Rojnameya Ronahî

Kiryarên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dijmirovîn e

Mihemed Emîn El Neîmî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek sûcên “qirkirina komî” û kiryarên “dermirovî” tên pênasekirin û got: “Divê berpisên tirk li dadgeha cezayan a navneteweyî li gorî qanûnên bingehîn ên Romayê, werin darizandin.”

Parêzer û hiqûqnas Mihemed Emîn El Neîmî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ne.

Berpirsên  rejîma tirk sûcdar in û divê hesab ji wan bê pirsîn

El Neîmî destnîşan kir ku serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan û serokwezîrên wî û wezîrê parastinê û serokê erkanê sûcdar in ji ber ku ji 2016`an ve, dema Cerablus, Bab û gundên girêdayî wan, piştre 2018`an dema EFrîn û dûre 2019`an Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, sûcên şer pêk anîn. Li gor qanûnên pergala Romayê ya sala 1998`an, ew sûcên şer in.

Divê dadgeha navneteweyî zû sûcdaran darizîne

El Neîmî diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên berê û yên niha wek “qirkirina gelan” tên pênasekirin û got: “Dema ku jiyana şêniyan tê astengkirin ev tê wateya ku planek ji bo qirkirina wan hatiye amadekirin, ji ber wê jî divê dadgeha navneteweyî zû sûcdaran darizîne.”

El Neîmî wiha lê zêde kir: “Divê dadgerên dadgeha cezayan a navneteweyî, berdevkê wê û serokê dozgeriya giştî zû destwerdanê bikin. Erkên xwe bînin cih. Ji ber ku sûcên ku niha tên kirin, li gor pîvanên qanûna navneteweyî, `qirkirina komî` û `sûcên li dijî mirovahiyê` ne.”

Cezayê îtîrafkirina “jenosîdê” du qat e

Niêmî wiha domand: “Gefxwarina wezîrê derve yê Tirk Hakan Fîdan û îtîrafkirina bi rûxandina binesazî û stasyonên sereke yên herêmê nîşan dide ku ew ê sûcên dîtir jî pêk bînin. Madem bi cezayê xwe îtîraf kirin ku wek `jenosîdê` tên sinifandin, wê demê cezayê wan du qat e.”

Jiyana şêniyan di xetereyê de ye

El Neîmî pirsek kir ku çima ev sûc li dijî mirovahiyê ne û di heman demê de bersiv da û got: “Ji ber ku ev sûc di erdîngariyeke fireh de hatiye kirin. Deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin. Daxuyaniyên Hakan Fîdan jî destnîşan dikin, kuştin bi zanabûn e. Xistine jiyana niştecihan di xetereyê de, neçarkirina wan ku ji warên xwe koçber bibin tevî topbaran û bombebaranê, tev sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Li gor El Neîmî, di van êrişan de niştecih, tên çewisandin û got: “Topbaran, delîl e. Sedemên wê siyasî ne û girêdayî nasnameya gelê li wir e. Ew dixwazin nijad, netewe û çandên li herêmê qir bikin.”

Sûcên cudakirina nijadî

El Neîmî ev li gotinên xwe zêde kir: “Sûcên din bi dizî tên kirin ku wek sûcên `nijadperestiyê` tên sinifandin. Qanûnên navneteweyî nahêlin mîna van sûcan pêk werin. Şêniyên li wir, tên topbarankirin. Ev sûc dê bi xwe re aloziyan bînin.”

Dubarekirina êrişê bi xwe sûc e

El Neîmî îşaret pê kir ku êriş ne nû ye û dubare bûye, dubarekirina senaryoya êrişê bi xwe sûc e û got: “Ew ji êrişê dixwazin, armanceke siyasî bi dest bixin û projeyên xwe yên Mîsaqê Millî pêk bînin. Divê NY`yê bi lez destwerdanê bike. Civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê li dar bixe ji ber ku Tirkiye ev sûc kirine.”

Xizmeta vejandina DAIŞ`ê dike

El Neîmî aşkera kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku tevliheviyê li herêmê peyda bike û tola çeteyên xwe yên DAIŞ’ê hilîne û wiha anî ziman: “Tirkiye naxwaze şêniyên herêmê parastina girtîgehên DAIŞ`ê bikin, ew ê kêfxweş bibe dema DAIŞ derkevin derve. Ev sûc xizmeta vejandina DAIŞ`ê û Mîsaqê Millî dikin.”