê wan. Digotin di hemû serhildanan de civaka Kurd li pey rêberê xwe neçûne. Bi dîl girtina wan serhildan jî bi dawî bûne. Dema Şêx Saîd û Seyîd Riza hatin girtin, yek kes li wan xwedî derneket.

Lê ev car wisa nebû Abdullah Ocalan cûda bû.

Rêber Apo rêberek herêmek an jî eşîretek nebû. Dema ku dîl hatibû girtin ruhê netewî bi Kurdan re peyda kirbû. Li pey xwe rêxistinek hiştibû. Herkes li wî xwedî derdiketin.

Dema dîl hat girtin êdî bi taktîk û stratejiyên modern midaxleyî pêvajoyê kir û destûr neda ku rêxistina wî tasfiye bibe.

Belê Rêber Apo yê ku ji gelek ne xwedî dewlet û statu ye re rêbertî dikir, ev yek çawa pêk anî. Di şertên tecrîdê yên girankirî de çawa dibû midaxleyî geşadanên derve dikir?

Tecrûbeyên wî yên 20 salên li Rojhilatê Navîn hebûn. Her wek wî digot li pişta şûrek siyaset dimeşand.

Dema ku dîl hat girtin, xwendina xwe ya zanistî domand. Digot, mejiyê me divê hertim wek avek biherike. Bi giranî dîrok û felsefe ji dema antîk girtibû hetanî roja me anîbû. Di nivîsek xwe de digot, dinya niha di nav destê min de ye. Ji bo ku raboriya zanistî û ya serdemê bi hev re analîz dikir. Ji ber van zanyariyên wî baş dizanibû ku kîjan dewlet wê sibê hemleyek çawa pêk bîne.  Dizanibû bi vê stratejî û taktîkî ev hêz wê sibê çi bike. Bi rûhek herikbar tevdigeriya û dijiya.

Di sala 2007’an de wî bihara gelan a ku nêzîk dibû dîtibû û hişyarî dida Kurd ji bo wê serdemê amadekariyên xwe bikin. Hêzên xwe yên eskerî û dîplomasiya xwe bikin yek.

Mînaka herî mezin: Parêzerên wî digotin dema şerê Sûriyêî dest pê kir, got wê rejîma Şamê neyê guhertin. Lê êdî hêza wî ya berê wê tunebe. Di zîhniyeta wan a demokrasiyê de hîç guhertin çênabe. Ev mixalefeta li dijî rejimê şer dikin, wê negihîjin hedefa xwe. Ji bo wê divê Kurd wek xeta sêyemîn tevbigerin.

Îroj êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber dewam dikin. Heger îroj Rêber Apo bikaribûya midaxle bikira rêyek çareseriyê wê bidîta. Herkes di sohbetên xwe de di demên wiha de dibêjin heger Rêber Apo îroj azadbûya wê  hemleyên dijmin ji pêş de bidîta û midaxle bikira.

Ji bo vê yekê divê êdî Rêber Apo fizikî azad be. Têkoşînek bê navber were dayîn. Têkoşîna herî mezin fehmkirin û nasandina Rêber Apo ye. Kesên Rêber Apo baş nas bike, wê ji bo azadiya wî bikeve nav liv û tevgerê. Wê têkoşîna azadiya Rêber Apo ji xwe re weke erkek bibîne.  Hemleya di 10’ê Cotmehê de dest pêdike divê bê navber dewam bike da ku encam were girtin.