Rojnameya Ronahî

Êrişên wan hêza xweseriyê nîşan dide

Dilyar Cizîrî

Ev çend rojin dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Sivîl, binesazî, navendên xizmetguzariyê, nexweşxane û cihên bi jiyana rojane yên gelê herêmê ve girêdayîne bombebaran û topbaran dike.

Di encama êrişan de bi dehan şêniyên herêmê şehîd bûne, bi dehan jî birîndar bûne, bajarên mezin ku bi milyonan kes tê de jiyan dikin, bê eltrîk û av hatine hiştin. Ev li gorî peymana Cinêv a mafê mirovan ku dewleta Tirk bi xwe jî imze kiriye, sûcên di nava şer de ye. Heger Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê erka xwe pêk bînin, gerek dewleta Tirk û rayedarên wê li dadgeha mafê mirovan a navdewletî werin darizanin.

Lê mixabin, tişta niha dibe ne Neteweyên Yekbûyî, ne Yekîtiya Ewropa û ne jî koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, ne Rûsiya û hevkarên wê ku hebûna wan bi hêzeke mezin li herêmê heye, dengê xwe ne kirine. Wer xuya dike wê dengê xwe nekin jî, bikin jî wê tenê di asta daxuyanî yan hişyariyên şermok. Dewleta Tirk û Serokê wê Erdogan fêrî şêwazê wan bûne û riya derbaskirina wê bi guhnedana li wan derbas dike.

Ji ber wê jî barê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn girantir dibe. Lê  carek din jî êrişên wan hêza hevgirtina gelan ku Rêveberiya Xweser û hêza wê ya leşkerî QSD’ê nûnertiya wê dike, nîşan dide. Di van êrişan de û bi taybet rêbazê dewleta Tirk û şêfê wê Erdogan daye destpêkirin, gotina bapîrê min a digot “Dema niştecihên gundekî bi gundekî ne dikarî, bênderên wan ên gund dişewitandin” tîne bîra min. Tişta Erdogan niha dike jî ew e. Ew dixwaze bi şewata bênderan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê qûtê jiyanê bihêle. Ev jî lawazî û têkçûna wan nîşan dide. Tişta niha dixuyê niha nikarin ti zirareke cidî bi hêzên me yên leşkerî bînin. Ji ber wê êrişî navendên xizmetguzariyê, sivî û hêzên ewlekariya hindir ku ew jî li gorî itîfaqên fermî bi garantoriya Rûsiya û Amerîka, gerek rastî êrişan neyên.

Balkêşe ev êrişên wan bi salvegera Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê de ye. Dewleta Tirk a dagirker bi vê jî dixwaze peyamên taybet bide gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên xwe li ser Felsefeya Netewa Demokratîk bi rêxistin kirine. Dewleta Tirk û hêzên erka xwe ya destwerdanê bi karnayînin û di bê dengiya xwe bi israr in, şirîkê komkujiyan e.

Lutkeya van êrişan jî bi têkçûna DAIŞ’ê ya li Baxozê ku di sala 2019’an de pêk hat destpê kir. Wê demê DAIŞ têk çû, êriş kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber nikarîbûn peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin, êriş pêk anîn. Niha jî ji ber plana wan a Dêrazorê têk çû û nikarîbûn di navbera kurd û ereban de fitneyê derbixin. Êrişeke berfireh pêk anîn. Bi wateyeke din, ev êrişa dewleta Tirk bi armanca tunekirina Rêveberiya Xweser û bi hêzkirina çeteyên DAIŞ’ê ye. Lê car din jî bela gelê me rehet be, hêza plana DAIŞ’ê li Kobanê têk bir û li Baxozê bi encam kir, wê Planên êrişên Erdogan jî têk bibe û azadiya mezin tacîdar bike.