Rojnameya Ronahî

 Xerîb Hiso: Armanca êrîşan qirkirina gelên azadîxwaz e

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Xerîb Hiso diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk ya dagirker qirkirina gelê kurd û têkbirina pergala Rêveberiya Xweser e. Herwiha da zanîn ku civaka nevdewletî ji bo berjewendiyê xwe li hemberî êrîşan bê denge.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, herwiha armancên êrîşan û bêdengiya navnetweyî, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Xerîb Hiso bersiva pirsên  rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

1-Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrîşên xwe yên li dijî gelên herêmê û destkeftiyên gelan zêdetir dike, armanca dagirkeriyê ji domandina êrîşên ser herêmê çi ye?

-Êrîş li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşa Rojava ve bê navber ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve dewam dike, lê piştî dagirkirina bajarê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê êrîşên dagirkeriyê yên ser herêmê girantir û zêdetir bûne. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo ku siyaseta qirkirinê bimeşîne her çar parçeyê Kurdistanê dike hedef, herwiha li ser aliyê civakî, aborî, çandî, sincî jî  êrîş dike. Dewleta Tirk di kirîzeke aborî , siyasî û civakî ya giran de derbas dibe, ji bo ku li ser kirîzên xwe binixumîne îrîşî gelê kurd dike. Êrişên dagirkeriya Tirk yên ku li ser herêmê Parastina Mediya pêk tên, armanc jê têkbirina îradeya gelê Kurd e. Lê bi berxwedana Gerîla artêşa Tirk  a dagirker derbeyên giran dixwe û lawaz bûye. Gerîla di vê sedsala nû de pêşengtiya şoreşekî mirovatî di asta cîhanê de dike. Şoreş li ti welatan tuneye tenê di hundirê Kurdistan de, bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriyê şoreşek temsîla îrada gelan dike û hêzeke xwedî pîvane heye, ji bo wê jî dewleta Tirk ya dagirker gef, êrîş, komkujî û pilanê xwe kêm nake û biryara qirkirinê daye. Lê beramberî êrîşên qirkirinê berxwedana ku tê meşandin destan dîrokî yûn nû yên berxwedanê tên nivîsandin.Bi berxwedanê rûyê faşîzmê û hefkarên wê tê xuyakirin ji raya giştî re.

2-Dewleta Tirk a dagirker li kêleka êrîşên qirkirinê yên leşkerî, li dijî gel û civakê şerekî taybet jî dide meşandin, hûn vê yekê çawa dinirxînin

-Dewleta Tirk bi awayekî eşker dewleteke dagirker e. Niha dixwaze Impratoriya Osmanî ji nûve vejîn bike û tevahiya herêmê dagir bike. Lê wekî di dîrokê de eşkere bûye, herdem îradeya gelan li beramberî hêzên dagirke bi ser dikeve û dagirker têk diçin. Dewleta Tirk ya dagirker di qirkirina gelan de xwedî tecîbeyek mezin, herdem siyaseta qirkirinê li dijî tevahiya gelan dide meşandin. Herdem hewil dide ku guhertina demografî pêk bîne û gelê resen qir bike. Dagirkeriya Tirk ji bo ku bighêje armanca xwe tevahiya şêwazan pêk tîne, bi siyaseta şerê taybet, Şerê leşkerî û aborî dixwaze gelan ber bi qirkirinê ve dibe. Berê di herêmê de Aşûr, Siryan, Keldan, Kurd û Ereb hebûn, herwiha di nava kurdan de êzîdî, elewî û zerdeştî jî hebûn, lê îro ji van gelan tenê kurd li ser lingan maye, kurd jî gelek komkujî li ser wan hetine kirine û fermanên bi serê êzîdiyan hatin kirin, ne kêmtirî komkujî  ku bi serê ermenî û aşûriyan de pêk hatî. Çi siyaset li hemberî îrada gelan daye meşandin li hember îrada gelê kurd jî daye meşandin, heta roja îro ev siyaset dewleta tirk ya dagirker bernedaye ji ber ew neviyên osmaniya ne.  Di vê demê de êrîşê ku têne kirin sînorgirtin û dorpêçkirina îrada gelên demokratîk e ku çandên cuda li hev kom kirine û bi demokrasî jiyan birêve diçe. Ji bo wê dewleta Tirk ya dagirker ol dike hinceta xwe ku êrîş bike. Li dewletên rojavayî pirsgirêka Netew û olperstî hatiye derbaskirin, sîstema netewiyetî jiyan dikin, netewiyet çand û exlaqan tîne cem hev, lê qewmiyet yek çand, ziman û ale ev yek jî xetere. Dewleta Tirk, Îraq, Îran û Sûriyê di nava şerekî mezin de jiyan dikin, ji ber zihniyeta qewmiyetê bi kar tînin. Sîstema netewa demokratîk bi rihekî welatparêziya rast ku xwedî cewher, pîvan û since, li hemberî vê jî çiqasî dijmin êrîşî îrada van gelan bike û şerê taybet, leşkerî û embargo dide meşandin,nikare bi ser bikeve.

3- Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê sûcên dijmirovî dike û tevahiya pîvan û zagonên mafê mirovan binpê dike, li hemberî van sûcan jî tevahiya rêxistin , sazî û destgehên mafê mirovan bêdengin. Hûn bêdengiya cîhanê ya li hemberî sûcên dagirkeriyê çawa dinrxînin ?

Dema mijar dibe gelê kurd bi giştî bêdengiyek civaka navdewletî derdikeve. Dema ku mijar ne kurd be civaka nevdewletî dibe xwedî helwest li hember bûyerê ku derdikevin. Çiqas bengewazî tên kirin ji bo bêdengiya civaka navdewletî bê şikandin, lê heta roja îro nehatiye şikandin. Ev bêdengî jî ji dema ku kompiloya navneteweyî û heta niha berdewam e. Niha terzê jiyanê ku li bakur û rojhilatê Sûriyê heyî, bi pêşengtiya jina azad tekoşînek pir mezin tê kirin, rastiya şoreşê li bakur û rojhilatê Sûriyê di asta navdewletî de tê dîtin û tevahî cîhan bi vê şoreşê bandor bûne, tevî vê jî dewletên desthilatdar û hegemonîk li hemberî îradeya gel bêdengin. Herwiha yek ji berpirsên koçberiyê jî civaka navdewletiye, armanca wê guhertineke demografîk e. Dema ku êrîş zêde dibin koçberî jî zêde dibe. Tê xwestin ku dewletên kiwalisyonê û dewletên yekbûyî ji niha û şonde li xwe vegerin, bi riyea diyaloga demokratîk van pirsgirêkan çareser bikin û bingehê wê welatparêziyeke rast hebe. Bi riya qewmitiyê û olperest diyalog bi pêş nakeve.

Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze civak û çandê ji hev dûr bixe, bi taybet hin çandan jî qirbike, îrada gelan bê bandor bike û tu sîstemek bi navê demoqratîk li herêmê xwe îfade neke, ji ber îfada gelan tê wateya tunekirin dewletên desthilatdar. Herwiha di hesabê gropa Esîtana de, çend civîn di navber Rûsya, Tirkî, Îran û hikumeta Şamê de çêdibûn, armanca van dewletna çawa ku karibin bi rê û rêbazê siyasî, leşkerî û pilanên qirêj Rêveberiya Xweser têk bibin. Diyare ku armanca dewleta tirk qirkirina gelê kurd e, hikumeta Şamê jî dixwaze veger wekE beriya 2011`an, Îran naxwaze kurd xwedî maf bin, Rûs jî li gor berjewendiyê xwe tev digere. Herêma Dêra zor jî dixwestin dagir bikin û fitnekê di nava êşîre de çêkin. Lê bi hevgirtina gelan plananên wan yên qirêj têk çûn.